Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Çend helbestên helbestvanê Alman GINO LEINEWEBER ji pirtûka wî ya bi zimanê Îngilîzî “Her Tiþt Rast e”

 



Wergerandin: H. M. Hebeþ

BÊHNVEDAN

Ez ne bîst salî me
Gewdê min jî ne xweþik e
Lêbelê
Ez li tetîlê me.


BAV 1

Bavo bavo
Te hem demî barkir

Lê divê te wisa nekiriba
Û divyabû ku te dîsa wisa nekiriba
Te ji bo xatirê kurê xwe çikir

Gava ez di ciwaniya xwe de çûm
Min hewl da ku xwe bibînim.

Lêbelê, min çi dît
Gava li xwe dinêrim
Tu bûyî-her dem tu.


BAV 2

Ew rastî ye.
Mirina bavekî
Bûyera herî girîng e
Di jiyana mirovekî de

Ew dîsa rastî ye
Tu wê yekê nizanî
Heta ku biqewime

Þîna ku niha diherike
Ku destên xwe di stûyê te re dibe û te himbêz dike
Li þûna bavê te
Dê her dem bi te re bimîne

Tu bextyar bû.
Mirovek hebû ku te jê hez dikir

Ew hest
Dê nemir e.


PENAPER

Hejmareke mezin ji mirovan,
yên ku birçîbûn yan jî li keviya civakê bûn
ber bi cîhaneke din ve hatin kiþandin

Bi hêviyên gewre ji þahî û bextewariyê
li ser rêya welatê sozdana pere û dewlemendiyê,
ferq nake ku meriv çawa bi dest bixe.

Zehmet bû kontrolkirina zevbûna gel.

Ew bi sedhezaran bûn
ji gund û bajaran
ji hemû aliyên Ewropayê bi carekê
berê xwe ber bi çihana nû ve kirin.


CIRNIS (TÎMSEH)

Ez ne cirnis im
Ez mirov im
Lê ez ne mirov im
Ji ber ku ez ne cirnis im
Mîna cirnis e
Ne cirnis e
Ji ber ku ew ne mirov e
Her çend ew teqez e
Ger ew mêr bûya
Wî nikarîbû bibe cirnis

Ta radeyekê, weke ku em dibînin cîhana me têra xwe tevlihev e.
Lêbelê, di rewþek din de, tiþtên vala hêsantir in.

Li wir ez ne cirnis im û tîmsah jî ne wiha ne.


SIBAT

Rojên meha sibatê herdem kêm tên hejmirandin
Ne wek meha çiriya paþî
Meha ku bandorek xemgîn dide
Yan jî meha çileyê pêþî
Bi hemû tiþtên xwe yên xweþ yên kirîsmisê.

Çile kes bi rastî jê hez nake
Çi rehetiyê dide gava ku ew bi dawî dibe
Ew her dem di meha sibatê de tê dirêj kirin
Ne ji bo hefteyekê an du hefteyan - na
Lê ji çar hefteyên bêtir.

Lêbelê, Sibat meha herî bikêr e
Ronahiya wê hêviyê dide erdê
Û siyên kurtir
Her roj dirêjtir dibin.

Bêyî Sibatê
çiyî din dikare biharê veþêre
yan tiþtên din yên raz
ku dikarin bibin sedema
hêviyek mezin ji bo salek xweþ.

Û ji bo ku em gencîneyê binirx bibînin
hewl bidin ku çavkî li piþt perdê bigerînin
Li þûna ku em tenê li jêr dinihêrin û diherin
Zeft kirin hejandin nalîn
Sar - Berfî – Þil


KONSERA GIYA

Hûn bi biwêjan dizanin
Guhdariya þînbûna giya bikin

Min ji xwe pirsî
Çiqas pêkenok e?

Ez nikarim þînbûna giya bibihîzim.
Ez bawer dikim ku tukes nikare.
Ta ku min ramanek ecêb xwend
Ku hinek dewar wê yekê dikarin.

Baþ e - pirs ev e
Ew çawa dizanin?

Ma wan dewaran ji wan re got?
Ger wisa be - Kîjan ji wan?


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark