Ciwan Nebî
û tu vegeriyayî Qamiþlo
li tiliyên xwe digerî,
li wan yên te ew
li paþ xwe hiþtin,
sîka te bûn,
asoyên te bûn,
di çola xewnên te de
lingê nerînan kul dikirin
û dawî tu vegeriyayî,
li gavên xwe dinihêrî,
li esmanan
û çawa minareyên mizgeftan
hîna aliyan moxil dikin,
hîna li çepikan dixin danezanek
ji rêya malê re
û li qeraxan
hîna bêhna bahozan diçike
û hîna……….
û hîna……......
bi tenê xaniyên
ku bi xêra zarokên xwe lihevhatî
gavên te av didin
û çi dibe
û çi nabe
ta te dispêrin deriyê raxistî
_Tu tenê vegeriyayî
Wilo derî dibêje
û dibêje: li Qamiþlo
Tu ê gelekî bêriya Qamiþlo bikî.