Rêber HebûnDan û standina neçê bi civakê re dihêle bê bawerî û dûriyek e ewqas di navbera takes û berketiyên wî û nirxên zanyar de çêbibe, herwiha aloziya têgehan tê ancamdan bi encamê belavbûn, û bê peygerî û hûrbînî, wisa hêsan dibe li ser medyaya serdest ku civakên yên rastî gunokirina zanyarî bûne kontrol bike, û hêsan dibe dîtina cemawerên bêharbûyî ji çi gotarek î li ser medyayê belav dibe, û bê guman ku ev bûye tiştekî devîbûyî, ji ber ku pirbûna destikên berhemdana nûçeyê , û kêm nasîna takes hundirê civakê, kiryarek e dudil û zorkar berhem dide, nikare mêjiyekî jevkirî,rexnegir û şopîner çêbike, lêbelê hişmendiyek e li xwe danîn û hilxwarî ava dike, û dikare tiştê ku tê belav kirin dûbare bike, di dema ku medya berdewam nûçe û zanyariyên gelek çilwer û jîrbûyî çêdike, li rex berdewamkirina mêjiyan bi mêtina çi tiştê tê belavkirin bi rêya serdevk û perdeyek e qayim ji xwendina çêja gelêrî.
Ew rewrewk bi kûrbûn di kiryar de xwe cîgir dike, û dibe
têgehên suriştî, û takesan pê bawer dibin, wisa mildan û radestbûn bi
wan xweş dibe, û pişaftin û helandin têne pêkanîn.
Armanca
pişaftinê çûna nirx û taybetmendiyê ji civakê , ji ber ku me gelek
netew dîtin ku pişaftina bi zorê wana kirin bê ziman û bê taybetmendî , û
hêdî hêdî netewk e bê erd, ji ber vê yekê helandin di çarçoveya
nijadiya serdest ewa dawî encamek e bi rêya wê tunekirina nasnameya
rastîn bi serdikeve , beranberî serkeftina çanda serdest û komên nirxên
wê, ji ber ku ew çandek e bi hêza xwe serdest e, mînak serdestbûna
zimanê ingilîzî li ser cîhanê ta bibe zimanek e cîhanî pir belavbûyî, ji
ber ku ev ziman kesên pê axivîn pêşî inglîz bûn, karîbûn bi derbasbûna
çerxên qirkirin , pişaftin û mêtingeriyê zorpê bikin, û ziman bi rêya ol
tê zorpêkirin, ew hîştibû serdestkirin li ser erd û ferehkirina
semyanê hêsantir be bi rêya zimanê erebî û reweştên koçerî di ol de, û
wisa erd bi xelkên xwe tê daqurtandin, û herwiha osmaniyan hewil didan
zimanê tirkî zorpê bikin dema hebûna wan û herwisa, ji ber ku belavbûna
zimên bi serdestbûnê ve girêdayî ye, û çûyîna çand bi bilindbûna yek
çandê ye, û ewa desthilata serkotker e a serdestiyê bi gelek awa û
bihanan zorpê dike.
Di dema niha de , medya berz bû ,taku erkên
jor destikên kevinşopî yên xwe li dor hêzê ve gilover kiribûn pêkbîne,
ji bo zoreng bi eyînî gavê berdewam bibe, û bi rêya abonekirina hêza
leşgerî , ji bo berdewambûna malgirtinê li ser çand,erd û takes û
parastina çi tiştê ku dagirkerên berê zep kiribûn, (diyarbûna zorenga
di navbera mîla sinî Turkiya- li hember mila şêî- Îran) li kêlek
xwesteka neviyên mêtingeriya kevin ( Emerêka,Rûsiya,Turkiya, Îran) û
rabûna pêşbirkê berve çekdarîbûn û pêşbirka pêşsazî ( Koriya bakur,
çîn, Îran).
Û dema mekîna medyayî bibe destikekê ji bo kûrkirina
qelşana civakî, û rêxistina jiyanê û têgehên wê yê sirûştî bê lêdan ji
berjewendiya bazirganiyê bi nirx, dibe derbirînekê li ser cengek e giştî
li hember nirxê jiyana pêşî yî timî zanyar parastibûn,lê ew bûye armanc
ji xwediyên mafyaya aborî yê kar dikin bi ked ji bo jiyana ku li ser
bingeha dadperweriyê hatiye avakirin têk bibin, û pêş vê yekê li ser
milên zanyar lawên hebûnê gelek erk pêş wan in bi kurtî ji bo
rûbirûbûnê geştir biparêzin bi rewanekî ramanî û sincî, ji ber ku
zorenga sermedî di navbera alîgirên jiyana pak û alîgirên xirabî û
kirêtiyê li her demê de diyar dibe,û eger me van zorengan kome ser hev
bikra li ser cureyên sedem,encam,çawanî û pergalên wan we me karîbû
kurtas bikra bi yek zorengê giştî û diyar di navbera hêzên ronakbîriyê û
hêzên çavkariyê, û zanîn berdewam li kêlek ew hêza ye, a ji bo
vejîndana bedewbûn, maf û xêrê kar dike.
Em dikarin bibêjin ku
eniyên ronahiyê radibe bi berzbûna xebata zanyar a zehmet û dirêj ji bo
çêkirina jiyanek e li ser wekhevî û xweşiyê , bi rêya berdewamiya ked û
duristbûna hewildanê, û rakirina zordariya ku li pey mirovê afrêner
dikeve bin siha sîstema serkotkirin û bêrolkirinê, û têkoşîn ji bo
rakirina vê zordariyê û guhertina wê bi cîgehek e pak ji bo afirandinê
herdemî ye û naye rawestan, û ne tenê di çarçoveya şûnekê ye ji hebûnê.
|