Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di rexnekirina netewībūna Tirkī de

 


Rêber Hebûn

Û dibe ku  ji rewežta netewên desthilatdar ve be ewên xwe bi demborîneke xwînî ve biçek dikin ku pêžde biçin ji bo bindestkirina gelên yên ku  ji serweriya wan re xwe ditewînin, ev yeka di hižmendiya sîstema Tirkî de û çanda wê ya rabûyî li ser nefret û hilkižandina gelên ne Tirk diyar dibe û pižaftina wan di pergalê xwe de,ev hizr dimîne kelemeke mezin li pêž guhertina demukratîk û çûna li pêž bi gavên pêždemayî ve.


Pirûjeya a dibêje bi pêdîvîbûna wežana giyana evînê li heyînê, û serkeftina li hember efsanê bi rêya zanînê, û ew nefretbûn a ku serkotkirina berdewam wežan dike diyarbûneke ji sawa nezaniyê re ye,  mirovê zanyar li heyînê dorpêç dike, ta amadekirina žerê rûbirûbûnê li hember dijminê gefxwar ji nirx û jiyana gellekî resen re li ser erdê xwe yê dîrokî dijî, di eynî demê de bi rahijtina jinê ji çek re li rex mêr tê diyarkirin, li gel wê ceng ji bo guhertinê ye û pêkanîna dadmendiyê bi wê xwesteka ji azadbûna erd ve tê pêkanîn, azadbûna erd naye pêkanîn ji bilî azadbûna henas û rizgarbûna wê ji kêmanî  û hilwežandinê, xwestina wê ku rizgar bibe û ji talîzoka koçberiyê û hestbûna bi bêzariyê ve derkeve, ceng ji bo yeksaniyê bin siha baweriya mirov bi xwe pêktê ,kanîbûna wî bi pêkanîna serkeftinê bi rêya beždariyê bi sazîkirina jiyana nû re.
Pir axaftin li ser hevgariya civakê bin siha desthilata fažî ew tižtê ku romana rastîn baž dikare li ser raweste û dikare bûyerê bike belgenameyeke wijdanî dikare bandoreke baž li ser çêja wergirtî bike, taku tehliya jiyanê pesindan bike bin siha zor û gendeliyê yên ketibûn e movikên jiyana civakî û siyasî li Kurdistanê bi gižtî ve û li bakûr yê bi Tirkiyê ve girêdayî bi taybet ve.

Kêliya hêrsa cemawerî zêde dibe bi zêdebûna hestê xwe bi zora sitemkarî û zorkariyê ve yê ku di dermafê wê de bi demê re tê duristkirin, ji ber ku hilkižandin û pižaftina berdewam hîžt ku tirs bibe nanê dewleta Tirk yê ku dide civakên ne tirk bi navê ku ew civak divê bawer bibe ku ew Tirk e, ji bilî vê rêyê mafê wê nîne ku li vê cîgehê bijî, ev sitemkariya bi bîrdoziya nefret û bîzandina nijadperestî ve dorpêçkirî ye, di hizrên nifžan de tê çandin, û dihêle ku bermaya zorkariyê ji serdemek ta serdemekî ve bête veguhêztin, ev hižmendiya eger newe guhertin wê gelekan dehf bide ji bo bibin êzing ji vê cenga bîrdozî re a ku aramanca wê setimandina nîžanên hevjiyaneke hevbež , berhinde çêdibe kirîna cemaweran bi rêya peran û dehfandina wan ta bibin kirêgirtî hevdû bikujin, û yên naxwazin vê yekê pêkbînin wê di zîndanan de bêne çekirin, pere tê wateyê pižaftin e di nav tirkan de,û tirs ango mirin an berçavkirin e, ji ber vê van milhuriyan  gelan hîžtibûn di rêyeke tarî de biçin, li gel wê me êdî naskir hovîtiya van sîstemên totelîter yên hêza wana cemawerên paždeçûyî derbas kir, ji ber vê yekê gel tenê nikare van ricîman hilwežîne.

  Tenê bi rêya destwerdana derveyî û sûdwergirtina ji nakokiyên dewletên mezin ricîma milhûr li rojhilata navîn tê roxandin( Îraq- Lîbiya)  jibilî wê zorkarî naye dehfandin û herwiha jî guhertin naye pêkanîn.

Û di vê derbarê de ez dikarim bibêjim ku ti gerentî nîne ku duristbûna destwerdana derveyî û hingemeya cemawerî wê karibe van sîsteman ji naverokê wan ve biguhêrîne, pêdiviya vê yekê bi gelek žorežên dijwar hene ta çaxê em bikaribin li ser raperîneke hižmendî  ji bo hižmendiyê biguherîne biaxivin, ev  yeka  jî zor e.

Dijminatiya gelan wêrankirina wê bi demê re zêde dike, ji ber ku ricîmên navendî bernakevin ku qet û qut cemawer bi alavên kevinžopî ve nayên tewandin, herwekî nezanîkirina milletan û hižbirkirina wan bi rêya ol wê zêde bibe alîkar ta bibin alavên pêkanîna pîlanên dewletê li derveyî sînoran, derxistina aloziyên herêmî ew ji berhema babidestî  û bêzariya van dewletan e ji bo ku aloziyên xwe hembêz bikin, û mayîna Kurdistanê mîna mêtingehekê di navbera van dewletan de  wateya wê guhertina naveroka wana ta demeke ne berçav, ji ber ku gellek heye naye pižaftin û  bi hemî awayan tekožînê dike û zor û sitemkariyê dikžîne  û radest nabe, ew hertimî pêžve diçe wekî  gelên cîhana azad , û tižtê ku ragihandina milhur pala xwe didêkî ew kirina jinê mîna destikêkê ji têkiliya zayendî ve û kelupelkirina wê bi awayekê ku bihêle gilêza dilbijînkeran bête xwarê,ango bibe bi pileya lawir, li rex vê yekê dîtina olî a siyasî ji jinê re li gor dûrbîna dewleta netewislamî ku ew destikeke ji nermkêžkirina zayendî ye  û zaroanîna berdewam.

Ev hîžt çav bi dû aliyê surižtî ve biçin, ji ber ku bandorek xwe heye li ser guhertina takekesan ve berve beloqbûn û sertiyê, û ev yeka ekranên ragihandinê parastibûn ji bo mijûlkirina cemaweran û bindestkirina wan ta demeke dirêj.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark