Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Babaderwn x Sed Efend Qewln Wan

 


Konê Re

  Di destpêka salên 1960`î de, çûn û hatina di navbera Serxet û Binxetê de ne wiha zor bû.. Babaderwê bi girsbûn ji Serxetê dihatin gundê me Doda, li xelîla û defê (erbanê) dixistin û pê re qewil û qesîde digotin. Her babaderwêek bi rih û aik bû, xitek serî tûj di destê wî de bû, tûrek bi bejna wî ve berdayî bû.. Li nav gund digeriyan, qewil û qesîdeyên xwe yên bi kul û xem digotin.. Gundiyan jî, xêr bi wan dikirin, titê ji wan dihat didan wan wek; savar, ard, nîsk, nan.. Hingî pere kêm bûn.. Me zarokên gund jî, dida pey wan, li wan temae û guhdarî dikir û di encam de hina ji me qewil û qesîdeyên wan ezber dikirin.. Ji qewlên wan, yên ku min ezber kiriye, ev çend malik hîn dibîra min de ne:


(Seg Axa.. Segvan Axa.. Ker Axa.. Qantir Axa.. Ar tûtik, berwar tûtik, êx Geylanî devrûtik, mela Birahîmê rih ûtik.. Hilifî milifî, çeqçûlifî.. Wargeî ew xweî hilweî..).
  Hingî zilamên gund yên li ber dîwaran rûdinitî, wan jî li wan temae û guhdarî dikir û ji hev re digotin: "Ev Babaderwê davêjin ser têkçûna serhildana êx Seîd Efendî li Diyarbekirê û xiyaneta ku axayên Kurdan û êxên rêçika Qadirî, bi êx Seîd û hevalên wî re kirine, dibêjin.. Newêrin ekere wê xiyanetê bêjin, vêca bi vî rengekê nepen tînin ziman û dibêjin.."
Xelkên gundên min Doda di rêka êx Behyedînê Zîlanî re, ba agahdarî serhildana êx Seîd bûn. êx Behyedîn birayê êx Xalidê Zîlanî bû, ji Tirkiyê revya bû, li gundê Doda camiyek ava kiribû.. Xuyaye pitî bidarvekirina êx Seîd û her 47 hevalên wî ji êx, Mela, rewenbîr û zanayên kurdan yên ku di sala 1925an de pê re hatin bidarvekirin, cihê protesokirina wan Babadewê û Sofiyên êx Seîd bû.. Vêca ew Babaderwê ji êa nava xwe re li gundan digeriyan, dikirin hawar û wek van qewil û qesîdeyên bi wate ji kurdan re digotin.. Newêrîbûn gotinên xwe bi zelalî û ekere bêjin..
Ferhengok:
Seg Axa: Kûçik Axa
Segvan Axa: Axayê seydvanî
Ar tûtik: Agirê vemirî
Berwar tûtik: Agirê warê vemirî
êx Geylanî: Mebest jê êxên rêçika Qadrî ne. Ewên ku simbêlên xwe kur dikin û di wî heyamî de berberiya rêçika Neqibendî dikirin, anku antî Neqibendî bûn..
Konê Re/ Qamilo 20/5/2018


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark