kasî yûsiv
di roja bîr anîna koçkirina seydayê helbesta kurdî cegerxwîn,her kes dirajê pênûsê û hewl didê ku tižtekî li ser jiyana vî mirovê bi nav û deng binîvisênê. ez dimînim dudil ka ezê çi binîvisênim ku hinkofî bejna wî be,ew bejna ku aso têra wê ne kirin lewma giha bilindayiya sitêrên her û her diçirisin. ciger xwîn temenê xwe di ber bêjeya kurdî de xerç kir,û xwe bexžî wêje û toreya kurdî kir,xwe bê beramber kiribû dergevanê hevokan û nerdewana di bin fermana wêneyan,mîna žervanekî di cengêde ew her tim hižyarbû di nobeya xwede.
di demekêde ew hate jiyanê , milletê kurd pur žerpeze û hejar û pejmurde bû,di dema hilwežana mîrîtiyên kurdande,ew dema pur hestiyar , di dîroka rojhilata navîn bi gižtî,û ya kurdistanê bi taybet ji ber ku di wê demê de hêjta kurdistan du perçebû parçek di bin destê osmaniyande û parçeyê dî di bin destê sefewiyan yên êranîdebû , cenga cihanê ya yekem û ya duwem herdû dîtin di dema nûbihara temenê xwede,bavê wî û dayika wîjî di wê demê de diçin dilovaniya xwedê,dema erdhejênên ciyopolitîkîbû,dema nexže dana nûbû ji cihana rojhilat a navînre,û ji cîhanê bi tevayîrejî pêpelûkeke nûbû,di hilkižyana murovatiyî ber bi rewžeke bin požde. hevçerxê pymana lozan û sîver , û ya saykis pikobû. žorežên kurdistanê ya žêx s,id di 1925, ya herî xwedî dengvedaneke mezin di kurdistana bakurde, ku encamên wê pur ne xwež hatin,û dilê hemî kurdan di wêdemêde û hetanî iro žikest bi žikestina wê, û retara dî ya giring;žoreža kurdistana iraqê bû bi rêveberiya melle mistefa yê berzanî ewjî pur akama wê hebû li ser žop û ajotina wî. reftara li sovyata berê pur bala wî dikžand , û hêviyên xwe li ser girêdidan; ew tevgera bi navê markis û linin, bûbû nimûneya xwe rizgarkirinê, jibo cigerxwin di demekêde.
Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim ežkere. Em bûn çêra hirç û gura Bûn alifê ga û kera Heval bibin tev Markisî Bawer mebin bi hîç kesî Bi pêžde gernas û žiyar êriž bikin sênca neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim ežkere. Win kom bikin zêr û pera cigerxwîn,ev mirovê ku qedera wî ew avêtibû wê demê di wan merc û egerên nûde ewî mîna geyakî nû žîn bibe hatibû jiyanê. di civaka kurdî de dibistan hebûn belkî berî çend sed salekî ji ji dema hatina cigerxwin, li cizîra botan , dibistan hebûn, lê bi nav dibistanbûn , ew bixwe peymangehbûn, têde hemî waneyên tîkel dihatin bexižkirin bo suxteyan, ji nifžên ayinî , û matmatîkî, û sitêr nasînî, û wêjeyî, û felsefî, û dîrokî. lê mixabin di dema cigerxwinde ew peymangeh mîna xewnên kurdan hatibûn kilîtkirin. EY FELEK
Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê dimin ? Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê dimin ? Çîçek û nêrgiz herižtin Tev ji bîna sor - gulan Surperî nayên semayê Kanî qozaxê dimin ? Qeb-qeb û dengê kewan Nayên li ser lat û çiyan Kûre - kûre rengê bûman Nalêya zaxê dimin Ser bi zêr û çox bi surme Dest li ber, rû nale - nal Dê bi kê xwež bin di dilde Ev key û daxê dimin ? Bilbilê malik xerab Herdem bi hewar û girî Xwež li ser sorgul dinalîn Bûne ortaxê dimin Qumriyan sed rengê awaz Wan ji derdê nêrgîzan Bûm li ser kox û kelat û Qesr û çardaxê dimin lê korsên waneyan ne hatibûn hilqetandin, vêce hicrik hebûn, hicrikjî navê wî cihê têde mellayan waneyên olî , herwiha yên rêzimanê kurdî , di wan de didan zarokan, û heryekî serkeftin bi desxistibana, bawer name distand(icaze)jêre dihate gotin, ji aliyê žêx yanjî ji aliyê mellayekî xwedî behreke mezin di zanyariya oli û rêzimanî de, di her žar zimanan de,kurdî ,erebû,tirkû,farisû,ji ber ku her mellayekî kurd bi van her çar zimanan zanîbû. lê cigerxwîn di cirîda hestên welat parêziyêde dabû pêžiya hemû rikber û himber wan li pilleya yekê derketibû,di bîr û baweriyên xwede pur žehrezabû. evî helbestvanî di wê demêde mîna hemî pêxemberan,hizr bi wê yekê dikir ku xelkên din pižtî dihên salan nû tê bighin bê ka ewî çi got, û çi divaya wîbû ji wan gotinan, ger hûn nebin yek..hûnê herin yek bi yek.
hewar dikim ranabî kes žêx û mela û pîr û qes bi xaç û xižt û mizgeft û dêr em xistine tora neyêr hewar hewar hewar hewar van kûçikan dexlê me xwar sed camî û dêr û kenižt naqos û bang ûtîr û xižt sed lek ji tîpên lem terew bi kêr me nayên tev derew hijmara dîwan û pirtûkên cigerxwîn pir bûn,lê li gorî wê purbûnê wilo bi wate ,û mufa û dagirtî pend û žîret bûn, ji bilî heft dîwanên wî ferheng û rêziman û dîroka kurdistanjî nîvisandine cigerxwîn pirojeya netewa kurdbû li ser du piyan di geriya, pêxemberekî çerxê bîsta bû, genceke lebaleb ji nêrîn, wêne, bêje, agedariya felsefî û dîrokî bû. Keko ziman dirêjim Mexeyde ez çi bêjim Ez xêrxwaz û dilovan Bê toz û be Qerêjim. 22/10/2014 bazil swîsra
em xistine tora neyêrhewar hewar hewar hewarvan kûçikan dexlê me xwar sed camî û dêr û kenižtnaqos û bang ûtîr û xižtsed lek ji tîpên lem terewbi kêr me nayên tev derewhijmara dîwan û pirtûkên cigerxwîn pir bûn,lê li gorî wê purbûnê wilo bi wate ,û mufa û dagirtî pend û žîret bûn, ji bilî heft dîwanên wî ferheng û rêziman û dîroka kurdistanjî nîvisandinecigerxwîn pirojeya netewa kurdbû li ser du piyan di geriya, pêxemberekî çerxê bîsta bû, genceke lebaleb ji nêrîn, wêne, bêje, agedariya felsefî û dîrokî bû.Keko ziman dirêjimMexeyde ez çi bêjimEz xêrxwaz û dilovanBê toz û be Qerêjim.22/10/2014bazil swîsra
|