Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di bīranīna (66) saliya damezrandina Partiya Demoqrat a Pźžverū ya Kurd li Sūriyź de

 


Hižmend Žêxo

(Xwendinek di rêveçûna Partiya Pêžverû de)
Bi helkefta bîranîna (66) saliya damezrandina partiya me ez vê kurte nasînê diyarî giyanê bavê xwe û hemû hevalên damezrêner  û xebatkarên "Partiya Pêžverû" dikim , Herwiha ez vê bîranînê li tevahî Gelê Kurdistan pîroz dikim....
 Di dawiya sala (1956)an de Sê nižtiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîž û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û di benda wê ya çarem de wisa dibêje :


"Çi gava siya koledar ji ser welatê me Sûriyê bi dûrkeve û rêya têkiliyên derve bête birrîn , P.K.D.S ji bo (400000) kurdên ku li Cizîrê , Kaniya-Ereban , û Çiyayê Kurmênc dijîn dê rêzanek taybet bixwaze , Da ku mafên wan ên siyasî , civakî û zanistî di nav welatê Sûriyê de bê parastin."
 Pižtî danûstandin bi hejmarek ji xebatkar û rewženbîrên kurd re li Parêzgeha Helebê hate kirin hersê hevalên pêžîn û hevalên Efrînê gihan biryarekê li ser dîroka damezrandinê û hinek guhertin di navê partî û tozika navxweyî de bibe , û di çardehê Cehzerana sala 1957an de pêžengên gelê me (Nûredîn Zaza , Osman Serbrî , Hemzê Niwêran , Ebdilhemîd Derwîž , Režîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Žewket Henan , Xelîl Mihemed , Cegerxwîn , Žêx Mihemed Îsa) weke desteyeke damezrêner (Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên kurdan di welatekî Demoqrat de pêk bîne. Lê pižtî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan (Sûriyê û Misirê) de çêbû wê demê dest bi girtina çalakvanên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemû heval , dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji lêxistin , kehrebe , kotek û ižkenceyên hovane , Lê vîna gelê kurd û hižmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan regezperestan bi hêztir bû , Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiyê biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û žêst gundî Efrînê da ku neyarên gelê me zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye Lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî , û Ji wê rojê de hižyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
 Pižtre hikometa jêdabirrînê bi armanca tunekirina hebûna netewî ya kurdî dest bi pirojeyên nijadperest kirin wek pirojeya amara awarte di sala 1962an de û pirojeya zinara erebî di sala 1966an de bi armanca peydakirina kembereke nijadperest da ku cudahiyê di navbera herêmên kurdî de li Sûriyê û Kurdistana Turkiyê  de bike û gelek piroje û kiryarên nijadperest mežandin lê tevî wê vîna heval û xebatkarên partiya me neçelmisîn , lê belê hêzeke zêdetir da wan ji berdewamiya xebatê re ji bo parastina hebûna netewî ya kurdî û peydakirina mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re di çarçewa dewleteke demoqrat û pir netew de , herwiha wan kiryarên žovînî nikarî bûn bandorê li ser Siyaseta  me ya rêyalîst û rastbîn bike , ew siyaseta ku "Partiya Pêžverû" li ser bingeha netewî û nižtîmanî ava kiriye dûrî siloganên qebe , û ji ber vê yekê partiya me guhdanek taybet û girîngiyeke mezin da pêžxistina peywendiyan bi hemû pêkhatên civaka sûrî re ji ereb , suryan , kild û ažoriyan re.
Di vê bîranînê de ez dixwazim xebat û helwestên Partiya Pêžverû li ser sê astên sereke nîžan bidim
Yekem : Li ser Asta Nižtimanî ya Sûrî
Pižtî sala (1970)de  partiya me zêdetir di nav tevgera nižtimanî ya sûrî de xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cihê xwe girt û bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Žamê) de , Lê pižtî ku bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî nižtimanî Sûrî û kongirekî nižtimanî kurdî kir û di wê çarçewê de xebata xwe berdewam kir.
