Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ŞEHFELAN

 


Berhevkirin:Birahîm Qasim

Dermanê Penceşêrê ye.    
Hin Nojdarên kurd ji mêj de berhemên vê mêwê ji bo gelek nexweşiyan pêk tanîn.
Ev mêwe darkok ke , bi xar û zindî ye, havînî ye,û pir şax e, bihtirê xwe li derdora xirabcihan, nav mezelan, li ber dîwarên kavil û li pesaran di nav latan û tehtan de şîn dibe, ew bi xwe ne dareke aviye ji ber vê êkê li beriya kêm av bi piranî tê dîtin.


 Kulîlika wê mezin e, dema divebe pir ciwan e,  pelên kulîlkê  ji spî û sorê zelal e, nêriyên wê rengê wan bi ser xemrî ve ne, paş re dibe pişkojek keskê tarî  biqasî pîvana pişkoka xecxecokê ye, dema pişkoj divebe  sorek tarî û pir sîsikên hûr tê de ne, tama wê tûj û şîrevalkiye.


Di hin destnivîsandinên FIR`EWNIYAN de hatiye ku hin derman ji Şehfelanê çêdikirin bi taybet nexweşiya Penceşêr û kulbûna navbera movikên stûna piştê .
Hin zaniyarên nojdar piştî lêpirsînê û xebitandinê gihiştin rastiya vê yekê ku ŞEHFELAN dermanê gelek nexweşiyan e, wek nexweşiyên Pişê, Patereşê û dijî tevzandina xwînê di rehên dil û can de her weha wan paqij dike û hem alîkar e ji bo serafa xwarinê, hinav û roviyan jî nerm û paqij dike û nahêle ku Zik û Ûr mezin bibe her weha Gurçikan ji bermayan vala dike û alîkar e bi pişê re da sol û bermayan ji hindirê wê derînê der.


ŞEHFELAN dermanê gelek nexweşiyên dî ye mîna kulbûna movikan, rawestandina kulbûna dinan û pidiwan, bişkoka hîn kulîlk dijî ava spî ya ku tê ser çavan.


ŞEHFELAN tê xwarin bi gelek rengan, hin wek tirşiyê bikar tînin û hin hişk û hûr dikin paş re ser xwarinan û selateyan wer dikin û hin jî şaxên nazik qelandî yan kelandî dixwin, dibêjin: hinguvînê ŞEHFELANê herî hinguvê baş e.
Gelek welat guhdanê bi çandiniya wê dikin mîna Sûriya, Firansa û Espaniya û hin welatên Ereban, piraniya berheman diçin bazarên Oropa yê.


Li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li derdora Dêrka Hemko û deşta Hesinan û beriya Qereçoxê ev Mêwe dihate dîtin lê mixabin noke pir kêm maye, ew jî bi sedema Cotarî û çêrandina Ajalan.
Ji bo pêwîstî û giringiya wê, hem derman û hem xwarin, gerek Cotyar agahdar bin û dinav rez û bexçên xwe de biçînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark