Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: BAVO, JI XEW HIŞYAR BE!

 


Text: Erhard Dietl.
Werger ji Almanî: Xoşnav Dîbo.

Kurteçîrokek li ser keçeka bi navê Paulîna û bavê wê Floryan, yê ku têrî xewê nabê! Ezê navê Lîna u Loran, li wan bikim.

- Bavo hişyar be ji xew, dixwazim bi hevre bilîzin! Lîna bang li bavê xwe kir. Lê bav pixînî dikir û ne rabû!
Lîna rabû çû lempa oda xewê pêxist, bavê xwe hejand û balgî li serê wî xist:


- Bavo êdî bese, rabe ji xew!
Loran çavlixewî got: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu rojnamê bînê.
Lîna çû rojname anî. Lê bavê xewar her razayî ma!
Lîna li ser pişta bavê xwe siwar bû û reqsûdîlan kir: Êdî bese hişiyar be ji xew lo!
Loran bi çavgirtî gote keça xwe: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu mûzîka xeweş bînê.
Lîna çû def û zirne anî, lê bav her ji xew ne rabû! Êdî bese hişiyar be ji xew bavo!
Loran bi çavgirtî gote keça xwe: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu pêlavên min bînê.
Lîna çû pêlav anî û bi pêlavan li defê xist û kir gurm û gurmîn, lê bavê wê her ne rabû. Êdî bese hişiyar be ji xew bavo!
Loran bi çavgirtî gote keça xwe: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu taştê ji min re bînê.
Lîna çû taştê anî li ber danî, lê bavê xewokî şiyar ne bû. Êdî bese rabe ji xew bavo!
Lîna rabû lihêf ser wî hilkişand û ji nav nivîna avête xwarê ser erdê, lê herwisa razayî me! Lîna bi dilxemgînî rûnişt û bi tenê taştê xwar. Piştra bi lez û bez ji odê derçû û bêdeng ma!
- Çi pi serê wê hat? Loran di ber xwe de got û ji nav nivîna rabû û bang kir: "Lînaaaa! Tu li kuderê ye!", lê Lîna bersiv ne da. Divêt ez lê bigerim, Loran ji xwe re got.
"Lînaaaa!".. Lê Lîna ne li oda xwe ye!
"Lînaaaa!".. Û Lîna ne di bin textê xewê de ye!
"Lînaaaa!".. Belkî li serşokê ye? Loran perda serşokê kişand û dît ku keça wî xwe veşart ye!
- "A wisa, va dawî tu rabûyî" Lîna bi ken gote bavê xwe.
- "Keça minî delalî, were emê kêlîkeka din di nav ciya de bi mînin", Loran gote keça xwe û wê da bir singa xwe:
"Emê hinekî hev hembêz bikin û paşê emê rabin... Sed ji Sedî emê rabin"!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark