Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: KURDISTAN..

 



RISTAR: MEHMÛD DERWÎŞ
WERGÊR: MEHFÛZÊ MELE SILÊMAN

Di bîranîna dehan de (9.8.2008), ya cansipartina helbestbêjê Filestînî yê navdar Mehmûd Derwîş..
Ev helbest ya "KURDISTAN" ji dîwanên wî  hatiye rakirin(rahijtin), lê di dil, derûn û hişê her kurdekî têkoşer de zindî maye..me ji were ji erebî wergerand ..


KURDISTAN..

(1)
Bi were ne
Bi were ne dilê kesan (mirovan)
Ku gule bin di çiyan de bifirin
Bi were ne çavê  mirovan
 Ku li ser sitriyan birêve herin.. bê xem be
Bi were ne koleyên zemînê
Ji newqa zirya ta "bakur"
Bi were ne ..ez ..bavê min..dêya min
Û zeytûnê min û bihna pirteqalê min
 Bi were ne hestên me..helbestên me
Wek leşkeran di şer de
Ey paswanên rojê..ji bendên nîv zilaman
Ba, em  ne dirandine.. têkoşîna miletê we têkoşîna min e
Ger siwarek ji we werbibe..werîsê min li sitûwê min tê badan(tûnd dibe)
 (2)
Bijî erebîtî  "urûbet"..
EY Selahedîn, Ma hespê te likumî?
Ma alayan ketin?
Ma şûrê te.. bû bê rêdan?
Li qada kurdistanê
Ku tirs şiyar dimîne digel şewatan
((Mirin bo karkeran heger gotin:
Buhayê azarê ji mere..
Mirin bo çanderan heger gotin:
Berê xakê ji me re..
Mirin bo zarokan heger gotin:
Roniya pirtûkan ji me re..
Mirin bo kurdan heger gotin:
Mafê jîn û henasê Ji me re ))
Emê piştî niha bêjin.. be re bijî "urûbe"!!
Vêce di qada kurdistanê re bibûre
Ey "urûbe عروبة" bibûre!
Ev palehiya havînî ye
ka tu dibînî?
Tu na biînî..!
 Heger tu di qula topan re dinêrî
Ey miletê min..
Nîv zilam êrîşî dîroka te dikin
Bi navê "urûbe"
Xwîn rewa dibe
Şilfik deselatê li te dikin
Tu şandin sergowa deman
Pîstirîn naskiriyê demê ji deman
Bi navê "urûbe""
 Ji beravê Dicle û Ferat dîrok birîn dibe
Ey miletê min..
Ne bese em bê gunehin
Ji wan û tabûrê wan  
Ne bese em bê gunehin
Bavêje sergowa demê
pîstirîn naskiriyê demê ji deman
ey "urûbe" dijminê xwe bavê!
piştî niha emê bêjin: bere "urûbe" bijî
Ne ser miriyan
Bere "urûbe" bijî
Bijî "urûbe"..
     ( 3 )
Ey Şahrezad
Şev sibehê dixwe
Û baxên Kurdistan.. berhemên wan birîn in
Hezkirin qedexeye.. kurepista hemxak..
Tuştek ku rewa ye nîne
Ji pêvî xwîna kurda.. nefta pêxeran (gurkeran)
Çira şerma wan..bi mirina bilî (xeynî) wan e
 ( 4 )
Ey Şahrezad..
Afsanên lehengiyê  jenggirtin di şevên xweş de
Û yadên sipî û ciwanîkê ku li rima siwar bû
Û hezkirin, mezinahî û şûr yê ku ji têkoşînê westiyayî
Kirêt  ji Bexdayê re
Yê têde rewa ye
Ji bilî xwîna kurdan
Di êzgehê de..di belavokê sibehê de
(….)
 Diwêta rojname yên şarê me xwîn e
(me qirkirin!) gurg şanazdibin.. û digirnijin
(me qadê kurdistnê çandin ! bi mirineke tazî di ser mirinê de
Me ew qoqê bê jimar çandin)..
( 5 )
Ey Şaherezad..
Şev sibehê dixwe
Û hezkirin qedexeye.. û nivisgeha te ya xweş (nerm)
Avêtiye ber piyê serwerê te yê dixis (pîs)
û xwîna kurdistanê rihterê xwe noqdike
û lîzkerê bodele bi agir  
dê têde bemire
( 6 )
Ey şaherzad..
ji pêvî pêxeran (gurkeran) ne mirin..
Çira şeva wan..bi donê xeynî wane
De em hevbibînin bi serdemê tê re
di serdema (peyasa) ku lepê şoreşgeran çêkiri bû.
……………………….

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark