Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Hevkarî ya Partiyên kurdistanê li Almanyayê di roja referenduma mezin de piştgiriya xwe ji bo vîna gelê Kurd dupat dike

 


Bîst û pêncê vê mehê, sêyemîn salvegera roja dîrokî ye, ya ku tê de gelê me li başûrê Kurdistanê ji sedî 92 zêdetir deng bi (Belê) da bû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê, ku bi keyfxweşiyek mezin bersiva partiyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Bazanî hate dan, bi destnîşankirina 25ê îlona 2017an wekî roja referenduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.


Gelê me yê Kurd li Çar perçên Kurdistanê hîn jî biryara referendumê wekî biryarek mêrxasî û dîrokî dibîne, ku derbirînê dike ji hez û vîna gelê me yê Kurd yê azadîxwaz, û ji mafê çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe wekî hemû gelên cîhanê û bi rengekî demokrat bi rêya sindoqa dengdan û giştpirsiyê û bi beşdariyek navnetewî, ji bo biryar bide li ser çarenivîsa xwe û avakirina dewleta xwe ya netewî piştî sedsalan ji têkoşîn û fedakariyên mezin ji bo bidestxistina azadiya xwe ji destên dagîrker û stemkarên desthildar li ser gelên herêmê, ku rêjîm û hukûmetên dagîrker bi hemû awayan bi rêya dorpêça aborî û asmanî û bi planên xwe yên reş, hevdem digel bêdengiya cîhanî û herêmî li dijî vîna avakirina dewleta kurdî rawestiyan, ji bo betalkirina vî mafê rewa yê ku hatiye pejirandin di hemû tekst û belgename û peymanên navnetewî de, yên taybet bi mafê çarenivîsa gelan, ku ji hêla hemû konferans û forûmên navnetewî ve di vî warî de hatine pejirandin û piştrast kirin.
Hevkarî ya partiyên Kurdistanê li Almanya piştgiriya xwe ji bo îradeya gelê me yê mezin li başûrê Kurdistanê di roja referendumê de ji bo serxwebûna kurdistan û ragihandina dewleta kurdî dupat dike, û bang li civaka navnetewî, gelên Amerîkî, Ewropî yên aştîxwaz û demokratxwaz û hemû saziyên mafên mirovan dike ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û rêzê bigirin li îradeya gelê Kurdistanê û piştgiriya mafê çarenivîsa wî bikin ji bo avakirin û ragihandina dewleta xwe ya serbixwe bi berçavgirtina qurbanî û fedakariyên mezin yên gelê kurd dayîn li dijî terorîzmê.

Hevkarî ya partiyên Kurdistanê li Almanya

24ê îlonê 2020



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark