Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger




 Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina Alfabeya Kurdî Latînî            Cegerxwîn (1903-1984)z            Pargînparêz im Ez            Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (5)            Tudirewî û rûbirûbûna wê            Tekane bernameyê qerf û tinaziyê bi Kurdî rawestiya            Nimûneyek ji Pêwemdiyên Kurd û Ermeniyan            Jiyana tehl            Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemaniya Kurdî de.. Xelek (4)            Amûdê û Þêwra Çûka Li Ser Garisê Hecî Berko!            Dîtinekê di têgihiþtina êþê            Bo riswakirina Seddam Huseyn            Dîsan vê sibehê            Nivîskar            Helbestên Vînê Ji Eþtar Re

Gotar: Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina Alfabeya Kurdî Latînî


Konê Reþ

  Dost û Xwendevanên ezîz! Werin em bi hev re bidin ser þopa Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin.
  (...Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paþiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eþîra Reþwan. Mêcer Nowel (Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tiþt dinivîsand. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Cegerxwîn (1903-1984)z


Birahîm Qasim

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Wer temaþa bike eywana Kesra, neqþ û nîgar

Cegerxwîn, helbestvan û nivîskarê navûdeng yê kurd di sedsaliya 20an de, li seranserî Kurdistanê wekî helbestevanekî xame zêrîn hatiye naskirin, nemaze ku jiyana xwe di sedsaliya borî de derbas kiriye, serdemê guherînên mezin piþtî þerê diwemîn yê cîhanê, ku van guherînan gelek bandor li naveroka helbestên wî kiriye, tevî ku ew jî di destpêka jiyana xwe de, wekî nifþên berê ketiye di bandora sofîgerî û oldariyê de, ku wekî rewþenbîrekî oldar bû, û ev yek xuya dibe di naveroka dîwana  ya binavê Xweþxan de, ku di sala 2016an de li Dihoka Baþûrê Kurdistanê ji aliyê Weþanxaneya Nalbend ve hatiye çapkirin, bi berhevkirina Dirbas Mistefa û serastkirina Tehsîn Îbrahîm Doskî ve.

Bixwîne... Gotar

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (5)


Dr. Phil.Ebdilmecît Þêxo

 Nehro gotibû : (Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim ,çavên min tijî stêr dibin.)
Çêrok û zargotin di (Roja Nû) de
Wek em dizanin ku çîroka Kurdî di nav gelê Kurd de derengtir ji dayik bûye; yekemîn çîrok(Erê min di xewnê de dîtiye ) bi pênûsa  nivîskar  Cemîl Sa-îb di sala (1925) di rojnama (Jîn)  de  ronî dîtiye,ji ber vê sedemê jî em nikanin pir çîrokan di vê rojnamê de bibînin,lewra di hemû hejmarên (Roja Nû ) de þeþ çîrok ji aliyên hin nivîskaran de hatine weþandin,1-(Temo û Çeleng ),xelek (1),(hej. (23)xelek( 2) (hej. (24),Subhiyê Diyarbekirî.2-(Kurd û Mehkeme ),(hej.( 37) Îbrahîm Metînî .

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Tudirewî û rûbirûbûna wê


Rêber Hebûn

Kurd li rojavayê kurdistanê (Sûrî) û baþûrê wê (Îraq) karîbûn serkeftinê li ser Daiþê pêkbînin bi piþtevaniya hevbendiya navdewletî, bi rêya sergirtina ezmanî û bombebarankirina þûngehên Daiþê û rêyên piþtgirtinên wê, di heman demê de ligel pêþveçûna yekîniyan, û piþtî serkeftina leþgerî , moralên xelkê helbet xurtir dibin, û ev yeka wê serneketa eger  ajotinkek e zanînî neba, û ev yeka diyar bû bi jêhatîbûna þervanan bi neyîniyên tundirewiyê û encamên wêna yê  bobelat li ser mirov û jiyana wî, ev jêhatîbûna nîþan dide xebata zanyaran a zehmet ji bona zanîn, avakirin û jiyanê, beranberî hêzên yên kar dikin ji bo kuþtin û wêraniyê bê hampa, ji ber ku tundirewî ziyanbexþiyek e li ser raman, civak û nifþê çêbûyî, û li dijî çi pêþveçûnek e civakî ye zanînî û raste, ji ber vê yekê pêdivîbû rûtkirina pîrozî û baþ têgihiþtina wê, û dan û standin li ser bi rêyên din,  ji ber ku ceng,

Bixwîne... Gotar

Gotar: Tekane bernameyê qerf û tinaziyê bi Kurdî rawestiya


Idrîs Hiso

Youtuberê Kurd Ekrem Osman ku xwedanê tekane bernameyê tinaziyê ye li ser tora medyaya civakî YouTube di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebook ragihand ku ew dê bernameya xwe ya bi navê NOSITIVE bide sekinandin.
Di nav bi dehan kenalên telvizyonê yên Kurdî herwisa radiyo û kenalên Youtube de hîç bernameyeke tinazî ji bilî NOsitive li gorî agahdariyên min nîn e. Lê niha jî ji ber hokarên cuda Ekrem Osman jî dixwaze bernameyê xwe rawestîne.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Nimûneyek ji Pêwemdiyên Kurd û Ermeniyan


Konê Reþ

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermeniyan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuþtina ermeniyan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiþtek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewþa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêþeya gelê Kurd û ne nivîsamdina bi zimanê Kurdî.
Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd kor kiribûn, misilmantiya þaþ kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan..

Bixwîne... Gotar

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemaniya Kurdî de.. Xelek (4)


Dr.phil.Ebdilmecît Þêxo

Nehro gotibû:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî  ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî  stêr dibin .
WÊJE Di  ROJNAMA( ROJA NÛ )De
Di rojnama (Roja Nû) de hin cureyên wêje hatine weþandin; 1-Helbest,2-Çîrok û 3-Zargotin.
Di vê xelekê de;em dixwazin tenê li ser helbestan rawestin;di hemû hejmarên  vê rojnamê de (16) helbest ji aliyên hin nivîskar û pênûsan de cihên xwe girtine;1-(DerdI Dil),Kake Emîn Hiwêznî,hej.(8),2- (Bo xþewîstî me Kamîran Bedirxan); Keke Emîn  Hiwêznî, hej.(9),3-(Hêviya Nû),Osman Sebrî, hej.(15),4-(Þîn),Qedrî Can,hej.

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Amûdê û Þêwra Çûka Li Ser Garisê Hecî Berko!


Konê Reþ

  Berî çend rojan, di civîneke rewþenbîrî de, çend kesên amûdî jî hazirbûn.. Di nav axaftina me de yekî ji wan amûdiyan/ Fewazê Bengo got; þêwra çûka li ser garisê Hecî Berko.. Min jê birsî, gelo tu çîrokê zane? Keniya û li min vegerand; ma ku tu nizanibe ez ji kû zanim.. û wiha min bi kurtî, li gor ku min bihîstiye û ji kalemêran pirsiye, dest bi çîroka Amûda kevin û nû û (Þêwra çûka li ser garisê Hecî Berko ye) kir:
  Bêguman Amûdê ji berî 400 salî ve paytexta eþîra Diqorya ye.. Bi serokatiya malbata Seîd Axayê Deqorî..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Dîtinekê di têgihiþtina êþê


Rêber Hebûn

Hewildana mirov ji bo êþê têbigihe û aþkere bike  ne hatiye avakirin li ser meraqek e xweser , ku nîgaþ û çêja afrêner an xewindar meyldarî wê be, eger bîrnas an hunermend be, lê qemitandina takes bi derdên xwe yê girêdayî bi komê  ve ew hîþtibû ku di nav êþê de bifire, ji ber ku henas kedekî dide bin saya cengê, ta bi bar û giraniyên xwe rabe û xemsariyê derbas bike,lê timî bi zinarê kelemê dikeve, û mirin buyerek î þopedar e di sazîkirina hunerê de, û hêmanek î sereke ye, takes dihêle kedekî bide ji bo berketî tiþtê ku di jiyanê de çêdibin bibe, ji girtinhevî û berjewendiyan, û têgihiþtina henasê mirovî bi evîna jiyanê ve têkildar e, û  bi tevderbasbûna dijwar bi xwestek, hezkirin û dilxwaziyên mirovî ve jî girêdayî ye,

Bixwîne... Gotar

Gotar: Kurdên Sûriyê di navbera çakûçê PKK û gefên welatên herêmê de


Emer Îsmayîl

Gelê Kurd li Sûriyê di dîroka dirêj a têkoþînê de ji dema damezrandina Partîya Demoqrata Kurdistan li Sûriyê di sala 1957`an de, têkoþîneke siyasî ya taybet ku hemû beþên civaka Kurd li Sûriyê himbêz kir tevî zextên sîstema ewlekarî û girtina heval û serkirdeyên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bi berdewamî, lê di çarçoveya doza gelê me yê dadperwer de têkoþîna aþtiyane ya demoqratî berdewam kir û ev siyaset tevî pirbûna partiyan û dozên nerazîbûnê jî berdewam kir, lê têkiliyên navbera Partî li ser prensîpa diyaloga demoqratîk û avakirina çarçoweyên kurdî ji hevbendî û hevkarî karê hevbeþ ,

Bixwîne... Gotar

Çîrok: Dengê birûskê


Wehîd keleþ
 
Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka þil, di bin wê baranê de  ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar.
 
Rojîna þazde salî, temenê wê mîna temenê gula bû,  hîn ne dizanî mirin çiye, ne dizanî mirin wesaye.
 
Tenê yê bavê xwe winda kirî, hew ew dizane çiqasî gotina babo þêrîne.
 Bigirî Rojîn girî ne þerme,
girî hedara dile, ew dilê tê kuvaþtin, dilê te ye Rojîn.

Bixwîne... Çîrok

Gotar: Hinek ji dîrokê


Miþ`elê Osman

Yekemîn car (Kurdistan) hat parçekirin di sala 17/5/1639 an di peymana Qesra Þêrîn de, dema ku sultanê Osmanî Selîm di cengê de bi (Isma’îl) re þahê Fursê biserket, nêzîkî
(Caldêranê).
Kurdistana rojava û baþûr û orte ma di destê Osmaniyan de û Kurdistana rojhilat ma di destê Fursan de, ceng berdewam bû di nav Osmanî û Fursan de û her yek ji wan dixwest ku
desthilata wê bigihêje çiyayên Qefqasê û derya reþ (Xerz) û derya sipî û bendava Faris.
Û bi vê cengê ji bilî serpêhatiyan bi ser milletê Kurd de ne
dihatin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: EHMEDÊ ÞÊX SALIH 1935- 2017


Birahîm Qasim

(Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê helbestvan û wêjevanê Kurd Ehmedê Þêx Salih di sala1935an de ji dayîk bû û di sala 2017an de li nexweþxaneyekê Li Hewlêra paytext çû ber dilovaniya Xuda,û piþtî termê wî ji bo Eyndîwerê hate guhestin ew li goristana Dêrikê bi axê hate sipartin).Bîrdanka dîrokê-Luqman Yûsif
Dema ku mirov ser helbestên Ehmedê þêx Salih daxive ango mirov li ser þoreþeke herî bi hêz di warê edebiyata kurdî û li ser þêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) daxive ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û eþkerekirina wê ji kevin de ye, huner û wêjeya kevin ji berî ku em bigihin têgihên zanistî hatine eþkerekirin û li qada wêjeyê derketine. Mirov her tiþtê girêdayî bi ciwaniya helbestê di helbestên Ehmedê Þêx de dibîne û bi zimanekî resen,þîrîn û paqij bi û hestne nazik, têrwate û  kûrwêne bi hemû alavên helbestê hatne nivîsandin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Li Bosna helbestvanê Kurd Husên M. Hebeþ hate xelatkirin


Festîvala Rojên Helbestê ya Navnetewî li Sarajevoyê xelata ku bi navê "Bosnian Stećak" da helbestvanê Kurd Husên M. Hebeþ (Hussein Habasch)
Xelata Navneteweyî ya Helbestê li Bosna, xelata herî bilind e, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Hersek (Herzegovina) ve tê dayîn, û yek ji girîngtirîn Xelatên Balkanê yên Wêjeyê ye. Yek ji sedemên dayîna xelatê ji bo helbestvan Kurd ev e: "Ev xelat nirxek bilind nîþan dide ji bo xebata we ya ji bo helbestê ya li berbiçav û beþdariya we di wêjeya ku rûmeta azadî û mirovahiyê bilind dike...".

Bixwîne... Gotar

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (3)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Nehro gotibû: Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî   ji zimaanê dayika xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
xxxxxx
Sernivîser K.Bedirxan  gotarekê bi navnîþana ( Mîna ko em dixwazin)  dinivîse:(Kurd vepirsînan dikin;Gelo piþtî dawîbûna þerê cîhanê yê duhem,emê mafên xwe bi destên xwe xînin? Zaroyên me mîna zaroyên¬ gelên din li cîhanê  wê  biçin dibistanan¬? Wê Çepemeniya Kurdî pêþkeve  ?  Gelo em kanin xwînê mîna dewletên (Hevbend) jî  biherikînin ?Hej.(47)

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Desthilatdariya bavîtiyê û fiþara malgirtîbûnê:


Rêber Hebûn

Tiþtê ku pêdiviye em behsê bikin di derbarê koçberî, mirin, gendelî, zordarî, tengavî, û kolekirinê tekekesan de, ew koletiya a ku movikên jiyana civakî dorpêç kirî ye, û ew jiyana a ku di geravê çepandinê de heta dema teqînê de ma ye, û hevgariya rastîn bi temamî wateya vê peyvê ve ewa di serkotkirina berdewam e ji rûmet û azadiya mirov re, û dezgehên ewlehî mîna jêderek e celewkirin û bizdanê ye ji mirov re dimînin, dewsa ku bibin e jêdera aramî û rehetiyê, û dezgehên çavdêr têne bikaranîn ji bo serkotkirina jiyan û azadiyan bi hevdû re, tiþtê  hîþtin ku hestên reþbînî, bê hêvî û tijandina dijwar encam bidin beranberî rewþek e naye guhertin, ev jî narvîna cemaweran e yên ketine bin serweriya tirs, bizdan û derbideriya serkotker, di dema ku kanîna mirovê zanyar a afrênerî zêdetir e ji yê li cem siyasetvanê desthilatdar ve,

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Hêviya ku bibe nerîtiyeke salane, Rojên Çand û Hunera Kurdî li Berlîn


Idrîs Hiso

Siyaset sînoran dinav netewe û gelan de çêdike, çand û keltûr wan sînoran derbas dike wan dighîne hev, di çand û keltûrê de milet nêzîkî hev û hevparê hev in, ji rojhliat heta bi rojava û ti bixwaze heta bi Ostralyia û Afrîka jî. Û çi siyaseta ku piþtevaniya çalakî û bizavên çandî bike ew siyaset bi xwe jî dibe fakterê jihevnêzîkbûn û hevparî û biratiyê.
Xortên xwebexiþ
Li Berlîna paytexta welatê Elmanya bi maweyê sê rojan ji 27 heta 29ê Gulanê 2022, bi reveberiya hejmareke çalakvanên xwebexiþ ên Kurd û piþtevaniya hejmareke rewþenbîr û çalakvanên Ereb ji çend welatekî, Rojên Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Bi helkevta 30 saliya koça dawiya Þahjina Kurd Rewþen Bedir Xan.


Kurdistan Elî

Wekî Erk jime tê xwestin kû em Nimûneyên  jinên Kurd li bêra xwe bînin, ev Erk yeke ji gringiyên nivîsîna Dîrokê, çimkî ev Nimûne Rêça rizgarîxwaziyê Ron dikin, û herweha Riya Xebatê asan dikin û nûjen dikin.
Rewþen Bedirxan di Sala 1909 ê jidayîkbûye û di Sala 1992 ê de Koçka dawî kirye,
Rewþen Salih Mehmûd Salih Bedirxan :
Wêjevan û Mamoste bû , Ew Jina dawî bû ya ji Malbata Bedirxaniyan  kû bi Zimanê Kurdî yê Bedirxaniyan di axivî , Ew Hevjîna Mîr Celadet Bedirxan bû, Keçmam û Destê wiyê Rastê bû.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Cêwîbûna rêbaza dîrokî û evînî di romana vîna evînê a nivîskar Luqman Silêman


Rêber Hebûn

Vîna evînê mîna çîrokek e rastî di nav xwe de þêwaza zindî ji danîna xelekên bi hevgirêdayî ye, têde mirov dikarê demek e zor ji dîroka kurda û pêkhatiya xiristiyanî yê ligel kurdan bi hevdû re rastî tund û tojiyê hatibûn têbigihe, û ol dibû destika bingehîn ji dewamkirina qirkirin û destdirêjiyê, lehenga romanê Çeto û hezkiriya wî Þengê mînaka hevjiyana hevbeþ diyar kiribûn û dixwest nivîskar Luqman Silêman bi rêya vê romanê  ne tenê behsa buyerên çêbbûyî bike,

Bixwîne... Gotar

Çîrok: Keçên jiyanê


 Dr.Xelîl Omar

Hîna navika Margerêt nehatibû birrîn, waqînî pêket û textor û nûrsan ew ji destekî dane destekî.
  Di wê salê de û di wê rojê de û di wê seet û xulekê de, navika Morê bi meqesa malê hate birrîn û tevî ko wê di cih de kire waqînî, lê rebenê ma weke tejekî reþ! Te dît xelkên Riwanda ji berê de ne takî berfên in.
  Þînê jî di vê wextê û vê rojê de ji diya xwe re çêbû, lê demeke dirêj deng jê nehat! Gelo keçikê nexwest serên yên li dora xwe bêþîne? ..Gelo nexwest ko di malê de, bibe keça heftan? ..Gelo protesto kir ji bo dûrbûna bavê ji welêt? ..Gelo þermezar dikir ser, ko Zîna "mittirb"¹ jê re bûye pîrik? Gelo ..Gelo…

Bixwîne... Çîrok

Lêkolîn: Lêkolînek li ser rojnama (Roja Nû).. Xelek (2)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevgera azadîxwaz û    çapemeniya Kurdî de
K.Bedirxan  di hejmarên (12-13) de di bin navnþana (Dewran) de gotarek di bin çend navîþanên þaxî(Eniya Sovyet,Vegirtina Siclayayêm, di deriya Pasifkê de, dawiya vî þerî ) de diweþîne,  ew di vir de dinivîse: (Þerê  (1914-1918) an bi serfiraziya hevalbendan qediya bû û pê zehf  miletên dinyayê  gihane azahî û serbestiyê û nemaze miletên Rohilata Nêzînk û Navîn pêþve ketine, hevalbendan wei,d (soz)  daye ko miletên dinyayê  hemî  wê bighînin  azahî û serbestiyê.)

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Na ji kuþtina jiyanê re!


Þêrîn Ebdo

Silogan gotinek e, ka kirin û pabendiya mirov bi evê gotinê?
Li bin sîwana evê siloganê "Jin jiyan e" jiyan tête kuþtin, jin xwe dikuje û tête kuþtin!
Li bin sîwana evê siloganê gulên nûpiþkuvî di buhara xwe de têne jêvekirin û xemla jiyanê winda dibe..
Li bin siya þuþtina rûmetê xencera nezaniyê di sînga jînê de tête çikandin..
Seyr e! Em di serdemeke vekirî û pêþketî de dijîn lê hizir, hiþ û ramanên hin mirovan hêj di serdema nezaniyê de çalak in, hêj civaka me di serdema kevirî de dijî.

Bixwîne... Gotar

Çîrok: BAVÊ SÎNAN


Dr. Xelîl Omar

  Dengê reyandina Tûjo ji hewþa baþûr hat û pê re dengê Eliyê Keleþ hat:
– Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne?
– Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî.
– Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne.
– Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êþ bê, fermo derbasbe, serçavên xwe biþo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo.

Bixwîne... Çîrok

Nûçe: 23 Rêxistinên sivîl, mafnasî, û yên jinan, nameyekê bo Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriya Demokrat diþînin, û daxwaza bidawî anîna doseya revandin û leþkerkirina zarokan dikin


- Rêzdar: Bêrîvan Xalid, û Rêzdar: Ebd Hamid El-Mihbaþ, herdu serokên hevbeþ ên Rêvberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.
- Rêzdar Mezlûm Ebdî, serokê giþtî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Em hejmareke rêxistinên ku me li ser vê nameyê îmze kiriye, berê xwe didin we, wekî aliyên ku rêveberiya herêmê dikin, û ji we dixwazin ku hûn ji dil bo girtina doseya revandin û leþkerkirina zarokan kar bikin, û wan li malbatên wan vegerînin, herwiha kes û komên di nav we de, ên ku zarokên ne gihayî direvînin û dikin leþker ji hev bixînin, û wan li ser van binpêkirinên mafên mirov ku digihêjin asta sûcên cengê, siza bikin.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Projeyên Tirkiyê yên guherîna demografîkê “Jenosîd û apartîd” e


Ebdûlazîz Qasim

Serokomarê dewleta Tirkiya dagîrker Receb Teyib Erdogan di 3’ê Gulana 2022’an de ragihand ku, Enqere projeyek ji bo “vegera milyonek Sûrî bo bakur û rojavayê Sûriyê”amade kiriye, û ragihand ku proje dê gelekî mezin û berfireh be û li 13 deveran li wan navçeyên dagîrkirî ên”Rojavayê Kurdistanê” bên avakirin.
Di destpêkê de, divê bêjin ku plana Tirkiyê ya dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd û pêkanîna guhertina demografî ye, û ev yek ji sereketirîn armancên Tirkiye bû her ji destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011an de, li ser navê “Herêma Ewleh”, ku ji aliyê civaka navdewletî ve li wê demê nehat pejirandin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Girîngiya gelê Kurd li herêmê


Dr. Mahmoud Abbas

  Ligel nebûna dewleteke Kurdî, û berdewamiya girêdana Miletê Kurd ê dilsoz bi rêjîmê welatê dagirkara hatîya ferz kirin, û nekaribûna hêza siyasî ya ku heya niha nikarê ji þiyanên xwe yên mezin û xav sûd werbigirê, an jî jê qizincbikê, wek (demografîk me ya ne kêmtir ji  dimogafiya gelên herî mezin li herêmê. Û dewlemendiya ku bi welatên herî dewlemend ên herêmê re li hev dike. Û erdnîgariya kurdistanê ya berfireh a ku rûbera wê zêdetirî erdnîgariya Fransayê ya, û stûnên çandê yên ku berdewamiya wan li ser kûrahiya dîrokê ye) Em wek gelên din ne ketina ber hêrvandinê de, û çandên rejimên totalîter neketiya cihê çanda kurdîde.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Saziyên nivîskarên kurd û piþtguhkirina ziman


Qado Þêrîn

Bi texmîna min, li Rojavayê Kurdistanê pênc saziyên nivîskaran hene, çi þerme. Her pênc bi serok û merok in, endam û çalakî û daxwiyanî û xirecir in, hema hema hemû daxwiyaniyên wan bi erebî ne, çi þerme. Hin caran li dij hev derdikevin, wek ku þerekî sar di nav wan de hebe, carinan newêrin þerê navxweyî derxînin medyayê, çimkî wê xelk wan pîs bikin. Gelek caran ji kîna hevûdu re bi çalakiyên þermok radibin. Ez çalak im, dêmek ez heme. Eger ne wisa ye, ka kîjan saziyê pirtûkek, wek nimûne, ji nivîskarekî/ê re çap kiriye, yan jî alîkariya nivîskarekî kiriye? Tune. Wek ku agahdar im, nikarin alîkariya endamê xwe bikin. Êdî hebûna wan ji bo çi ye?

Bixwîne... Gotar

Berhemên Nû: Pirtûka«Stranek ji dûr ve»


"Stranek ji dûr ve" nav û nîþana pirtûka çîroka ya  yekemîne ya nivîskar Wehîd keleþ ji aliyê weþanxana Ronya ve li Wanê di dawiya sala 2021 derketiye.
Pirtûk ji 26 çîrokên kurt pêktê,kesatiyên di çîrokan de dikevin di bin bandora netewî, heskirin, xizanî û zordariyê de.
Kurte pênasîn
Wehîd Keleþ ji rojavayê Kurdistanê ye, li gundê Quldûman yê dikeve herêma koçera ji dayik bûye, niha li Swêdê dimîne. Berhemên xwe wekî çîrokê kurt, çîrokên zarokan û helbest di kovar û malperan de belav dike, niha çend dest nivîs li ber çapê amadene.

Bixwîne... Berhemên Nû

Gotar: Ez Û 6mîn KONFERANSÊ FOLKLORA KURDÎ Li ZANKOYA ZAXO!


Konê Reþ
 
  Ev sêyemîn care ku diçim Zaxo, Zaxoka Badînan.. Cara yekemîn di sala 2008an de bû, min semînerek li dor Bedirxaniyan di bexçeyê qaymqamiyê de da, cara duyemîn sala 2019an bû, min du pirtûkên xwe bi navê (Beriya Mêrdînê û Kurdênejibîrkirinê), li Zankoya Zaxo imzekirin. Û ev beþdariya min di konferansê navdewletî de li dor folklorê kurdî li Zankoya Zaxo, di rojên 11-12 gulan 2022an de, cara sêyemîn e.
  li ser vê daxwaznameya Centera Kurdî bo Vekolînên Folklorî ji Zankoya Zaxo, di 9ê gulanê 2022an de, ji Qamiþlo min berê xwe da Zaxo: (Silav û rêz mamosta Konê Reþ.. Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî li Fekolteya Zanistên Mirovayetî/ Zankoya Zaxo li rêkkevtî 11 û 12 gulana 2022yê dê konfransekê navdewletî li dor folkilorê kurdî gêrît. Lewra em weku Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî heweyên hêja daxwaz dikeyn ku li konfiransî amade bibin. Hûn dikarn bi navunîþanê "Folkilorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" di penelekî da piþikdarîyê biken.
Her sax bin/ Zakho Center Kurdish Studies/19/4/2022).

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Þevger pênc dîwanên xwe li Hewlêrê wajo kir


Idrîs Hiso – Hewlêr

Þevger bê çalakî aram nabe, dawî çalakiya wî jî ew bû ku, 13.05.2022 li nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li Hewlêrê bi amadebûna hejmarek ji çalakvan, rewþenbîr û nivîskaran 5 dîwanê helbestê wajo kir ew jî ev bûn:
Dîwana 1 Al û Dewlet, dîwana 2 Xewna Azadiyê, Dîwana 3 Dara Mirada, dîwana 4 Derdên Kevin û dîwana 5 Birîn, dîwan hemû jî ji aliyê çapxaneya Gazî – Duhok 2022 hatine çapkirin.
Di heman çalakiyê de Þevger ji aliyê Partiya Yekitî û herwisa ji aliyê rêxistna Canî Roj ve hatiye xelat kirin.
Bêhtire ji 30 ye, wî ji walatê xwe koçkiriye, lê destê wî ji Kurdistanê nabe, bêhtirê dema xwe li welatê xwe derbas dike.

Bixwîne... Nûçe

Gotarên kevin

24.05.22
· Na ji kuþtina jiyanê re!
23.05.22
· BAVÊ SÎNAN
· 23 Rêxistinên sivîl, mafnasî, û yên jinan, nameyekê bo Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriya Demokrat diþînin, û daxwaza bidawî anîna doseya revandin û leþkerkirina zarokan dikin
· Projeyên Tirkiyê yên guherîna demografîkê “Jenosîd û apartîd” e
20.05.22
· Bîstê Gulanê
· Girîngiya gelê Kurd li herêmê
19.05.22
· Saziyên nivîskarên kurd û piþtguhkirina ziman
18.05.22
· KEÇA KURD IM
17.05.22
· Pirtûka«Stranek ji dûr ve»
16.05.22
· Ez Û 6mîn KONFERANSÊ FOLKLORA KURDÎ Li ZANKOYA ZAXO!
· Þevger pênc dîwanên xwe li Hewlêrê wajo kir
15.05.22
· XWEÞBÎNÎ
· Daxuyaniya duyemîn Konferansê Nûnertiya YNKS li Ewropa
· Sehribana Kurdî: bi rêya Huner u dengê xwe; dixwazim yekîtîya me hebe
14.05.22
· Di 90 Saliya Kovara Hawarê de Werim Em Kovarê Nas Bikin!
· QASO
13.05.22
· Bi boneya 15 Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) lêkolînek li ser rojnama (Roja NÛ) Xelek (1)
09.05.22
· Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev (01.05.1947 - 08.08.2021)
01.05.22
· Dr. Kamîran Bedirxan Xwediyê Yememîn Rojnameya Kurdî ye bi Elfabeya Latînî
30.04.22
· HEJMARA HEFTEMÎN YA KOVARA BERNAMEGEH DERKET
26.04.22
· Bajarê xewar
25.04.22
· (Sazkirina cîhana romanî di Romana Kobanî a Can Dost)
· HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN)
22.04.22
· Rojnameya Kurdistan pêþenga rojnamegeriya kurdî ye
21.04.22
· Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurd pîroz be!
20.04.22
· Dîtinek li mirinê
17.04.22
· Belgehkirina binpêkirinên PKK li Kurdistana Sûrî di nava Pirtûkekê de
16.04.22
· Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û 124 Saliya Rojnameya (Kurdistan)
15.04.22
· Di nehemîn salvegera xwedalêxweþ Ezîzê Dawê de
· Gula min

Nûçeyên Kevin

twitter

Helbest

Pargînparêz im Ez

Jiyana tehl

Bo riswakirina Seddam Huseyn

Dîsan vê sibehê

Nivîskar

Helbestên Vînê Ji Eþtar Re

Jibîrneçûna 8ê Cehzeranê

Efrîn

Tova Jiyanik nu

Bîstê Gulanê

KEÇA KURD IM

XWEÞBÎNÎ

Gula min

Reþroj…!

Cejna Newrozê ye

Çi bihuþte !?