Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Demjimêr çil û heþtê nîvê spêdeyê.

 



Mizgîn Hesko

Hîn çivîk raketî
Û refê tiliyên min
Hiþiyar...
Demjimêr çil û heþtê
Nîvê spêdeyê ye..?!


Hîn zûye...
Destên spêdyê
Bi berf û mijê dagirtî
Ne Spêde ji xew radibe
Û ne jî tiliyên min î
Ku di nav porê spêdeyê de
Tevizî
Radikevin...!

Spêdeye...
Berf dibare
Û tiliyên min î
Ku di nav destên spêdeyê de
Lerizandî...
Fîdan û þitlên ku xak
Azirandî...
Û meyvegotinên ku ji xameyê
Wêrivandî...
Demjimêr çil û heþtê
Nîvê spêdeyê ye...!

Hîna zûye...
Û dêliya takîbitenê
Ku sîbera wê
Welatek digirtî...!
Û þaxên ku hîn jî
Xwe li nuqa jiyanê
Radipêçin
Serê vê spêdeyê
Bi serdana berfê re
Hatin...
Û bi ser min de barîn.

Spêdeye...
Belgên spî
Bi nazenîn î dibarin
Gaveke din
Dê berf ber bi
Damarên axê ve biherike...

Û ev qeyika....
Ku serê vê hoþiyariyê
Nîv xilmaþ
Kî dê ....
Derengî pêlvedana bîranînê
Ji qeyika bêrîkirinê re
Bibe berav...?!

Hîna zûye...
Û çavên spêdeyê
Kor in.
Ber bi berfê ve
Bîrdanka azarên çil û heþtê
Dilop, dilop dirije...
Zûye û berf hîn jî dibare
Ji pencereya xwêsî girtî
Dinerim
Daristan...
Di bin barê berfê de gevizî
Û di bin berfê de
Kulîlkên serxweþ...!
Û tiliyên min
Hîn jî...
Ji xameyê diwêrivin...!

Hîna zûye...
Rûdêmên spêdeyê
Sar in.
Neynûkên sirê
Xar in.
Û ez di qubletgeha berfê de
Di lêgeriyaneke bê dawî
Hîna jî...
Rêyan...
Û hevokên nedîtber li ser zarê daristanê
Bi dilgermî dixwînim
Gerhok im...!
Hiþê min gerhok e..!
Û hîn...
Û tiliyên min gerhok in...!

Gerhok im...
Û di tûrikê gerhê de
Çil û heþt bar
Ji tovê bi hezê nixumandî
Kî ew çand..?
Kî ew bi firmêskên zelal
Vejand...?

Dildar...
Tên serdangeha berfînokan
Ku diçin
Li þûn xwe jibîrdikin...
Hinek ji xwe
Û pir ji qefdên dîlokan...!

Spêdeye
Û ez...
Di wargehên bi mijê
Û bîna xameyê dagirtî
Li xwe haye dibim
Ku sal...
Xapîn in
Salek...me radestî yeke din dike
Û demên bihûrî
Mîna rewrewek û xewnê
Kî me û li kû me...?
Û wiha hiþ ...
Min dibe û min tîne
Û wiha bi hin ramanan
Bîrewerî dijenê...!

Spêdeye
Û di bin berfê de
Rê kesk in...!
Li têgehên hebûna bêdeng
Û rewanê jêderên pîroz digerim
Digihim/ nagihim
Û çil û heþt salên dînok...!
Û bi dehan werzên dirêj
Geh þad
Û geh xeydok...!
Û dilê min...
Ku di nav destên zordariya temen de
Zuhabûyî û hîn ne zuha...!
Û çavên min
Ku li dergehê welatekî digerin...?!

Û demjimêr çil û heþtê
Nîvê jiyanê
Awirên te
Ku li rasta
Pêlvedana hestên min dibin
Gotinên te
Ku li têla herî nazik
A dilê min dixin
Þaxên daristanê
Ku di bin barê berfê de
Çokdayî ...
Kesk dibin...!
Çil û heþt bihiþt
Di pêjna te de
Kesk dibim...!

Kesk dibim...
Na, na heþîn dibim...!
Û serê vê spêdeyê
Û hemû spêdeyên sava
Çavên te
Ji qehweyê axê
Hilma te
Ji yasemîn û gulavê
Û li ser textê sîngê
Çar zevî sinbilên
Destnimêjgirtî
Ji þevnem û xunavê
Û hîn ...
Di lêgeriyana xwe de
Ta bê dawî....
Gerhok im
Û hîn...
Û ta xirêna mirinê
Li dergehê
Welatekî digerim...?!

Gerhok im
Diçim, dûr diçim
Û her ku dûrtir dibim
Bêhtir...
Ber bi pêjna te ve têm
Ber bi çil û heþt rojbûnên binefþên....
Ku li ser zendên te ên badayî
Digernijin...!

Çendîn...
Spêde xemrevîn dibin
Dema ku...
Bi çavên te dinerim
Di wan de kûr diçim
Û dema ku ...
Ristên min
Bi dilê te dipûnijin...!

20. Mijdara 2021

………………………………………………………………
* Hatiye belavkirin di Berhema Surperiya zîvê sihirdar de.
* Çapa yekemîn. Weþanên Sersera Avdar 2022.
* Çapa duyemîn. Weþanên NA. Havîn 2023.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark