Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: MIRÎŞKA SOR Û ROVÎ YÊ XAPÎNOK.. Lê ev qet ne rinde rêzdar Rovî.. Çîroka zarokan

 


Text: Vivian French
Werger ji Almanî: Xoşnav Dîbo

Hebû nebû daristanek û di nîvê daristanê de darek girs şîn bûbû. Di bin darê de jî xanî yê Mirîşkeka sor hebû. Mirîşka çeleng herwext piştgir û alîkar bû. Û herdem pêşmalek lê bû û di berîka pêşmalê de "ta û derzî û meqesek piçûk" hebû.
Hemû sewal û lawirên daristanê ji Mirîşka sor hez dikirin, wê cil û bergên wan pîne dikir û didirût. Û tiştek tenê ji wan dixwest: "Sipas û Fermo"!
Tevahiya heywanên daristanê ji Mirîşka sor hez dikirin. Û Roviyê hîlekar jî, ji dil û can jê "hez" dikir û dixwest bikê firavîna navarojê!


Rojekî sibehê zû Roviyê xapîner bi kêf ji xew şiyar bû, çû û hat û di dilê xwe de got:
"Way Way, îro firavîna min Mirîşka sore"!
Rovî rabû bilez cotek gore xiste tûrikê xwe û berê xwe da mala Mirîşka sor li daristanê. Li derî xist û kir teqteq.
- Ew kî ye? Mirîşka sor pirsî û derket ber derî.
- Ax, ezim Mirîşk´Xatûn, Roviyê fenek bersiv da û got: Gorên min bi qulin, ma tu dikarî ji kerema xwe re wan bidirû.
- Belê, de ka were hundir, Mirîşka sor lê vegerand.
Bi kurt û kurtasî Rovî ket hundir û hewl da, Mirîşka sor bixe nav tûrikê xwe. Lê Mirîşka sivik bi lez û bez revî û firiya jorê ser dolabê (Gardrobê) û şaşomaşo ma!
- Lê ev qet ne rinde Rovî ezbenî, çima tu wisa hîlebazî! Min xwest gorên te bidrûm, lê te hewl da min bixê tûrikê xwe.  Ev tişt qet ne başe Rovî!
Roviyê hîlekar tiştek ne got. Tenê li dora xwe bi lez zîvirî û zîvirî, ta ku Mirîşka reben sergêj bû, bê hiş ma û ji ser dolabê hate xwarê û ket nav tûrikê Rovî de.
"Heywax!", qêrî bi Rovî ket "Û niha dê herim malê".
Wî rahişt tûrikê xwe û di nav daristanê re bilez bezî. Lê germa roja havînê li ezmên di keliya û Mirîşka sor bi xwe girs û giran bû. Rovî westiya, bê çar ma û rawestiya. Êdî nema karî bû bilive.
"Waî xwedê" - Rovî di ber xwe de got:  Ev çi Mirîşkeka têrgoşt û têrbeze! Dibê ku ez kêlîkê bêhna xwe vedim, da ku rehet bibim.
Rovî di nav giya rûnişt, devê tûrik hişk girêda, xwe pal da, çavên xwe girt û pixînî pê ket, kete xewa şêrîn. Di wê navberê de, dema Rovî dikir pixpixk û xirxir, Mirîşka sor kûr pûnijî û ji xwe re got: "Pêşmalka min li mine û di pêşmalê de ta û derzî û meqeseka piçûk tê dene, weî li minê".
Mirîşkê meqes bi dest girt û kir çirçir û qûlik di tûrikê Rovî de vekir û jê derket.
Mirîşka sor li milê rastê nêrî û li milê çepê nêrî, û kevirekî girsûgiran dît, kevir rakir û xiste nav tûrikê Rovî de, devê tûrik girê da û bi ta û derzî dirût. Rabû ser piya û bilez reviya ta gihişte malê. Çeydanê çaî danî ser agir û çayeka germ çê kir.
Roviyê xapînok di xewê de ma heta roj çû bû ava. "Wax wax weî laoo", Rovî ji xwe re got û rabû ser piya. "Êdî danê êvarê ye û wextê şîvê ye". Rovî tûrê xwe rakir, danî ser milan û bilez çû malê, mala kevin û reş û tarî li qûncikê daristanê.
 "Dîngdong" Rovî bi dilşadî kir gazî û derî vekir. Tûrik danî ser erda bi toz û telaz, agir di tifikê de dada û beroşek tijî av danî ser agirê tifikê û rawestiya heta av keliya.
"De bese, hişiyar be, rabe ser xwe xatûnê". - kir qîrîn roviyê hîlekar. Wî devê tûrik vekir û hejand û berda nav ava kelandî. Kevirê girsûgiran hate xwarê û ava kelandî li hawîrdor pijiqî û bela bû.
- "Aîî bavo" qîrîn bi Roviyê hîlebazî ket, dema ku ava kelijî û kelandî li ser dûvê wî rijiya.
- "Aîî bavo" qîrîn bi Roviyê fenebazî ket, dema ku ava kelijî û kelandî pozê wî sotand.
Edî Roviyê dûvşewitî hew karî bû bilivê û bi zorê û heft koteka giha ber derî. Rovî bi bez û lez revî û car din ne hate dîtin.
Mirîşka sorî xizmetkarî, herwisa li mala xwe ya bin darê li nîvê daristanê, jiyaneka bextewarî û dilşadî di doman. Wê herûher û hergavê cil û bergên lawirên daristanê di dirût û pîne dikir. Û herdem pêşmalek lê bû, û di berîka pêşmalê de hertim Ta û derzî û meqeseka piçûk hebû.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark