Konê Reþ Di vê jiyanê de, mirov pêrgî gelek kesan dibe.. Hevaltî û dostaniyê bi hina re datîne.. Hezkirina hina ji wan dikeve dilê wî de û her ku dem bi pêþ de dire, ew hezkirin mezin dibe.. (Mûsa Zaxuranî: 1955-2023), yek ji wan hogir û dostên min yên hezkirî bû..
Di roja 15.7.1991ê, bîranîna 40 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de, ya ku min û çend hevalan li Qamiþlo vejand, me hev nas kir.. û ji wê hingê ve ez û wî bibûn hogirên hev.. Her roj me hev didît.. Em li dor gelek babetên kurdewariyê disekinîn.. Bi wateyeke din; Em bibûn destbirakê hev.. Me ji hev fam dikir..
Mixabin, ji ber vê toþa ku li Sûriyê û Rojava rûdaye, wî jî wek
gelek kesan, ji berî çend salan ve Qamiþlo li paþ xwe hiþtibû û di
Hewlêr û Duhokê re derketbû. Sed mixabin ku ew îro 19.12.2023ê li
Hewlêrê bi egera nexweþiyê di temenê 68 salî de canê xwe ji dest da û çû
ber dilovaniya Xwedê. Xwedê wî bi dilovaniya xwe þad bike.
Ew sala
1955an de li gundê Letîfiyê hatibû vê dinyê, di malbateke kurdperwer de
mezin bûbû...Di sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsandinê
kiribû.. Di sala 1973an de bekeloriya stand û bû mamoste di dibistanên
Erebî yên Cizîrê de.. Digel mijûliya wî bi siyasetê, nivîsandina
helbestan û gotarên rewþenbîrî hebû û dinivîsandin.. Berhemên wî di
gelek rojname û kovarên kurdî de hatine bilav kirin wek: Metîn – Sitêr –
Gelawêj – Gurzek Gul – Zanîn – Peyman – Rojhilat – Peyv – Xebat – Teaxî
– Roj… hd ). Û di tev festîvalên helbesta Kurdî de beþdar dibû.
Herweha ew yek ji endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bû, hem
jî endamê komîta Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê/ 2007 bû, hem jî yê
Koçka Qamiþlo ya Çand Kurdî bû.
Dawî, bi min xweþ e bêjim, ku min ew
wek têkoþerekî siyasî û helbestvanekî çeleng ku bi kul û derdên gelê xwe
ve girêdayî bas kir û wek ku kurdan gotiye: Ga dimre çerim dimîne, mêr
dimre nav dimîne.
Ji berhemên wî yên çapkirî ev in:
1 – Govendek Helbest, helbest/ 2009.
2 – Bûka Helbestan, helbest/ 2022.
3 – Landika Helbestan, helbest/ 2023.
Ji Xelat û bawernameyên ku wî wergirtine ev in:
1-Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S
2-Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.
3-xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.
4-Xelata rêzlêgirtinê ji þaxê Duhokê yê Y.N.K.S sala 2022.
5-Xelat sipasdariyê ji rêkxirawa (NRC) ya Emrîkî.
6-Xelat sendîka hunermendên Kurdistan - Rojava.