Luqman þeref
Dibêjin tê werê bi rojê re
Bi qews û qezeh ,di nav mijê re
Bi ronahî re , di jor û jêr re
Di nav gunda û birc û bajêr re
Dibêjin tê werê wekî bayê
Bi rehetî , bê kul û belayê
Dengê te mîna lorîka dayê
Ku bang dikê û dibê "ez nemayê "
Li ser hespekî sipî tê werê
Di nav gul û kulîlkên buharê
Rast û çep , tev xweþî , jor û xwarê
Di rêkê de , nîne weke wê rê
Hin dibên wê werê li gel dûman
Bi ewran re , berq û berf û baran
Li gel sermê , teyrok û taristan
Bi êgir re li her tiþtî ferman
Wê bê li ser piþta hespekî reþ
Seranser wê arê dijwar û geþ
Haware hawar çi rojek nexweþ
Her kes çû ji xwe , tev mane serxweþ
Derya ji xwînê dê çêbin û çem
Têde bifetisin ereb , ecem
Ji ser sînga me bifirin kul û xem
Mizgîn îro wê zîn here nik mem
Kurdistan ! nizanim tê kînga bê
Lê em bawerin yan îro yan sibê
Bi gora leyla jiyan bê te na bê
Kesê ne wer bêjê xwelî li sera bê