Mihemed Hesko(birasoz)
Yarê hevalê rindê
gula bajar û gundê
ciwane bê hempaye
þev û roj, ez li bendê
Bi xemla xwe ciwanî
xweþiya dil û canî
dûrî dojehe hevalê
her di dil de mêvanî
Her mêvana xwemalî
dil û can re hevalî
yar û hevala temenî
þaha bê tac û alî
Ey nazika çavxezal
wey hest kaniya zelal
diherike nava dil
rinda dil ji dest dinal
Çavxezala awir piling
bejn û bala þox û þeng
li min heland dil û ceger
dilcana mina xweþdeng