Rêber HebûnPêžçavbûna mirov ji rûxiserên jiyana xwe ve bi awayek î rêbazbûyî û bi žêwazek î ragîrbûyî ve ewa parek e ji serlêdanê ye ji diyareyên civakê re û žopê wê li ser reftar û berepêžiyên wî de, û bi zimanekî berpirs dikare bi kêmaniyên xwe re bide û bistîne bi giyanê rexneyê, taku žopa cîgehê di xwe de diyar bike û žopa wê ya razber li ser destnîžankirinên wî de jî. Pêžçavbûna me ji rûxiserên rewžên me yên pêždestbûyî re ewa bi nav de çûnek e zindî ye ji tižtê ku li civakê de tev diqewime di rêya pencereyên me yên xweser de, ji ber ku peywendiya takes û civakê peywendiyek e tevlihev e , tižtê wek dîrok lê binavbûye berz dike, yê rewežt , pêgirtin, û sîstemên desthilatbûnê kurt dike.
Ji ber ku civakên yên li pey hev hatin e pažgukirin û dûrxistin ewan
civakên yên têde takes pažguh û bêrol bû , û di çarçoveya pažgukirin û
zorenga deronî de ligel hevparên xwe yên lawaz hiž û sawîlk têgihîžtin
dorpêç bû.
Li gel wê ramana zanyarî bi temamî hatibû
nediyarkirin ji komên yên bi peykeran bawer bûn, û xwe ji melle , welî ,
generalên ležgerî û kesayetên bavanî re noq kirin, û ev di rûxiserên
civakên rojhilata navîn de diyar dibû, ji ber gelek derd kižandin ji
serdeskirina ramana neberçav yê ji ol bi žaxê wê ya comî ve û ji netew
bi rengê wî yê dûrxistî û žofînizm ve du destik in ji zordarî ,
neberçavkirin û berfermankirinê, li gel vê yekê jiyana demukrat di
hizrên tofên wan de hatibû gunokirin, û bi hižmendiya mildan û pêreviya
hertimî ve hatibû batîkirin.
Û belavbûna sûdwergirtina
rojarbûyî di nav civakên yên derdê niqombûna gemiya xwe û windabûna
hevsarê jiyana xwe dikžîne bi encamê gedeliya siyasetmedarên xwe ve
,hîžtibûn rûberên erdê xwe û temamî hatinên wê pažmakek e nemir be ji
ewê tê binavkirin mêtingeriya derveyî, ji ber ku tižtekî normal e ku ew
valabûna bê dagirtin hundirê civakên yên rêbaz û žêwazê ramana rexnekar
windakiribû, û herwisa di wê de giyanê alîgirtinê ji rêberên rizgarker
re hatibû cîgîr kirin.
lêkolîna li ser çawaniya berhemdana xwedî
hižmendan pêvajoyek e zor e, pêdiviya wê bi bandorkirina zanyarî a
hevrêzkirî heye di nav gelek zanyar de yên dixwazin žer bi nezanîkirinê
re bikin û ew pižtre têkrayek e ji destpêžxerî û karên curbicur in,
dirjin di yek rêjgehê de, û ewa tekezî li dermankirina tižtê hatibû
pažguh kirin û dan û standin bi aloziyan re, bi awayekî rêbazbûyî û bi
giyanek e hevrêz, di navbera hemî kesên ku li wateyê digerin ji gera
mirovê hižmend yê sermedî di nav zorengên zehmet de ligel dadgehên
sûraxkirinê ên riwên xwe ažkereikirin bi žêweyên diyarbûyî.
Û ev
me dihlêle di ezmûnek e zehmet de, ku çendîn em dikarin serkeftî bin ji
bo rastiya berzbûyî di parastina destkeftiyan de û hemî kedên yên
ketibûn di rûbirûbûna hêzên serkotkirin û efsanê de,beranberê dengên
bangdayî ji bo ji sawîra cengê yên hevbendiyên wêranker encam dan
rizgar bibin, hêzên yên li ser wêranî û parçebûna civakê dijîn, û mînaka
diyar ew pêvajoya buhara erebî ye, ku mîna dûbarekirina nirxên hovîtî û
dirindiyê bû û bi dîmenek e nûjen, bi xwe re bizdan, aloziyên aborî û
koçberiyên dûhevhatî derxist.
Ji bilî aloziyên yên ji vê buhara
xwînî ve derketin , bi nûkirina amûrên serkotkirinê beranberî dengên yên
demukratî û azadiya derbirîn û nerînê di jiyana siyasî de dixwestin, ev
bû sedem ji vegera hewayên tirsê ji pêžerojê , û bi awayekî mezin ji bo
bicihkirina koçberiya takekesî alîkar bû, kêlek zanyarê bîrawer yê li
benda dawîbûna jiyana serkotkir e, û vegera jiyana yê ji žaristaniyê
gelek nirxên sirûžtî werdigre, yê deqanokeke ramanî berhem dabû, û
civakê hîžtibû berve avakirin û xwežiyê ve biçe, bi guherînê ji rêbaza
ceng, û serkotkirina azadiyan,yên bi demê re teqandinê wek encamek e
neyînî peyda kiribû. Ew teqandina gewre yê ji kombûna žažtiyên
desthilatdariyê dermafê civakê encam da, tižtê ku hîžt bêserûberî bicih
bibe bi hemî žêweyên xwe yên koçberîbûyî, ji ber ku ji nû ve çareserî û
guhertina demukratî binkeftî bû, ji bo ew gelên yên fêrî serkotkirin û
çepikdanê ji kesê bi hêztir bibûn, û dijberiyên xwe li kêlek dijminê
welatên xwe sekînîn, dema em rikberiyekê di navbera desthelat û
dijberiyê de dibînin li ser ku kîjanî ji wan bêhtir xwe bi serve hêzên
herêmî bide, li ser hesabê gelên xwe li rojhilata navîn de, ji ber vê
em desthelatiyek e rewa û hilbijartî nabînin û ne jî dijberiyek e rewa û
civakê nûner dike dibînin,û ev jî xirabtirîn tižt e,û bi demê re gelek
windabûn berhem dabû, ji valahî û tunebûna çareseriyê, ji ber ku
pirojeyên herêmî , aloziyên civakî bi xwe re anîn, û encamên neyînî li
ser cîhanê bi gižtî anîbûn, û hižyarî bi metirsiyên pêžrojê dabûn.
Van
kêžeyên dûhevhatî , yên civakên girêdayî bi zîncîrên tirs û
serkotkirinê dikžînin, ji encamê tengbûna hizrên serwer ji siberojê re,
ji ber ku tižtek cîgirbûyî û qayîm nîne, û her ku serkotkirin zêde
bibe , tirs jî zêde dibe,û ji vir em dikarin bêjin ku ev tižt ne tenê di
çarçova tirsê desthelatdar ku nemîne li dersthelatê lêbelê ew tirs
ketibû hundirê hemî tofên civakê.
|