Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin/1

 


 Konê Reş

  Di zaroktiya min î destpêkê de, hîn tenê, ez û birayê xwe yê ji min biçûktir hebûn, min çavên xwe di malek bi mêvan, çûn û hatin û hewşek mezin de vekirin. Hewşek, bi xirecir ji sewal û dewaran, ji mirîşk, elok û qazan..û gelek caran bi hesp, qantir, ker û erebeyên qantiran dihat dagirtin.. Bîrek di hewşê de bû, hewdekî kevirî li kêleka wê bû. Piraniya gundiyan ava vexwarina xwe jê dibirin û sewalên xwe bi dorê, bi ava wê bîrê, di wî hewdî de, av didan..
  Em gundî bûn.. me şaristanî nedîtibû.. me bajar nedîtibûn.. me navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst.. Di wê zaroktiyê de jiyana me di çarçova gund û irf û adetên kurmancî de derbas dibû.


Havînan em bi tena kirasekî xetxetî bûn.. Pîrka min a ermenî terzî bû.. mekîneya wê a dirûtinê hebû. Wê ew kiras li gor dilê xwe ji me re didirût.. du bêrîk pê ve didirûtin, kêfa me ji wan bêrîkan re dihat.. Pirê caran em xwas bûn.. Di zivistanî de pîrka min û diya min qutikên ji hiriyê û gore bi destên xwe ji me re diristin, me di bin sakoyê xwe de li xwe dikirin.. Pêlava me solek pilastîkî bû.. Ew sol ji Serxetê ji me re dihat, an bavê min potînek ji Amûdê an Qamişlokê ji me re dikirî, me zivistana dixist lingê xwe de..  
  Di wê biçûkaniyê de, li gor her çar werzên salê, me alîkarî bi bav û diya xwe re, di kar û barên malê de dikir.. Me rojên xwe li ber siya dîwaran, bi heval û hogirên xwe re derbas dikir.. me nûçeyên gund ji hev re digotin; kî ji Serxetê hatiye mêvanê kê, kî ji gund çûye Qamişlokê.. teqîna şevê din, li ser sînor, di nav qaçaxçiyan û cendermeyên tirko de, kî hatiye kuştin û kî birîndar bûye..? Her yekî ji me li gor ku ji mala xwe bihîstibû, digot.. Li ber wan dîwaran me bi liztik û yariyên zaroktiyê dilîzt û gelek caran me qerf li hev dikir û me şert davêtin ber hev wek; Şiva ter li guher, çi ye? An Tenûra himhimî tije nanê genimî, çi ye? Kumê hotik tije nûtik, çi ye?
  Havînî, me av ji palevaniyan re dibir nav zeviyan û hin caran me bi wan re qeflên sap didan hev û dikirin gidîş.. Piştî ku ew sap bi erebeyên dewaran dikişandin ser bênderan û dest bi gêreyê dikirin, em li cencerê siwar dibûn.. Bi kerê an erebeya qantiran em diçûn nav mixtiyan.. me xurcika kera xwe an embara erebeyê tije talik, şebeş, ecûr û şimamok dikir û em dizîvirîn malê.. Eger hin rêwî di divegerê de têketina pêşiya me de û bigotina; kanî baca rê bidin me.. wek heqekî rewa me ew razî dikirin.. Buharan, gelek caran piştî ku Şivan pez tanî male û jinên malê ew didotin, me ew pez derdixist şevînê..
  Gotina durist û cîgirtî ku cihê xwe di nav gundiyan de digirt, gotina Malayê gund bû.. tevî ku gelek caran gundiyan qerfên xwe bi Mela dikirin; hina jê re digot: Mela! Melaîket mê an nêr in?! Hina jî jê re digot: Heca Laleşa nûranî durist e an heca Mekka munewer? Û dikeniyan.. em zarok jî bi kenê wan re dikeniyan, bêyî ku em zanibin çi ji hev dibêjin..
  Di wî heyamî de, teraktorek me hebû. Carekê bavê min çû Qamişlokê min û birayê xwe qewîtiya tiragekê lê kir.. Piştî ku ji Qamişlokê vegereiya em çûn pêşiyê, me doza tiraga xwe lê kir.. ji  me re got; lawo bismarên wê kirine nav avê de, heta bismarên tiraga we nerim bibin..!!
  Carekê jî, min û birayê xwe, xwe li bavê xwe kir bela ku em pê re herin Qamişlokê, da ku ji me re kuncîlên nû bikire.. Nû bavê min genimê xwe yê salê firotibû, pereyên wî hebûn. Em li erebeya ku li paş terektorê girêdayî bû siwar bûn, digel ku gelek gundî jî lê siwar bûn û me berê xwe da Qamişlokê.. Em bi kêf bûn ku, em ê herin Qamişlokê û ji xwe re cilên nû bikirin.. Em di gundê Kodo, Tilşiîrê û Hîmo re derbasî qelaçê Hilêliyê bûn. Yekî serxetî jî bi me re bû. Dema ku ewê serxetî ji ser qelaçê Hilêliyê çav bi Qamişlokê ket, got; ev çi gundekî mezin e lawo.. Ewên ku di teraktorê de bûn keniyan û lê vegerandin; Ev Qamişlokê ye lawo..
  Qamişlokê, di huşê me zarokan de, bi nanê sûkê û helawa Hemê Qidamçî dihat naskirin. Gelek caran bavê min ji me re nanê sûkê û helawa Hemê Qidamçî ji Qamişlo tanî.. Nexasim helawa wî a rîçal..
  Bavê min teraktora me li hinda qesra Mîzerê Medlûl sekinand, (cihê postxaneya niha), û min û birayê xwe wek dinyanetîtiya da pey wî û apê xwe Mihemed.. me li vî alî û wî alî meze dikir; sikak û kolanên qîrkirî, dikanên camkirî, cil û bergên di dikanan de daliqandî, zarokên bi şerwal û qumlik, hin ji wan bi şerwalên kurt bûn.. Li dor eraseyê (Sentera Bajar), em çav bi zarokên ku selikek li pişta wan şidandî, kolbarî dikirin; barên xelkê bi pereyan dibirin malên wan.. Tevî ku piraniya dikançiyan Siryanî, Cihû û Ermenî bûn, lê tev bi kurdî diaxifîn, zimanê bazaganiyê Kurdî bû.. Em çûn dikanekê, bavê min ji her yekî ji me re şerwal û gumlikek li gor kêfa me kirî..Me şerwal li bejna xwe pîva, baş bû, lê ji ber ku gumlik di nav naylonê de pêçayî bû, xwediyê dikanê nexwest derxîne û ji bo ku baweriya me bîne ku li gor bejna me ye, bi metroyekê gerdena me pîva û got ev li gor te ye û ji birayê min re got ev jî li gor te ye.. Dema gerdena me bi metroya xwe pîva kêfa me hat.. me di dilê xwe de got li gor qiyasa me ne.. Hîn li bîra min e, rengê gumlikê min zer bû yê birayê min kesk bû.. Piştî ku em zîvirîn malê, me gumlikên xwe vekirin û li xwe kirin, herdû gumlik wek kirasan li bejna me derketin.. û em dilşikestî bûn. Bavê min got; vî segbavî henekê xwe bi me kir.. Paşê pîrika min bi mekîneya xwe a dirûnê ji me re teng kirin..
Qamişlo, 30/9/2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark