Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jiyannameya Mehmûd Sebrî 1937-2023

 


Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bi devera Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek,  devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.

Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, li sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zankoya Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.


Berhemên Mehmûd  Sebrî yên kurdî û çapbûyî ev in:
1- dîwana (nîgarên kul û derdên jiyanê).
2- dîwana (doza giran) beşê yekem.
3- Dîwana (doza giran) beşê duwem.
4- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê yekem.
5- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê duwem
6- Nerînek di terazûya ristên kurdî de.
7- Hin hest û ramanên netewî û civakî.
8- Nasnameya Kurdî li Sûrya.

Mehmûd  Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan bû.
Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya demokrata kurdistana Sûriyê bûye.

Her wisa yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).
Li 18.07.2023 li bajarê Hisiçe- Rojavayê Kurdistanê di jiyê 86 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.
 Qamişlo 19.07.2023
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark