Cemîl IbrahîmRoja 24.04.2022an, li Sîwana Kurdan, li bajarê Essen-Elmanya, komîteya çalakiyan ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, simînarek ji bo bi bîranîna roja Rojnamevaniya Kurdî, li darxist, ez yek ji sê bêjeran bûm, ko ew kiribûn mêvan, min di vê simînarê de ev gotar pêşkêş kir û min ew xwend: HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN) Xuşk û birayên hêja, amadebûyên birêz Ev dem û hemû demên we xweş û baş bin
Di vê rojê de, di roja rojnamevaniya Kurdî de, roja 22ê nîsanê, divê
em hemû bi hev re, pateyeke mezin ji xwediyê yekemîn rojnameya Kurdî re
(rojnameya Kurdistan), ji damezrênerê rojnamevaniya Kurdî, Mîr Midhet
Bediexan Paşa re, lêxin, û wî gelekî bi rêzgirtin û hezkirin bibîr
bînin, em bejna xwe li ber vê keda wî, vî karê wî ê pêşeng û behremend û
hêja biçimînin, û herweha em destxweşiyê ji hemû rojnamevanên Kurd re
bêjin, karê wan bilind binirxînin, û vê rojê li wan hemûyan pîroz bikin
.... Rojname û karê rojnamevaniyê, di nav gelê Kurd bi tevayî de,
berawird bi gelên herêma Rojhilata Navîn ên din re, gelekî dereng ma,
ango gelekî dereng destpêkir, mêjûnas û lêkolîner dibêjin ko du sedemên
sereke ji vê yekê re, ji vê derengmayînê re, hebûn:
1-Yek jê ew
rewşa tevayî a ko gelê me û civaka me ya Kurdî li seranserî Kurdistanê
tê de bû, ango ew rewşa paşdemayî yê, ew rewşa nezanî û nexwendwariyê,
ewa ko bi salên dûr û dirêj, weke ewrekî reş û tarî xwe berdabû ser
civak û welatê me, welatê me hemû vegirtibû, belkî hemû ew welatên
hawîrdor jî vegirtibûn; vê rewşê alîkariya hebûn û peydabûna
rojnamevaniyê nedikir, belkî asteg û zehmetî dixistin rêya wê ....
2-Sedema din jî qelsbûn û lawazbûna qata rewşenbîran, hejmara gelek kêm
û gelek hindik ya xwendevanan bû; ji ber ko, bê guman û weke ko baş
hatiye zanîn jî, damezrandin û derxistina rojnameyekê, herweha karê
rojnamevaniyê bi tevayî, wek bizavekê, yan jî wek karekî rewşenbîrî,
pêdeviya wî bi hejmareke berfireh ji kesên xwendevan heye, pêdeviya wî
bi peydabûn û geşbûna qata rewşenbîran heye, ew qata ko karibe têbigihê
bê çiqasî pêwîst e û giring e ko rojnmeyek hebe, lê gelekî mixabin ev
tevgera xwendewariyê û rewşenbîriyê, li welatê me, gelekî bi lawazî, bi
gavên biçûk û giran birêve diçû .... Hinek jêder û çavkanî
dibêjin ko dema di çend sedsalên bûrî de şoreşek rojnamevanî mezin pêşî
li cîhanê û piştre li welatên hawîrdora me jî destpêkiribû, gelek kurdên
rewşenbîr, nivîskar û siyasetvan têde beşdar bûbûn, têde kardikirin, û
çalak û xuyayî bûn jî, lê ne bi zimanê xwe, bi zimanên dewletên ko
welatê wan xistibûn bin destên xwe; û dibêjin ko ew rewşenbîr, nivîskar û
siyasetvanên Kurd karîbûn di wan deman de rojnameyekê, yan bêtir ji xwe
re, bi zimanê xwe, derxînin, lê, mixabin, kesî ji wan di wê demê de ew
gava pêşîn û giring neavêt .... Di qonaxa nîvê duwemîn ya sedsala
nozdehan de, hebûna rojnameyeke Kurdî êdî bû pêwîstiyek gelekî giring, û
bû cihê guhdan û lêpirsîna gelek ji siyasetvan û rewşenbîrên Kurd, û bi
taybetî gava ko zanîn, xwendin û xwendewarî bûn daxwaz û armanca
tevgera Kurdî ya wê demê bi giştî, ji xwe di wê qonaxê de tevgera netewî
Kurdî du baskên wê hebûn : 1-Herwekû tê zanîn ko li seranserî
Kurdistanê dibistanên ayinî gelek hebûn, û baş belav bûn, ji wan
dibistanan gelek zanayên ayinî derdiçûn, gelek ji wan wek rewşenbîrên
baleberz û xuyayî dihatin dîtin, û navdar bûbûn jî, herweha xwediyên
hestên netewî ên bi coş, xurt û bilind bûn, belkî ew bixwe weke
dibistaneke netewî dihatin hejmartin, ji wan zanayên ayinî wek nimûne:
Şêx Ubêdullahê Nehrî, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Gewre, û gelekên din ên
berî wan, yan ên hemdemên wan, yan jî ên ko piştî wan hatin, û ji bo
hişyarkirina gelê xwe, û belavkirin û handana hestê netewî, û têgehên
Kurdewariyê, gelekan ji wan guhdaneke mezin didan wêjeya Kurdî, û heya
bi serhildanên çekdar jî radibûn .... 2-Gelek ji xwendevan û
rewşenbîrên Kurd, di wê qonaxê de, li bajarê Istenbolê rûniştibûn, û li
wir li hev kombûbûn, hinek ji wan karmendên dewletê bûn, hinek ji wan
xwendekar bûn, li zankoyan û li dibistanên bilind ên zanistî û leşkerî
jî dixwendin, hinekî din jî çûbûn Ewropa ji bo xwendinê yan jî karê
diblomatîk dikirin, weke Mustefa paşa Yamlukî, û weke malbata Bedirxan
paşa û Cemîl paşa, van hemûyan dîtin ko hebûna rojnameya Kurdî erkekî
netewî ê gelekî giring e, belkî binyada xebat û têkoşîna netewî ye
.... Van herdû hokaran rê li pêşiya peydabûn û
derketina rojnameya Kurdî vekirin û xweş kirin, lê deshelatdariya Sultan
Ebdulhemîdê duwemîn ya diktator û xwînrêj, û hinek sedmên din jî,
nehiştin ko rojnameya Kurdî li ser xaka welatê Kurdan bixwe derkeve, ji
loma yekemîn rojnameya Kurdî li bajarê Qahire, paytexta Misrê, derket, û
ji wir hate belavkirin, û bi vî awayî, hejmara yekem ji rojnameya bi
navê (Kurdustan), di roja pêncşemê de, rêkeftî 22ê Nîsanê sala 1898an,
ji çapxaneya Elhilal, li Qahire, li ser destê Mîr Miqdad-Midhet Bedirxan
paşa, derket .... Bê guman derketina rojnameya (Kurdistan),
bûyerek gelekî giring û mezin bû, û gelek karvedanên cuda û cor bi cor
ji her alî ve, li pey wê peydabûn; û ji ber ko tiştekî wilo ji babetê
ragihandinê berî wê demê di nav gelê Kurd de nehatibû dîtin, ji ber wilo
ew bûyer bûbû sedema guhertinek bingehî mezin, û nuhkirinek berfireh di
jiyana Kurdan de bi tevayî, û xwîneke nuh û germ xistibû laşê tevgera
Kurdî de bi taybetî, û gelekî bala dost û neyaran bi ser xwe ve
kişandibû, bi çavekî bilind û seyremend lê hatibû nêrîn, û wilo hatibû
nirxandin jî, û herweha lê hatibû nêrîn weke gotebêjekê ko bi zimanê
rewşenbîrên Kurd diaxive, bîr û baweriyên wan belav dike, datîne ber çav
û destên herkesî; mero kare bibêje ko bi rastî jî ev rojname wilo bû,
ji ber ko ji destpêka derketina wê ve, hema bêj ji hejmara yekem ve,
rojnameya (Kurdistan) rêbazek rast û durist ji xwe re hilbijart, rêbaza
azadî û bihevguhertina bîr û baweriyan, rêbaza azadiya derbirîna raman û
boçûnan, û ji ber ko xwediyê wê gelekî dilsoz û dûrbîn bû, gelekî bal
dikişand ser xwendin û zanînê, û herdem tekez dikir ko milet hemû bi
xwendin û zanînê pêşdikevin û biserdikevin, herdem xort û gencên Kurdan
handidan û ji wan dixwest ko berê xwe bidin xwendin û zanînê, ji wan
dixwest ko xwe hînî hemû coreyên pîşeyan bikin, lê di ser hemû tiştî re,
daxwaza yekîtiyê ji gelê xwe dikir, rêkeftin û yekîtiya hemû Kurdan, û
di vî warî de, herdem gotinên hozan û helbestvanê Kurd ê mezin Mela
Ehmedê Xanî, yên li ser vî babetî gotibûn, dianî ziman, dianî bîra
herkesî, û rûpelên rojnameyê bi wan dixemiland .... Ji destpêka
derketina xwe de, rojnameya (Kurdistan) li ser du helwêstên gelekî
giring xebitî, û her hejmar li ser wan radiwestiya, û bi berfirehî ji
xwendevanên xwe re şirove dikir, û tekez dikir ko divê gelê Kurd hemû
pabendî van herdû bîrokeyan bin, û li dijî siyaseta Sultan Ebdilhemîd bi
xurtî rawestin û nehêlin ko armancên xwe pêkbîne, û biserkeve :
1-Sultan Ebdilhemîd dixwest ko bi zorê û bi xurtî desthelatdariya xwe ya
diktator li ser her buhistekê ji xaka wan welatên ko di bin destê
dewleta Osmanî de bûn bisepîne; û bi taybetî li Kurdistanê, ji bo wilo
dixwest ko nakokiyek xurt û dijwar têxe navbera gelê Kurd û gelê Ermenî
de, û bi xap û xîpan, bi vîlikan agirê dijminatiyeke xwîndar di navbera
wan de vêxîne, û geş bike; rojnameya (Kurdistan) li himber vê yekê bi
xurtî û bi mêranî sekinî, û gotarên dirêj li ser vê mijarê belavdikirin,
û ev siyaseta qirêj rût û tazî dikir, li ber çavên xwendevanan eşkere
dikir, û wek nimûne şoreşa Şêx Ubêdullahê Nehrî dianî, ko çawa dewletê
nikarîbû wî bixapîne, û li dijî Ermeniyan, weke gawir, wan bi destê wî
bide kuştin û qirkirin, û berê wî ji daxwazên wî û şoreşa wî ên netewî
ji bo gelê Kurd û Kurdistanê biguhere .... 2- Ji bo vê siyaseta
xwe bibe serî, Sultan Ebdilhemîd li gelek deveran, bi taybetî di nav
hoz û eşîrên Kurdan de, komekên çekdar bi navê Siwarên Hemîdiyê durist
kirin, bi mebesta ko wan hemû hoz û eşîran bi xwe ve girêbide, ji bo
desthelata xwe bêtir bide sepandin, û ji bo bi alîkariya wan şer û
dijminatiya navxweyî di navbera gelê Kurd û Ermenan de bi taybetî vêxîne
û gûr bike, da ko li dijî wî nebin yek, û bi hev re şerê wî nekin;
rojnameya (Kurdistan) derbarî vê yekê banga xwe bi zelalî û bi dengê
bilind gihande gelê Kurd, bi taybetî xwendevanên xwe, û hemû rewşenbîr û
siyasetvanan, û bê guman wan serok hozan jî, û ji wan xwest ko divê
gelekî hişiyarî vê siyaseta qirêj bin, û li dijî van daxwaz û mebestên
Sultan Ebdilhemîd bisekenin, û bi ti awayekî nabe ko em bibin destekê
pêkanîna van armancên xerab û qirêj; di gel ko ev karê eşkerekirin û
tazîkirina vê siyasetê ne karekî wilo hesan û rehet bû, belkî erkekî
gelekî estem û zehmetbû, lê erkekî netewî gelekî giring û pêwîst bû, di
gel wilo jî, rojnameyê bi xurtî û bê bêhnvedan şerê van mebest û
armancên Sultan Ebdilhemîd û vê siyaseta wî a pîs û qirêj kir, û hemû
mebestên wê eşkere kirin; di gotarekê de, rojnameyê berê xwe da wan hemû
kesên ko bi erênî li pêkanîna Siwarên Hemîdiyê dinêrîn, û ji wan re
got: -``Duristkirina van Siwarên Hemîdiyê di nav Kurdan de,
mebest û daxwaz jê mijûlkirina gelê Kurd e, da ko ji xebat û têkoşîna
xwe a netewî dûr bikeve, jibîrbike, û nakokiyê têxe navbera Kurdan û
Ermenan da ko li dijî sitemkarî û zordestiya wî nebin yek, û bi hev re
şerê wî nekin; ji bilî şer û xerabiyê tiştek ji vê rêxistinê nayê
pêşbînî kirin´´ .... Herweha rojnameyê berê xwe dida hoz û
têkoşerên Ereb jî da ko li dijî duristkirina van Siwarên Hemîdiyê
rawestin, û şerê vê siyaseta Sultan Ebdilhemîd bikin .... Hinek
aliyên din jî ji rojnameya (Kurdistan) balkêş û serincrakêş bûn, weke
çawa seraqet dixwest ko bi awayekî demoqratîk û hêminane hestê netewî li
ba Kurdan bilind û germ bike, hana wan bide da ko bi dilgermî û bi
dilsozî xwedî li pirsa gel û welatê xwe derkevin, loma bi dirêjayî li
ser gelek rûpelên xwe wêjeya Kurdî û mêjûya Kurdistanê diweşand, bi
taybetî gava ko carê di her hejmarekê de parçeyin balkêş û xwedî wate,
ji destana(Mem û Zîn)ê, ên ko peywendiya wan bi Kurd û Kurdistanê ve
hene, diweşandin, û bê guman e ko bi vî awayî, bandorek mezin li ser
xwendevanan çêdikir .... Ji ber wilo, ev rojname bûbû derdekî
giran û mezin ji Sultan Ebdilhemîd û çeteyên wî re, hema ji naveroka
hejmarên ko li Qahire derdiketin tê xuyakirin bê çawa wan çeteyan
dijminatiya mîr Midhet dikirin û şerê xwe têdidan, heya giha asta ko ji
desthelatdariya Misrê xwestin wî, wek tawanbarekî, radestê wan bike;
belkî ev bû sedema sereke ko Bedirxanî neçar bûn rojnameya xwe ji wir
bibin û herin li Ewropa wê derxînin .... Bê guman e ko ti carî
kes nikare têkoşerê rasteqîne bê deng bike, loma ev rojname ji kuderê
derketa, ew bi firehî dihate belavkirin, û bi taybetî li seranserî
Kurdistanê; Bedirxaniyan bi gelek awayan rojname derbasî hundirî welat
dikirin, heya carina ji bo derbaskirina wê bi hesanî û bê zehmetî û
pirsgirêk, hinek xapînok jî bi kar dianîn, û xwe ji qedexeya ko li ser
rojnameya wan hebû riha dikirin, û ji nivîsa li ser rûpelê pêşîn tê
xuyakirin ko ji her hejmarekê du hezar dane belaş û bê pare dihat
belavkirin, wilo didan xelkê; û belaş ba yan ne belaş ba jî, kengî
digiha destên wan xwendevanên wê, herkes pê kêfxweş û dilgeş dibû, li
gelek cihan jî dihate xwestin ko hejmar bêtir bêne şandin, ji ber car bi
car xwendevan bêtir dibûn, û weke ko mîr Ebdilrehman Bedirxan di
hejmara sêzdehan de dibêje: -``Gelek ji xelkên biyanî jî
rojnameyê dixwînin û di kirîna wê de beşdar dibin, wek hinek ji Elmanan,
Nemsawiyan, û Ingilîzan´´ . Navê hinekan ji wan jî gotibû, yek
ji wan zanyarê Elmanî (Martin Hartman) bû, belkî wî 26 hejmar ji
rojnameya Kurdistan di pirtûkxaneya bajarê Marburg de hilanî bûn û
parastibûn, û hîn jî li wir in . Bi zelalî nayê zanîn û nayê
xuyakirin bê ji ber çi sedeman bixwe rojnameya Kurdistan, di sala 1902an
de, û piştî derçûna 31 hejmaran, rawestiya û nema derket, lê tê gotin
ko yek ji sedemên sereke û herî balkêş, sedemên darayî bûn, diyar e ko
pareyên derhênerên rojnameyê neman ko êdî wê derxînin, ev sedem jî xweş
tê bawerkirin, ji ber ko di gelek hejmaran de, xwendevan dihatin
agahdarkirin ko divê buhayê her hejmarekê bê dan, da ko rojname karibe
derkeve, bi dû hev de û di dema xwe de, bê rawestan derkeve; lê xuyaye
ko gelek, yan jî birra bêtir ji xwendevanan, pabendî dana buhayê
rojnameyê nedibûn, pareyên xwe nedidan, û ji derhênerên rojnmeyê re
nedişandin; mane ev tiştekî heya niha jî di nav me Kurdan de çêdibe, em,
bi tevayî, yan jî belkî para bêtir ji me, em nizanin bi hinek pare
piştgiriya tevgera xwe, xebatkerê xwe, bikin, di çi warî de be, û bi çi
awayî be jî, em nizanin, em nikarin, yan jî em bîrnabin bi hinek pare
piştgiriya têkoşerê pirsa gelê xwe û welatê xwe bikin, hema bi hinek
pareyên ko ji herkesî ji me tê em alîkarî û piştgiriyê bikin, lê, gelekî
mixabin, weke ko me li jor gotiye, gelekan ji me nekirine, û heya niha
jî gelek ji me nakin, Seydayê Ehmrdê Xanî, berî çarsed salî, ev yek
zanîbû, loma gotibû: ``Çibikim ko qewî kesad e bazar Nîne ji qumaşî re xerîdar ´´ ....
Gelekî sipas ji we hemyan re ji bo guhdarîkirina we, hûn her hebin, û
dîsa roja Rojnemavaniya Kurdî li her kesî pîroz be .... Nivîskar û romannivîs Cemîl Ibrahîm Dortmund-Elmanya 24.04.2022 *Jêrder
û çavkaniya sereke : gotarek D. Kemal Ehmed Mizher 09.05.2006 hatiye
weşandin bi navê ( goşeyek ji mêjûya rojnamevaniya Kurdî) .
|