Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rola kovara (Ronahî )di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek:2

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Gotar di (Ronahî) de
Di xeleka yekê de, me navnîşanên gotarên cuda yên pênûsên cuda  pêşkêşî xwendevanên lêkolînê kiribûn, lê emê di vê xeleka duhem  de  bi kurtasî li ser naverokên hin gotarên kovarê jî rawestin û baweriyên xwe di ser têdayên wan de jî bi kurtebirî  bidin diyarkirin.
Sernivîserê kovarê kurtegotarek di hejmara (1) ê de li ser Êlîzabêt  weşandiye ; ew  di wir de bi van wateyan  dinivîse: Êlîzabêt  bi hevjînê xwe re li rex gelê xwe ji bo destxistina azadiya welêt û kişwera xwe   radiweste,ewa  bi hemû şêweyan  û li her  cîhekî û li her civînekê  amede dibe û têkoşînê dike, ewa bi erkên xwe yên niştimanperwerî mîna her nişteciyekî  radibe.


Em bawer dikin ku Mîr Celadet Bedirxan bi zanîneke bilind helwesta  Êlîzabêt û hevaltiya wê bi hevjînê xwe re dinivîse û ew bi vî  şêweyî nameke taybet  ji jin û mêrên Kurdan re dişîne  û  waneyekê ji civaknasiyê dide wan û nirxa jina pêşketî ji civaka Kurdî re dide nasîn .
Lê sernivîser di hejmara sisiyan de  mijarekê  di bin navnîşana (şer mêranî  û camêrî  ye) diweşîne ; ew di wir de dibêje:Di şer de  mêranî  şertê (mercê pêşin e),belê  mêranî  di her tiştî de  qenc e û di her tişî de  bi kêr têt.
Lê gava  dijmin  ji desthilatê ket û teslîm bû (xwe radest kir ) êdî  li wî xistin ne mêranî ye, lê ew  bêbextî ye.
Di vir de  sernivîser nerasterast bi xwendevanên kovara xwe re dibêje:Divê miletên bê mafên netewî bindest nemînin ,di vê rewşê de berxwedan û pêdarî bi mêranî  pêwîst in.  
Di hejmara çaran de,sernivîser gotarekê bi navnîşana(Ev kî ye ?) diweşîne, ew  di wir de dibêje: Kalemêrekî (57) salî dixwîne? Lê kî ye ev kalemêra eyan ew Qeral e? Eyan ew Impirator e,serekdewlet e, yan ew qehremanek e ?Na ! Ew ne yek ji van hemûyan e, ew şagirtekî dibistanê ye,ew ji Londinê ye,navê wî Albêrt Arthur Lewis e, ew dewlemend e û niha  ew li zanîngehê  xwendekar e,Celadet bi Kurdan re dibêje:Ey Kurdno! Ji kalo îbretê bigrin!
Dîsan Celadet gotarekê bi navnîşanê (Erefat) di hejmara (5) an de  dinivîse:Hesen Axa seredana min li Şamê dike û ew ji min dipirse,gelo hejmara nû ya kovara (Hawarê) derçûye ?
Celadet  ji wî dipirse,gelo  kes li Cezîrê ( Hawarê) dixwîne ?
Hesen Axa dibêje:Belê, pir kes wê dixwînin û ew gotara bi navnîşana  (Erefat) bi nav dike û dibêje:Ez pir dixwînim û ez herdem li (Hawarê) dipirsim, gelo ewa derçûye yan na?Erefat navê kesekî cotarî ye  dajo, ew di ber cotê xwe re kovara (Hawarê) jî dixwîne,li dawiyê Celadet di gotara xwe de bang li kesên Kurd; Axan û  Began dike ku ew  zimanê xwe bixwînin.
Di hejmara (6 )an de gotarek bi navnîşana ( jin û derew) bê diyarkirina navê nivîskar hatiye weşandin,lê li gor texmîna me, gotarnivîs dîsan  Celadet Bedirxan bi xwe ye. Gotarnivîs weha destpêkiriye:Metelokek japanî gotiye:(Hecî zane baxive,derewan dike). Ji lewra jî divêt mêr jî derewan bikin û ew hîn jî dinivîse:Kurmancan jî gotine:(Ji weynên jinan çiyayê  Cudî  xwar bûye ).
Ew hîn dinivîse:Di wextê berê de  tiştine holê ji xwenda û zana  dipirsîn,lê îro van tiştan ji artîstên sînemayê dipirsin ji ber ku ew rind dizanin maç bikin, qey ew di her tiştî de şehreza ne,îcar ew rabûn û ji artîsteke sînemayê Bolît Godard pirsîn:Ma çima jin viran dikin? Artîstê gotiye: Carekê Çarlî Çeplen ev ji artîstekî  sînemayê,  lê yekî nêr  ji min pirsî bû,ma hûn jin çire derewan li me dikin,hîngê min lê vegerand û got ji ber ku hûn mêr derewan li me dikin, eger  em derewan dikin, ew ne socê me ye ,mêr bi xwe me bêgav dihêlin ku em derewan bikin .
Dîsan di vir de gotarnivîs nimûnek berçavkirî ji xwendevanên xwe re  dinivîse:( cejna jinekê ye,mêrê wê ji wê re çentak destan aniye,lê berê  li nik jinikê sê çenteyên din mîna wê hene, mêrik ji jina xwe dipirse:Kêfa te ji vê diyariyê re hatiye?Jinik weha dibersivîne: Min ji xweda hêvî dikir ku
çentak welê(wisa) têkeve destên min). Gotarnivîs ji xwe û ji xwêneran  dipirse, dêmek ewa çawa rastiyê ji mêrê xwe re bêje û dilê mêrê xwe ji xwe bihêle!!???.
Li dawiyê em dibêjin ev pirsgirêkek civak û derûnasî ye, gengeşe li ser naveroka vê mijarê dikane di pir aliyan de bibe, gotarnivîsê me tiliyên xwe
datîne ser diyardeyek pir hestewar û dikane bi wê hest û hişên xwendevanên xwe di warê civak û derûnasiyê de bileqîne .
Divê em  vê rastiyê jî berçav bikin ku Celadet Bedirxan di vê gotara xwe de nêrîna xwe ya taybet  li ser derewên jinan û mêran ne daye xûyakirin .
Ez bawer dikim ku her lêkolînerek  û yan her xwendevanê vê gotarê  wê dilxweş bûya, eger Mîrê me,wek  rojnamevan,têkoşer û zimanzanê  mezin  nêrînên xwe jî bi zelalî li ser  vê pirsgirêka derûnî  bida xûyakirin û bi ya me
be, tunebûna nirîna nivîskar di vê diyardeya jorîn de  lekek rojnamevanî û zanistî ye .
Herweha jî rojnamevan Celadet Bedirxan  di hejmara (7) an de  gotarekê bi navnîşana (Germanistan  bi yar û neyarên xwe ) dinivîse: Ordiwên Alman di qadên şerê Urus de nemaze di Stalîngradê de ketine  delavne teng û ji milê din jî  serkarên Nazî di hundirê welêt û di pişt eniyê de bi dijwartinene mezin pev diçin .
Herdîsan  jî di vir de  li ser rewşa jiyana rojane û kêmxwarin û nanên rojane  li nik Almanan hatine xûyakirin,ji ber ku gelên derdorê nedixwastin  alîkariyê bidin leşgerên Almanan,lê şêniyên navçeyên Sovyetî digotin:Emê bi zadê xwe zarokên xwe xwedî bikin û emê  ne xelkê dijmin  xwedî bikin.
Celadet dibêje:Di vê rewşê de,rewşa Romaniya ji hemû dewletan xeraptir e  û ta niha  zirar û ziyana wan ji kuştî,birîndar,windabûnê gihaye  500 000.  mêr, ew hîn dinvîse: Bi kurtasî;  eger miletên Ewropî dost bin  yan dijmin bin,ew hemû ji rêberê  Gêrmanistanê Hitlêr têşin  û bi vî awayî armanac; ne tenê neyarên Hitlir bû,lê belê Hitlir yar û hevalbendên xwe jî  dixeyidandin,li dawiyê:C.Bedirxan dibêje:Herçendî şer  dom dike,dêmokrasî xurt dibe).
Dîsan sernivîser gotarekê bi navnîşana (Di gundekî Stalîngradê de) dinivîse:Şerê Stalîngradê  çend  rojên  dom dike, lê Rusan  mêrantîyek ecêb
Şanî daye û C .Bedirxan li ser zimanê  rojnamevanekî Rus Alekî  Marlov dinivîse:Em di berbangê de gihane gundekî li derdora Stalîngradê,ew gunda vala bû,lê li ser berfê şopine piyan xûya dikirin,lewra jî  berpirsiyarekî  gotibû , gelek diyar e ku dijmin  hin caran  dikeve vî gundî,  lewra jî; divê em  li vir xwe veşêrin  û  li dijmin  bipên,lê leşgerên Almanî  hatin û ketin vî  gundî, lê Alman di deriyên malan re ketin hundir malan,  lê ew di rodankên van malan  re jî direvîn ,lê wan hemû hundirên malan lexem jî kiribûn taku leşgerên me vegerin malên xwe û ew di hundiran de bimirin,lê leşgerên me kanîbûn leşgerên Alman di wan hundiran de jî bikujin  . Hejmar (10).
Herdîsan  Silêman Ferho  gotarek dirêj di bin navnîşana( Ji Honkong heta bi Nûyorkê ) diweşîne;ew di vir de  dibêje:Honkong li Rohilatê Çînê  giravek e,ewa wargehek e Îngilîzî ye,par Japanan  Honkong  vegirt û Emêrkaniyek  bi navê Jan Henrîk Marsaman hebû û ew hate girtin .
Marsaman xwe  ji nav lepên  Japanan rizgar kir û ew ji Honkongê revî û di serpêhatiya xwe,di rojnameke Êngilîzî de nivîsiye:Em hemî  xistibûn xestexanekê (nexwaşxwanekêe )û di nav me de rajêrên her dewletê hebûn,fermandariya Japanî(emir kir) yan  ferman derxist;ku herçî Talyan, Alman ,Îswîçî.portêgal  û xelkên girava Filîpînê  ne serbest bihêlin.
Ew dibêje:Ez çûm cem zabitê Japanî,ewî peya ji hev dibijartin  û hin serbest dihêştin ,lê zabit gote min :Tu ji xelkê kû derê yî ?
Min got:Ez Filîpînî me .
Zabit dîsan pirsî :Tu  li kû  ji diya xwe bûye ?
Min got:li Holenda.
Zabit  dîsan got:Holenda şerê me  dike,divê tu herî (Qeregeha hêsîran ) !
Filîpînî dîsan got:Yanê tu dixwazî min dîsan bişînî  girtîgeha  hêsîran ?
Lê li dawiyê; hêsîr zabit  qanî  kir (bawerkirin da) ,zabit wesîqe (belge) daye hêsîr  û bi wî re got:Tuyê di nav bajêr de serbest bî,lê tu di bin  nezaretê (çavdêriyê ) de yî ,lê piştî demekê  hêsîr  xanîyekê  ji xwe re li nik jinekê  kirê dike û  di pişt re ewî  hevalên xwe yên Çînî  dîtin û hevalên  Çînî cilûbergên çînî jî li wî kirin û ew mîna hemwelatiyek Çînî dihate naskirin û bi vî rengî  ew gihaye roja (6) Reşmehê cejna Çîniyan û di vê rojê de ew  ji ber Japaniyan direve çiyan.
Lê di vir de jî gotarek din  bi pênûsa H.Hişyar hatiye weşandin,ew  dibêje: Divê  rûpelên (Hawarê)  ji xortên xwendevan re vekirî bin  ta ku ew jî di  warê hişmendiyê û rewşenbîriyê de pêşkevin û ew di gotarê de peyva Mîrê mezin bi bîrtîne û dinvîse:Mîr nivîsiye:Hawar kursiyê milet e, herkes nikane hilkişe ser û bêje .¬
Herdîsan di vir de Dilawer Çarpîne  gotarekê  bi navnîşana Stalîngrad  dinivîse,ew di vir de dide diyarkirin ku çawa Alman ji bajarên dagirkirî dîsan xwe  vedikşîne , gotarnivîs di vir de pesnê leşgerên Sovyetistanê dide û  ew dibêje: Ji ber ku leşgerên Sovyetistanê qehreman in,leşgerên Alman bi mehan di vî bajarî de bûn,lê leşgerên  Sovyetistanê bi mêranî ew ji bajêr derxistin û bajarê xwe ji wan rizgar kirin.
