Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Awireke lezgn li malikeke Cizr

 


Bavê Zozanê

Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)

Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim

Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre wê yekser zanibe ku ev malika jorîn a êxê helbesta kurdî (Melayê Cizîrî) ye, ku wek pehlewanekî li hespa helbestê yê boz siwar e û vê malika reben di qada er de dide ber ûr û nûbaran, wê xwînî û dîl dike. Cizîrî serê hespa kihêl her bi pê ve berdaye bê ku li ûn xwe vegere û wek ku dixwaze hespê diçêrîne.


Nîanî (dildarê Sitya bisk kesk) li gor dilê xwe peyvên vê malikê dirêse, hinan dide pê û hinan li pa dihêle, tevlîheviyek nazik dike, xwendevanan an jî guhdêran bê mey serxwe dike, wisa zeviya dilê xanima xwe jî ewqasî pê re hînik dike.

Peyvên Melê di vê malikê de mîna tavê biharê ji ber xwe û ji nika ve guhdêr il dike, di cî de dihêle ku mirov cil û bergê dawetê li xwe bike û zû, bi xar û lezgînî xwe berde nîvê dîlanê ta destê wa peyvên naz bigre û bi wan re semayê bike.

Malik erê bi herdu cemên xwe ve, ser reqsê ye, lê dixuye ku peyvên malikê bi xwe jî agehdarî vê ne, lewma gian bi destê hev girtine û reqsek bêhempa dikin ta ku xwendiyar jî carna bê hemd radibe û tevlî wan peyv û cem û malikan dibe!

Melayê Cizîrî (1570-1640), bêguman xwediyê mihr û ciwaniyê ye, ew bi xwe mîna hosteyê Birca Belek e, helbestê ava dike, ku çilo wî endazyarî ew kevir her yek di cihê wî de daniye bê ku wan bibre, yan jî qet bike, yan jî bikîne.

Melayê me jî xwediyê felsefeya xwedayî (Mela Ehmed kurê Mihemedê Botî yê Cizîrî) gotinên xwe mîna kevirên wî endazyarî, ne dibirîn, ne diikandin, ne qet dikirin. Dizanîbû wan li kû deyne, lê carna (yarim) jî pêk dianîn di avakirinê de -nîv kevir- mîna peyva (tê) - di dawiya cemê paîn ji malikê - ku ew bi xwe ji çar tîpan ava dibe (têde) vêce hostetiya Melê, eyn di vir de berz dibe, peyv nîvî jê avêtiye û wate pê re nehatiye ikestin, zêdetir wisa jî sipehî û xwetir kiriye.

Gotinên Melê di malikê de normal in, hêsan in, ne ecêb in, mîna (mela, sema, digo, dest, nadim…) lê ecêbûna wan di wê teiyê de ye, ku wisa Melê, li ber bayê kenê dilberê li det û zozanan wan dirêse, lewma malik û cem tevlî mijgulên çavên (Selmayê) bi êranê bi hev re hatine girêdan.

Titê balkê di malikê de, ku Melê her peyveke xwe, dubare kiriye, ducar kiriye, eynê waye di her cemê de, lê cihê wan guhertiye lewma mirov – dîsa dibêjim- bê hemdî xwe pê re direqise..cemê pêî: dest, reqs, melê û cemê paî: dest, sema, melê.

Ji bo vê jî hêz û giranbûna malikê, ber bi çav dibe, wisa ji mîna bejna (Selwa sihêqed xemilî) herî balkê dibe.

Nadim, ev peyv ji nîvê cemê paî, Melê kiandiye dawiya cem, ew jî bêguman bo kê û saziya helbestê bi tevayî wisa kiriye (ma eger ne ji bo ermenda rûyê wê be Afîtabê bi zewalê çi xered.)

Dawî em hest dikin ku Cizîrî xwediyê (Ruhniya çavê nebînan..Muridê meczûb û dînan) helbest di destê xwe de kiriye wek hevrîimê, binî dibe banî, pa tîne pê, çep dike rast  ew  serbest e di vî warî de çimkî gotin di derheqê wî de disekinin, mane ew bi xwe bû yê ku pîrê diçû nanê xwe li ser lata wî dipijand!

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark