selah mihemed Min xewneka giran dîbû
Heþerbû meydan tijîbû
Kes li kesî nedbû xwedî
Kûre newel bê binîbû
Pirek nala mûyek zirav
Rexekîagir rivîbû
Dûrbû ji min dawiya wê
Rexê dî av bê binîbû
Min got: seyda tefsîr bike
Dilê min tu bi cî bike
Tiþtek wilo rastî heye?
Bêje xwedê wê xêr bike
Seyda xewna min tefsîr kir
Kul û derdê min zêdekir
Got û got: û pir peyvî
Ez hênijîm mitale kir
Min got: bese û hewar kir
Seyda tefsîr dawî nekir
Ma matmayî li min nerî
Ji ber tefsîrê fedîkir
Min got: seyda pir lez meke
Heta dawî guhdar bike
Hê xewn bi dawî nebûye
Paþî tefsîrê dewamke
Got: de keremke misilman
Xewna xwe tu binê ziman
Da baþ ji ter tefsîr bikim
Xewna te xweþe bê goman
Ew pira min pêþî dîbû
Alîkî agir rivî bû
Ziravbû nayê pesindan
Rexê dî av bê binî bû
Nebû mefer seydayê min
Dive herim delalê min
Gava pêþî yadî li pey
Di peyde çêbû baskê min
Min da li ser ez miþiyam
Seydayê min ne tirsiyam
Li bîra min tenê omîd
Di beziyam ned westiyam
Gihame dawiya pirê
Miun nerî qet tuneye rê
Tev kulîlk û dehl û devî
Qet nîne ciyê keserê
Qet hebê eveye buhuþt
Gihamêde ez bê niviþt
Xem û kul tev jibîr kirin
Qet nîne ciyê keserê
Deka seyda tu keremke
Nûka xewna min tefsîrke
Tiþtê di dilde tu bêje
Ez na ingirim bawerke
Got: kurê min ev xewna te
Zelale nala dilê te
Xewn negerekê tefsîre
Agir nabînê riwê te
Ew pira han tengasiye
Di ser wêre derbasiye
Ew tengasine av û ar
Suruþt jiyan sermediye
Jiyana xwe berdewam ke
Xala li tîpa siwar ke
Dil vekirîbe her demê
Dilê birîndar derman ke