Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Artsax yan Qerebax, kîjan xwedî maf e?

 


Eskender Ceiferî

Nagorno Qerebax an Qerebaxa Jorîn an jî Komara Qerebaxa Çiyayî, wek Artsax jî tê naskirin, dewletek e ku di asta nevnetewî de bi fermî nêye naskirin. Li gor saziya Neteweyên Yekbûyî, ew der, perçeyek ji axa Azerbaycanê ye. Lê di rastî de ew der wek dewleta DEFACTO ji Azerbaycanê veqetiye ye.
Komara Nagorno Qerebaxê li başûr rojavaya Azerbaycanê ye. Ew li rojhelat bi Azerbaycanê re û li rojava jî bi Ermenistanê re hevsînor e.
Ji danezanîna serxwebûna di 1991an vir ve, zimanê fermî yê Qerabaxê, Ermenî ye.


Tevî ku heşîmeta herî zêde ya vê navçeyê Ermenî ye û hinek Kurd jî li wir dijîn, lê di rastî de ne kesek pişta Kurdan digire ku ew li wir bibin xwedî maf û ne jî kesek bi eşkere pişta Ermeniyan digire. Saziya Neteweyên Yekbûyî ku weke saziya ji bo parasina mafên neteweyan tê binavkirin, ji bo parastina mafê Ermeniyan li wir tev nagere.
Rast e li wir şerê Kurdan nayê kirin lê belê şerê Ermeniyan û hemû wan pêkhateyan tê kirin ku li dijî serdestiya Azerbaycanê li wir tev digerin.
Mijar kûr dibe û di rojên derbasbûyî de Tirkiyê bi awayekî eşkere ragihand ku ewê li hemberî Ermenistanê di eniya Azerbaycanê de bin heya tevahiya navçeyan ji destê Ermenisanê yan jî wê dewletê derxînin ku tenê Ermenitsan li pişta wê ye.
Li gor serjimêriya herî dawî ya Ermenitsanê ku sala 2011an hatiye encamdan, li vî welatî bi giştî nêzîkî 38 hezar Kurdan dijîn ku ji 35
hezar kes ji wan re Êzidî tê gotin û ew 3 hezar kesên din jî wek Kurd hatine binavkirin.
Helbet tê gotin ku Ermenitsan jî qet li mafên Kurdan mikur nehatiye. Lê belê di vê navberê de pirtirbûna heşîmeta Ermeniyan li wê navçeyê, nîşan dide ku ew navçe, mafê Ermeniyan e. Ji xeynî hin gund û navçeyên biçûk ên Azeriyan, lê belê navçeyên din hemû yan jî piranî Ermenî ne.
Li Azerbaycanê jî ji Kurdan re tê gotin Azerî. Li wir qet zimanê Kurdî bi fermî nehatiye naskirin.
Di vê navberê de hin welat jî hene ku dixwazin rewşê aram bikin. Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnamevanan re ragehand, ku çekdarên Sûrî ji Lîbya re hatine veguhesin û ew bûye sedemê alozî, şer û kuştinên zêdetir.
Mike Pompeo Tirkiye hişyar kir û ragehand, şandina çekdarên Sûrî bo şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê heman alozî û şer û kuştinên li Lîbyayê dê li wê navçeyê jî dubare bike.
Heftiya derbasbûyî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, heta naha hejmara çekdarên Sûrî li Azerbeycanê geheştiye 850 çekdaran û bendewarî hene hejmarekî zêdetir a çekdaran ji aliyê Tirkiyê ve bên şandin.
Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de bi dehan çekdarên Şûrî yên ku Tirkiyê ew şandine şerê Ermenistanê, hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, di 48 demjimêrên borî de, 36 çekdarên Sûrî yên ku Tirkiyê ew şandine eniya şer, hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Wê saziya sivîl da zanîn, bi giştî heta niha 64 çekdarên Sûrî li Qerebaxê hatine kuştin.
Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê de dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê 1200 çekdarên Sûrî şandine şerê Qerebaxê.
Hevdem serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan roja yekşemê 27.09.2020an bang li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe nexe nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Nagrono – Qarabaxê.
Ev hişdarî ya ji aliyê Serok hikûmetê Ermenistanê ve di wî çaxî da hat, dema ku serê sibeya Yekşemê şer di navbera Ermenistanê û Azer- bycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kirî.
Balyozê Ermenistanê li Moskowayê Fardan Taganyan jî, ji ajansa Sputnikê ya Rûsyayê re axivî û da zanîn Tirkiye 4 hezar komên çekdar yê Sûriyê bo şer li dijî Ermenistanê bikin bo bereyên şer ê Azerbaycan û Ermenisanê şandine.
Herwiha Fardan Taganyan tekez jî kiriye Tirkiye wan komên tûndrew ê Sûriyê perwerde kirine û dixwaze wan di şerê li dijî Ermenistanê de bikarbîne.
Îranê helweseke cuda hebû û tenê dixwaze berjewendiyên wê parastî bin. Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade roja dûşemê 05.10.2020an ragihand ew ketina topên hawênan bo ser sînorên xwe qebûl nakin.
Di kongreyeke rojnemevanî de Seîd Xetîbzade aşkere kir wan bo bi dawîbûna qeyrana Qerebaxê û bi dawîbûna şerê Azerbayacan û Ermenistanê projeyek amade kiriye û di demeke nêzîk de wê Îran hem ligel herdu welatan û hem jî ligel welatên herêmê dest bi danûstandinê bike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark