Husên M. Hebeþ
Çar dar
Çar dar ji kokê de birandin
Ji a yekê dergûþek
Ji zarokekî re
Çêkirin.
Ji a dudiyê nivînek
Ji du evîndaran re
Çêkirin.
Ji a sisiyê gopalek
Ji kalekî perîþan re
Çêkirin.
Ji a çarê kursiyek
Ji qesra þah re
Çêkirin.
A yekê
A dudiyê û a sisiyê
Tevî xizaniyê
Pirr bi þahî dijiyan.
A carê
Tevî dewlemendî
û xweþik bûna qesra þah
Pirr xemgîn dijiya.
Spas ji wê darê re
Mirovek direviya!
Darekê ew dît
Pêre got: were bilez were, hilkiþe
û xwe di nav pelên min de veþêre
Dara dilnazik
Niha pirr bi xwe serbilind e
Ji ber ko wê mirovekî bêguneh
Ji girtin, zindan û lêdanê
Parast û rizgar kir.