Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qamiþlo û Govenda Bîranîna Seydayê Cegerxwîn

 


 Konê Reþ

Di roja 22/10/2020, bi helkeftina ku 36 salan di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re derbas bû, her çar komên nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Seydayê Cegerxwîn di nav cemawerekî girs de, li bajarê Qamiþlo, Bexçeyê Xwendinê bibîr anîn. Min jî bi wan re, bi vê helbesta xwe ya ku ji mêj ve min li dor Seydayê Cegerxwîn afirandiye beþdarî kir û ji wan re navên her 10 dîwanên wî, salên çapkirina wan û nav û þanên wan lehengên kurd yên ku pêþgotin ji dîwanên wî re nivîsandine, bi kurtî, wek panorama anîn ziman û di encam de, min xwe dît ku, ez di govenda Seydayê Cegerxwîn de diraqisîm!


Ev e Helbesta ku min li dor Seydayê Cegerxwîn xwend:

Di axbeyareke Kurdistanî de
Sinbilek, bi navê Cegerxwîn,
þîn hat.
Bi ba re dixilîya
Lê qet ne tewiya;
Di zivistanî de,
Tevî baran, bef û bahozên
Ku dihatin,
Piþkivî, zîlda û
Bû kat..
Di buharî de
Bû þîndar,
Lê bi tenê,
Bê dost û heval..
Ta ku bi ser de hat
Havîna gerim
Hingî ji nû
Hiþk bûn libên
Sinbilên zer..
Ne pûç ne kiwîrik,
Xurû genimê zerik..
Çaxa dem zîvirî û
Bû payiz,
Ba leyist fîze.. fîz
Hingê ji nû,
Ji wî sinbilê genim sor
Lib pekiyan;
Yeko.. yeko
Dor bi dor û
Tev di wê axbeyarê de
Belavbûn,
Tovekî nû
Di xakê de
Hat werbûn..
Ji wê libê, ji wî sinbilî
100 libî zîl dan, piþkivîn û
Bûn sinbilîn genim sor..
Dema ku bayê nû hat
Ew sinbilên nû
Bi wî bayî re
Xilîyan û tevan bi hev re gotin:
Cegerxwîn.. Cegerxwîn..

  Û evin navên her 10 dîwanên Seydayê Cegerxwîn û kesên ku pêþgotin ji wan re nivîsandine:
1 - Pirîsk û Pêt 1945 – Þam. Bi pêþgotina Mîr Celadet Bedirxan û Qedrî Can.
2 - Sewra Azadî 1954 – Þam. Bi pêþgotina Osman Sebrî, 212 R
3 - Kîme Ez ?, 1973 – Beyrût. Bi pêþgotina Hemîdê Derwêþ, 318 R
4 - Ronak, 1980 – Swêd. Bi pêþgotina Kemal Burkay, 208 R
5 - Zend - Avesta, 1981 –Swêd.Bi pêþgotina Qenatê Kurdo,178 R
6 - Þefeq, 1982 – Swêd. Bi pêþgotina Casimê Celîl, 180 R
7 - Hêvî, 1983 – Swêd. Bi pêþgotina Ordîxanê Celîl, 186R
8 - Aþitî, 1985 – Swêd. Bi pêþgotina Tîmûrê Xelîl Mûradov, 173 R
9 - Þerefnameya Mewzûn, pêþgotina Dilawer Zengî 1997, Bêrûtê.
10 - Xweþxwan/ 1927: Bi pêþgotina Derbas Mustefa Duhokê 2016.

Qamiþlo, 22.10.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark