Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Mamoste Derw!

 



Konê Re

Gotin di dawiya evê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew, serê xwe ji bo me dihejîne..


Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk.. Waweylê…
Mamoste! Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin, kum û kolosê wan li ber ba bifeliînin?!!
Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî mîr Bedirxan,
êx Nehrî, êx Seîd ji me bi lome bin;
Em, di çayxaneyên bîranînan de qerebalixê dikin,
Bi dirêjbûn li ber dergehên bajarên giryayî radiwestin,
Lêborîn û pexanê dixwazin û ji darên xûz û tewyayî dipirsin;
Gelo, em bi derengî ketine..?!
Tu çi dixwazî mamoste Derwê! Em çi dixwazin?!
Penaberiyê em di nav baskên xwe de hilanîne..
Rêkên çûn û nehatinê ji çûna me westiyane.
Wî li wî yê ku karibe bireve û kî berê kerwan didî kû, bela ew be..!!!
Em bi bêdengî û erê hev de ne û bi zimanê biyaniyan dinivîsînin..!!
Çi evek dirêj e, gelo dawî jêre nîn e?!
Kolanên rojhilata navîn ji hejariya zarokên me têr xwarin..!
Werin, em bi pê de herin da ku nifên li pa me bi pê ve bilivin.
Ax, çendî ev heyam bi kul û derd e..
Werin! Bila em ardiwê ronahiyê bin ne ardiwê tirava temirandî bin.
Werin! Kelek di orta deryayê de westyayî ye li hêviya me ye.

Qamilo, 12/02/2018

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark