behmend xano
van dijminan çi anî serî
qadama dizîn bi hiþkerî
kedama xwarin bê fedî
rojên me tev kirina tarî
bo em ne bînin ti xweþî
* * *
bajarê me bin dest kirin
daristanên me hiþk kirin
zimanê me qedexe kirin
xelkê me ji hev cida kirin
kirin karkerê me bê kar
* * *
zîndankirin pir kal u ciwan
gel zilim u êþkencî u talan
nalîna wan gihiþta ezman
dayik ji derda kirin hawar
dilovanî qet ne me li cîhan
* * *
serdarê me bin çav kirin
miletê me tim birçî kirin
zarokên me bi girî kirin
bav girtin ew sêwî kirin
ji xweþiya em dûr kirin
* * *
van dijminê bi bext u olî
rexna me kirin bi derewî
pênûsa me þikandin ji tirsî
pirtûk þewitandin u nexþî
ev çi rojgarek pirr tarî bî
* * *
van dijminê bê ol u hest
ti car ne bûn xwedî dost
sitemkarin her demu wext
xwedan zimanê çek u rext
naxwazin em bibin serbest
* * *
dijmin þkand þaxê biratî
pûç kirin bedewe suriþtî
vemirandin xetîra azadî
herfandin gemiya aþtî
de em barkin ji vî warî
* * *
li emin arîna kaniya hest
maf ber çava hemî wext
çiya ew ji mer buya dost
rizgar nîþana me her wext
wê rojek bê bibin serbest
wê kulîlk þînbibin li suriþt