Xwezî tim di bîr û bala mirov deba ku tenê mirî gunehan nakin, tenê zindî žažiyên kirêt dikin. Mirov dikarin bibin xayîn û xwefirož, kujer û tižtin din, êdî sûnc û gunehe mirov ji zindiyan re bibin kole, çimkî zindî ye û dikare rojekê kêra jahrkirî di pižta we de jî biçikîne.
Wexta em rexneyan dikin, em ji bo xêrê dikin, heçê ne di asta rexneyê debe fam nake, kîna me bi kesî re nîne, lê hin kes bi israr wan rexneyan dikin dijîtî, ew qet ne mebesta meye, ew kes kole ne û fikra wan ne azad e, lê ku ew kes niyeta xwe zelal û paqij bikin dê bibînin bê çiqasî rexne di berjewendiya me û wan deye.
Heçê tevgerê bike wê ileh žaž bibe, ji ber wê mirî gunehan nakin, mirî tevger û xirecirê nakin, icacokan ranakin û ji ber wê gunehan nakin. Zindiyên rexneyê nepejirînin li dijî hižmendî û pêžveçûn û berjewendiyên xwe û me derdikevin. Mixabin hin kes wateya rexneyê nizanin û çilo û çawa be li dijî xwe wek žer radighînin, bi israr didin ser žopa fažî û diktatoran.
Rexnepejirandin an na encama perwerdeyê ye, hin kes tenê rexneyê wek kînkižandinê dibînin.
Mirovê ne demuqrat û azad be nikare rexneyan bipejirîne, ma fažî û diktatoran kîjan rojê rexne pejirandine, wan gelek rexnevan kužtine. Hin kes guman dikin ku ji gunehan bêrî ne, û di eynî wextê de xwe dikin demuqrat, ileh xwe bixin rêza diktatoran. Em jî tižtekî tenê dizanin: Tenê kole, diktator û fažî rexneyan napejirînin.
Tenê diktator hemû karînên xwe rast û durust dibînin, çi bikin wê hin jêre li çepkan bidin, ta bi kužtina zarokan, û ne tenê rexneyê napejirînin, belê rexnevan di ževên tarî de dikujin, û ji ber wê civak û komelgeha bê rexne bi pêž ve naçe.
Hin kes û hin hêzên siyasî wexta rexne li wan dibe, bi israr wan rexneyan li dijî berjewendiyên gel bikartînin, daku rexneyê rawestînin û xwe jê biparêzin, bi texmîna me ev têkçûna herî mezin e.
Eger kes an girûpek an jî hêzek siyasî hest bûbin ku em di dermafê wan de žaž çûne û me di rexneya xwe de bêbextî li wan kiriye, bila bi žêweyekî mirovan e me agahdar bikin, emê jî bi kêfxwežî lêborînê bixwazin û soz didin ku emê carek din dubare nekin.
Li dawî, ji ber ku rexne di civaka me kurdan de nîne, û ji ber ku em nehatine perwerde kirin ku rexneyê bipejirînin, civak li paž maye, siyaset li paž maye, çand û gelek tižtên din li paž mane.
11/05/2013