Duwem : Li ser Asta Netewî ya Kurdî
Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê di Çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna gelê kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , û bi dirêjahiya salan di jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di pižtgiriya tekožîna gelê kurd li Kurdistana Bažûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de kedkariyek mezin daye , herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li her perçakî Kurdistanê , Lewre Partiya Pêžverû bi dirêjahiya salan rastî gelek astengiyan hatiye û gelek êž û azar dîtine ji zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , lewre di gelek qonaxên xebatê de žerê me hatiye kirin carekê bi behaneya (Markisiya Lênînî), û carekê jî di bin navnîžana (Berzanî û Berzanîzmê de) , Tevî ku dijminê me bi tundî žerê me dikir , lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî , û li hember vê yekê li gor karîn û zanîna xwe "Partiya Pêžverû" herdem bi hižmendî xebata xwe berdewam kiriye û bi tundî li hember siyasetên tunekirin , pižavtin û dagîrkeriyê rawestiye.
Hevalên xebatkar , dostên rûmetdar :
Bîranîna (66) saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan û hersê Herêmên me (Efrîn ,Girê Sipî û Serê kaniyê) hîn di bin agirê dagîrkeriyê de ne , Dewleta Turk bi hemû žiyan û pêkanên xwe berê xwe dide gelê me yê Azadîxwaz û li pêž çavên civaka navdewletî bi direjahiya (58) rojan bi hemû çekên xwe yên giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê bêtarê "Patiya Pêžverû" xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêž dost û dujminan û bi taybetî žermezarkirin û nebeždarbûna partiyê di kongireya (Sotžî) de , Herwiha gelek pêžinyar û destpêžxeriyên din hatin kirin wek : Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber dagîrkerên Turk were girtin ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî ye , Lê mixabin kes bi hawara me nehat û pižtî pêncî û hežt rojan hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên ku bi navê artêža nižtimaniya sûrî têne naskirin bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û silogana (Elah û Ekber) derbas navenda bajarê Efrînê bûn û dest bi talankirina mal û samanên kurdan kirin..
 Xwendevanên hêja:
Di vê bîranîna netewî de hêjayî gotinê ye ku cîhan di siya rewžek navdewletî kerje û bargedar de ye di navbera hêzên mezin de nemaze pižtî žerê Rûsiya û Ukraniya , tê pêžbînî kirin ku wê encamên metirsîdar li ser pêžeroja mirovahiyê peyda bike , û bi taybetî li ser peywendiyên navdewletî ji ber pevçûnên di navber Rojava û dewletên Nato ji aliyekî de û Rûsiya ji aliyekî din de û eger ev qeyrana li ber xwe bide wê bandorek neyênî mezin û metirsîdar li cîhanê bi seranser û li herêma Rojhilata navîn û bi žêweyekî taybet li ser welatê me Sûriyê hebe ji ber hebûna hêzên Emrîkî û Rûsî li ser xaka Sûriyê qeyrana Sûrî dirêj dibe û asoyên çareseriya siyasî bi dûr dixe .
Em bîranîna Žêst û Žež saliya partiya xwe vedijînin lê hîn qeyrana Sûrî berdewame û tu aso ji çareseriyê re xuya nakin lewre êž û azara gelê sûrî zêdetir dibin û ji encama rewža aborî  û zehmetiyên jiyanê li gor amara Neteweyên Yekbûyî 85% ji rêjeya sûriyan dibin xeta perîžaniyê de dijîn. Herwiha destwerdanên herêmî û navdewletî di mijara sûrî de hêžt ku rewž aloztir bibe lewre çareserkirina qeyrana Sûrî gihaye asteke dijwar û di vê rewža aloz de tenê çirûskek heviyê li pêž gelê Sûriyê maye ew jî diyaloga nižtimaniya Sûrî - Sûrî ye.
 Partiya me ji destpêkê ve da xuyakirin ku divê pirsgirêka Kurd bibe pirseke nižtimanî ya hemû gelên Sûriyê  lewre bang li hêzên nižtimanî yên Sûrî dike ku li gel birayên xwe yên Kurd vê pirsê bipejirînin, biparêzin ji bo çareseriya wê di çarçewa nižtimanî ya Sûriyê de, ji ber ku çareseriya wê bê gûman dê bibe alîkar bo bihêzkirina aramiya siyasî di welêt de.
Ji vir de em bang li hikûmeta Sûriyê dikin ku hêz û aliyên tevgera kurdî vexwîne diyalogeke cidî ji bo dîtina vê pirsê. çareseriyên guncaw jê re peyda bikin, bi dayîna mafên netewî yên gelê kurd di nav Sûriyeyeke nenavendî de, û beždarkirina Kurdan di hemû waran de, û garantîkirina mafên netewî yên kurdî di destûrê welêt de.
Ey gelê Azadîxwaz
Ji we nayê vežartin ku rastiya tevgera siyasî ya Kurd ku di encama rewža belavbûn û perçebûnê de dijî Ji ber vê yekê, pêwîstiya çareserkirina vê rewžê di heman demê de bûye pêdiviyek netewî û nižtimanî, nemaze di dema ku gefên Turkiyê berdewamin ji dagîrkirina herêmên sûrî din re û gelek behaneyan dibîne daku dagîrkirina wan deveran rewa bike.
 Banga partiya me herdem ji bo lidarxistina civîneke partiyên Kurdistanî bû ji bo pêkanîna helwesteke yekgirtî ya Kurdistanî û ji bo rûbirûbûna van gefan, lê wê bangê tu bersivek ji Encûmena Nižtimanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demokrat wernegirt. Em di Partiya Demokrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê de tekez dikin ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Sûriyê re garantiya parastina herêmên kurdî ji dagirkeriya Tirkiyê ye û li gorî vê yekê divê hikûmet di vî warî de bixebite , herwiha ji partiyên kurdî tê xwestin ku helwesteke kurdî ya yekgirtî ava bikin û berî her tižtî taybetmendiya rewža kurdî li Sûriyê û serxwebûna biryara wê ya siyasî li ber çavan bigire, ji ber ku partiya me di wê baweriyê de ye ku Rûsya îro berendame ku rola xwe bilîze wek navbênkar an jî bibe garantor ji vê diyalogê re û bi dîtina me eger danûstandinên di navbera tevgera kurdî û Žamê de bi serkeve wê demê pêkane ku pilanên Turkiyê yên li dijî welatê me werin pûç kirin û bi sernekevin.
Di çarçewa gefên Turkiyê de ji aliyekî ve Îran û hevalbendên wê dixwazin aramiya Herêma Kurdistana Iraqê têk bibin û ji aliyekî din ve Turkiyê dixwaze hebûna xwe ya ležkerî fireh bike bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê me li Kurdistana Iraqê, ji ber vê yekê îro ji her demê zêdetir ji hêzên Kurdistanî tê xwestin ku ji nakokiyên xwe derbas bibin û bi hev re kar bikin ji bo pêkanîna helwestek yekgirtî bi rêya çareserkirina kêžeyên nakok li gel Bexdayê û parastina ezmûna federalî li herêma Kurdistanê.
Di dawiyê de  ez we pižtrast dikim ku Partiya Demokrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê ne tenê partiyeke kurdî ye û hew , lê belê ew dibistaneke netewî Kurdistanî ye û partiya hemû Sûriyan e, ligel hemû kesên ku çavnebariya berjewendiyên Sûriyê dikin. ji bo bidawîkirina êž û azarên Sûriyê û gihižtina çareseriyeke siyasî ku bibe sedema avakirina dewleteke demoqrat xwedî sîstemeke pirreng û pir netew. Herwiha dimîne dibistaneke xebatê ji bo pêkanîna xewn û hêviyên gelê me di Kurdistaneke serbixwe û azad de.
Di vê roja dîrokî de ez endezyarên partiya xwe Mamoste Ebdilhemîd Derwîž , Mamoste Režîd Hemo û hemû hevalên damezrêner û pêžengên ku rêya xebatê ji mere vekirine bi bîra xwe tînin û bejina xwe li ber giyanê wan diçimînin.
Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li tevahî gelê xwe dikin û dibêjim :
Erê bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de
Bijî bîranîna Žêst û Žež saliya damezrandina Partiya me
Serkeftin ji doza me ya dadmend re

14 / 6 / 2023 Z – 2635 K

*Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark