Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo Nehro gotibû:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin . WÊJE Di ROJNAMA( ROJA NÛ )De Di rojnama (Roja Nû) de hin cureyên wêje hatine weşandin; 1-Helbest,2-Çîrok û 3-Zargotin. Di vê xelekê de;em dixwazin tenê li ser helbestan rawestin;di hemû hejmarên vê rojnamê de (16) helbest ji aliyên hin nivîskar û pênûsan de cihên xwe girtine;1-(DerdI Dil),Kake Emîn Hiwêznî,hej.(8),2- (Bo xşewîstî me Kamîran Bedirxan); Keke Emîn Hiwêznî, hej.(9),3-(Hêviya Nû),Osman Sebrî, hej.(15),4-(Şîn),Qedrî Can,hej.
(18),5-(Hawarek),Selahdîn Reşîd Sebrî,hej.(19),6-(Derdê Dilê Min),Naif
Hesen,hej,(42),7-(Nejad),T.Îlho Bêdoho,hej,(45),8- (Rengê kenara me
nabê)),9-(Derdê min derd e),Cegerxwîn,hej.(50),10-(keçê Dînê), Meleyê
Gerdî,hej.(56),11-(Hawila Mîr K.Bedirxan),12-(Di gel Yarê
),13-(Xwendegeh)Tîrêj,hej.(61),14-(Kovar û Rojname), hej.(69),Cemîlê
Seyda, 15-(Pîroznama Dîwana Cegerxwîn),hej.(69)Ehmed Namî,16-(Ronahî Rabûn
),hej.(69). Kake Emîn Hiwêznî di helbesta xwe (Derdê Dil )de dinivîse: 1-Li zemîn de toxmî Kurd e 11- Niştiman Xakî Kurd 2-Dil şikest û reng zerd e 12 -Rabe li xew dest û bird 3-Xane wêran û ser gird e 13- Bike derman derdî Kurd 4-Dil kul û dil pir der de 14- Pîr û ciwan giştî mird 5-Em karê karê xwe kird e 15-Hêzêt bilind û gird e 6-Em toxmy pak û şîrîn 16- Bi dengî bilbilî bak e 7-Sorgulî baxî zemîn 17-Bilê zû were kake 8-Awî jiyaniyan lî birîn 18-Dest yek bigrin çak e 9-Be sûc hişk bûn û werîn 19-Rêgaman kêw û berd e 10-Gewre man dil wek berd e Helbestavan
di vir de dibêje:Di ser rûyê zemîn de nijad û toxmê Kurd dilşekestî ye
û ewa mînanî pelên Payizê rengzerî bûye,dijminên gelê Kurdistanê gelek
xanî û cihûwarên Kurdistanê ji binî de hilweşandine,lewra jî dilên me
niha pir tijî êş û derd in,lê bila dijminên me çak bizanin ko em di
têkoşînên xwe de berdewam in,ji ber ku em nijadek pak û şîrîn in û gelê
me jî di vê gulistana erdnîgariyê de, mîna gula sor e, lê mixabin; tenê
dijminan ava jiyanê li ser gulistana me de birîne. Helbestvan bi
bawerî û bi vînek xurt nirînên xwe arastî gelê Kurd û dijmnan dike û
dibêje:Çi dibe , bila bibe! Kurdistana axa Kurdan e, lewra ez bang li
we dikim û dibêjim:Ey Kurd ji xewê rabe û derd û zamên xwe bi destên
xwe derman bike û divê hûn bawer bikin, ciwan û pîremêrdên me hemû
dilêr,qehreman û hêzdar in û divê hûn zanibin jî ,rêya me ne dûz
e,di rêya me de kevir û rêxwarên dijwar jî hene,lewra pêwîst e hûn bi
hev re û bi yekdest rabin û li hember dijminên azadiya Kurdan û
mirovperweryê rawstin. Osman Sebrî di hejmara (15) an de (Hêviya Nû) dinivêse: ((…. 1-Kes nîne ji dil bo gelê Kurd bike xebat. 5-Xebata welêt karekî dijwar û bi 2-Weke Ristem û Îhsan dom e 3-Bi destên zorê veke rêya jîn û felatê 6-Me hêvî nema ji kesî,bê 4-Dilgeş bike Kurdan xortên welatî 7-Ew hîmî welat in. …..)).Hej.15. Osman
Sebrî di vir de dixwaze bêje ku çira hêviya kevin vemirî ye,lewra ew
çira hêviyek nû ji gelê xwe re vêdixe, ew gilûgazinên xwe jî ji gelê
xwe dike, lê ew dîsan wireyên xwendevanên xwe bilind dike û ji wan re
dibêje: Erê rêya têkoşînê ji bo serbestiyê ne hêsan e,lê divê em dîsan giyana şoreşgeriyê di derûnên Kurdan de vejînin. Lê Subhiyê Diyarbekirî di helbesta xwe (Xezel )de malikên xweşik li ser evînê hûnandiye û ew dinivîse : 1--Navê te filan û bêvan 8-Derî veke were hundiro 2-Sîng û berê xelkê delal 9-Bejin ziravê te çav reşê 3-Bûne baxçakê gul û sêvan 10-Çi wextê ko min te ne dît 4-Xweza ya min bi wê hîngê 11-Fîncana cehrê bi min xweş e 5- Bisk û Simbêlê min û te 12-Min te dîbû li ser xanîka 6-Li hevdu bibin mîvan 13-Min ban te kir bi tilîlka 7- Min te ne dî îro duro 14- Min go were keçê dînê 15-Ramusan xweş e bi dizîka.. ………..) Hej.(18) Ristevan
pir bi awakî nîv vekirî di helbesta xwe (Xezel) ya klasîk de bang
li dîlbera xwe dike, ew jî mîna pir kesanî Kurd nikane û newêre jî navê
dîlbera xwe di nav gel û helbesta xwe de aşkere bêje,lewra ew weha
bang li delala xwe dike, filan û bêvan! Ew sîngê dîlbera xwe mîna
baxçakî ciwan temaşe dike û di wir de gul û sêvan dibîne,ango; ew di
vir de lêçûneke ciwan ji xwendevanên xwe re berçav dike(Memik mînanî
sêvên şêrîn û gulên bêhnxweş) di ber çavên xwe re derbaz dike ). Ew
pir bi hêvî ye,ku ew heroj hevdu ramûsin,ewî pir zû jî bîriya dîlbera
xwe dike,gava ku ew wê heroj nebîne, tengeha evînê li nik wî dighîne
qonaqa herî bilind,lewra jî li nik wî baştir dibe,ko ew di wê rojê de
cehrê vexwe û êşa evîna xwe bi xwe re têxe gornê . Herweha jî Selahdîn Reşîd Şahî helbesta (Hawerek ) arastî xortên Kurdan dike û dinivîse: 1-Gelî Kurdan rabin helistin 6- Destê xwe bavê xencerê 2-Gelî Kurdan rabin bi dest bin 7-Bêje ev e roja min e 3-Hûn hemî piling û şêr in 8-Xewa şîrîn ne bo min e 4-Kurdno nivistinê ne kin 9-Roja Kurda di her hebît 5-Şêro rabe nîvê şevê 10-Roja mêra di hebît Hej.(19) Vaye
em li jor dibînin çawa helbestvan rasterast bi rêya xortên Kurdan bang
li gelê Kurd dike û ew ji gelê xwe dixwaze ko ew bi yekziman û yekdest
rabin ser piyan û bi wan re dibêje: Hûn hemû mînanî şêran in û bes e hûn
di xewê de bimînin û bila xencer herdem di destên we de be. Lê
seydayê mezin û helbestvanê Kurdistanî Cegerxwîn di bin navnîşana
(Derdê min dered e) de dinivîse û ev in li jêr hin malikên vebjartî: 1-Şêxê min,destê te êdî maçî nakim ez bes e 2-Kavil û wêran te hêştin,ev sera û medrese 3-Em bi xişt û def û dîlan paşketin tev mane korî 4-Her keşakî deh zimana zanî,rengê Efleton 5-Em çima hov û nezanin, ser di ber de paşve çûn 6-Ger tu Kurd î û Kurdperwer î, em bira ne wesalam. Hej.(50) Wek
em zanin ku Cegerxwîn di destpêka temenê xwe de olperst û Mile bû,lê
di pişt re; ew bûye bawermendê Kurdperwerî û netewperestîyê,lewra ew di
van malkên jor de bi olperest û Şêxên ne Kurdperwer re yekser û bi
giyanek welatparêzî û şoreşgerî dibêje:Erê Şêxê min! Ez ne mîna berê
me, ez ji vir û pêde naxazim destê te ramûsim, em miletekî bindest
in,divê dibistan li gund û bajarên Kurdistanê vebin,keç û xortên Kurdan
zane û şiyar bibin û ew hîn bi Şêxan re dibêje:Binêrin çawa Keşên ola
xaçperest pir zimanan zanin,lê hûn şûndamayîn e û win naxwazin gelê me
jî wek gelên cîhanê rewşenbîr û xwedan maf û welat be,lê Şêxê min!
Eger tu berevaniya mafên gelê xwe û welatê xwe bikî ,em dikarin bibin
bira weselam .
Lê Seydayê Tîrêj jî di dema derçûna (Roja Nû)
de pesnê sernivîserê rojnamê Dr.Kamuran Bedirxan bi van malkên jêrîn di
bin navnîşana(Hawila Mîr Kamuran) de dinivîse: 1-Eya Diktor Kamîran, her dem ji te me sipas 2-Ev riya rast û bedew,ji me re danî te esas 3-Ji dil û can tu rabû bi miletê me Kurdan 4-Erdek hişk û tehtebeş,bi destê xwe te wer da 5-Piştî te mer xilas kir ,şitil jê ra te danî 6-Kanî ji çol û çiyan, bi çokan te anî ser …..)Hej.(61) Em
di van malikên jorîn de dibînin çiqas Seydayê Tîrêj bi derçûn û
weşandina rojnama (Roja Nû) xwe û gelê xwe bextewar dibîne û ew dixwaze
herdem sernivîser spas bike ,ji ber ku ewî bi deranîna rojnama xwe
bi dilekî germ riya rast û bingehek bedew şanî keç û lawên gelê xwe
dike û ew hîn bi kelgermî û bi şabûnek bê sînor ji sernivîser re dibêje
: Te tehtê hişk ji nav zeviyê me rakir , te ewa bi destên xwe jî
mer kir, te şitl jî di wir de çandin û te ewa bi eva kaniyên hestên
Kurdperweran avda. Herwehajî Ehmedê Namî helbestek dirêj û bê navnîşan dinivîse û em di vir de tenê hin malkên vebjartî dibelgînin . 1-Belê ev zengilê jîna welat e 7-Cîhan li te bûye ronî lê nema şev 2-Dibê rabin gelî Kurdan xebat e 8-Cegerxwîn bi xwe ew bûye rêber 3-Eger rabin ji her alî bi carek 9-Dibê vaye rêya rast e bidin ser 4-Welatê xwe ji çar goşan bikin yek 10-Dilê te ruhniya çapa (Hawar) e 5-Gelek şerm e bese hêdî ne razin 11-Tijî derd û kûl û kovan û ar e 6-Me daxwazek heye îro bixwazin ………… …… Hej.(69) E.Namî
jî mîna pir niştimanperwerên Kurdistanê ji dayikbûna (Roja Nû ) re
dilşad û giyangerm dibe û ew dibîne ko ev rojnama welat û çandparêz bûye
zengilek dengxweş di guhên Kurdistanê de, lewra ew bang li gelê xwe
dike û dibêje:Divê hûn ji her aliyekî de; yanê li çar beşên Kurdistanê
rabin ser xwe ; ji ber ku razan di vê demê de pir şerm e; lê niha
jî dema têkoşînê ye.Herweha jî helbestvan ji sernivîserê rojnamê û
miletê xwe re dibêje:Tîrêjên Rojê û ronahiya Hêvê şevên tarî li cîhanê
daqirtandin, lewra ew bang dike: Ey gelê Kurd divê hûn ji xewê şiyar
bin! Vaye helbestvanê mezin Cegerxwîn jî di riya têkoşîna gelê me de
bûye şahsîwarê xebata netewî û divê em jî li ser rêça wî bê
rawestandin biçin. Dumahîk heye
|