Di vê hejmarê de dîsan nivîskarê naskirî Hesen Şiyar dinvîse û ew raste- raste bang li Kurdan û nemaze li xortan dike û dibêje:Gelê Kurdan, divê hûn van peyvên min li her civakê  ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji temarê(xewa kûr ) hişyar bibin. Hej. (12).
Dîsan Şiyar Hesen gotareke din balkêş bi navnîşana (Bangê Kurdan) diweşîne,ew di vir de dinivîse:Gelê Kurdan ,nemaze xortên xwendevan,  ez ji we hêvî dikim,hûn vê nivîsa min li her derê û li her civatê ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji xewa temar hişyar bibin û ew hîn dibêje:Xweda ji tevaya însên re mêjî dane, serî ji bo heş e, çav ji bo dîtinê ye, guh ji bo bihîstinê ye, dev ji bo bersivê ye, dest ji bo xebat,şer û parastina giyanê xwe û nijad e …….)Ew hîn berdewam dike û gotinên xwe arastî  miletê xwe dike û dibêje:Em ne kêmî  tukesî ne,lê çima em  bindest in, jar û paşdamayênê  her  nijadê ne,em bindestiya hev qebûl nakin ,xebat û havilên hev napesinin,arîkariya hav nakin .
Kekino,birano, apino!Çavên xwe vekin û li dinyayê binêrin di riya  welat  û nijad de,li nik xelkê  mirin çawan erzan e…, û ew dîsan bi vê  wateyê dibêje: Eger em hînî tîp û xwendina zimanê xwe nebin, ma ev ne şerm e ! Herweha jî nivîskar di vir de gilûgazinên xwe ji gelê Kurd dike û dinivîse:Hûn rojnamên biyaniyan bi buhatirîn nirx dikirin, lê hûn rojname û kovarên me bi nirxên erzan nakirin !!! Hej.(13).
Herdîsan  hin gotarên  curbicur û bi hin  pênûsên  nasdar,1- Boketî heqê  min e.2- Madanê ko ji ava behrê derket (Smaîlê Serhedê), 3-Alman di çi halî de ne (Xelîlê Genco).4 Sehên  zozanan (Qedrî Can) . 5-Di nav  mirovên  însanxwar de  (Hesenê Mistê).6 Civata bêdeng (Hesen Hişyar ), û hin din.
Xelîlê Genco di  vê hejmarê de gotarekê bi  navnîşana ( Aleman di çi halî de ne? ) wek halê  di sala 1918 an de ye) diweşîne,ew di vir de bi kurtî wisa dibêje:Vê paşiyê yekî biyanî ji ber lepên Alemanan  xwe  xelas  kiriye
 (rizgarkirîye) û ew hatiye Londinê,ewî çi tiştên ku li Berlînê û li bajarên  din li Almaniya dîtine ji rojnamevanên  Londinê re qise dike û li gor ew dibêje: Piraniya Almanan ji zefereke tekuz û qehar re nema bawer dikin,
lê ew hîn diêjin ku Hitlir wê bikare Almaniya  bighîne  silheke  maqûl, yanê Hitlêr wê bikane  Almaniya ji talûka Belşevîkan û ji hin din  xelas bike, lewra  menewiyata Almanan  hetanî îro  jî qenc dikare bête hesêb .
Ew zilama hîn dibêje:Alman dibêjin:Hemî qewetên Almaniya di keleha Ewropayê de bêne hesbandin, ew keleha nayê zeptkirin …..,Ûrus  wê bizanin  ku  di xizmeta  Anglosaksonan  de  bi tenê  ew in  ku şer  dikin  û xwîna xwe ji bona wan dirêjînin,lewra jî ewê  xwîna xwe ji bona wan dirêjînin, lewra jî ewê êrişa xwe bisekînin û nema qesta Rojavayê dikin, Anglosaksonan naxwazin Rusiyeke muzefer bibînin  ji ber ku  ew jî bi taluka sor hesiyane û ji van gotinan dixuye ku Alman hîn umîda zeferê wind nekirine,ew bawer dikin ku bi lihevhatinekê  bi Ûrus  yan bi Anglosaksonan re,ewê bikanibin xwe ji perîşaniyê xelas bikin,rewşa Almanan mîna sala 1918 an  xerap bû, lê li  dawiyê gotarê nivîskar dibêje:Hitler nema kane vî şerî bibe serî .  
   Dûmahîk heye
   Efrîn.  2023

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark