Konê Rež Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xwež e li destpêka Žoreža Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Žoreža Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên pižtgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî žoreža Barzaniyê nemir kirin.. Destpêkê, civînek li gundê Rimêlana Pažê pêk anîn û di wê civîne de ji Žêx Režîdê Dêržewî xwestin ku gotinekê dijî žoreža Barzanî bibêje.. Žêx wiha li wan vegerand:
(Ez ê wek Xwedê û pêxember gotiye bibêjim; Eger du bež ji
misilmanan žer hev bikin, wan li hev bînin, eger yê xurt û zalim,
lihevhatinê nexwaze û zulma xwe nesekinîne, li rex yê mezlûm bisekinin.
Mela Mustefa ne hinkûfê hikûmeta Îraqê ye, ew yê mezlûme..) Û gelek
caran jî Režîdê Dêržewî di nav mela, sofî û mirîdên xwe de wiha digot:
(Heçî li qewmiya xwe nepirse, bela ji îmana xwe bitirse). Hîn ev gotina
wî li ser zardevê kalemêra ye.
Herweha di wan salan de,
berpirsyarên rêjîmê çûne cem žêxê erebên êla Žemera û jê xwestine ku di
nav ežîra xwe de belav bike ku serhildana Barzanî ne di rêka
misilmantiyê de ye, pêwîste žerê wî bikin.. Dibêjin; žêxê Žemera li wan
vegerandiye: (Heyra! Em û Kurd cîran in.. kêfa Kurdan ji Barzanî re tê..
em pêwendiyên xwe bi kurdan re xera nakin.. Gelek rêjîmên wek we hatine
û çûne, em kurd cîran mane..).
Di sala 1966an de, gelek caran
hikûmeta Sûriyê zor li Žêx Îzzedînê Xiznewî kiriye ku beyannameyekê dijî
Mela Mustefa Barzanî belav bike û têde bibêje; Žoreža Barzanî di rêka
kufrê de ye û dûrî dînê îslamê ye.. Dibêjin; Žêx Îzzedîn jî, qebûl
nekiriye.. razî nebûye û wek wan nekiriye..
Mêzekin! Roja îro,
pižtî 62 salan ji žoreža Îlûnê, bi serokatiya Barzaniyê nemir, bê çawa
hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek dewleteke azad û serbixwe, di nav
dewletên dinyayê de, bi alîkariya xwe ji xelkên erdheja Tirkiyê û Sûriyê
re radibe.. Û di derhal de alîkariya (Xêrxwaziya Barzanî), di hawara
Bakûr û li Rojavayê Kurdistanê hat žandin.. Bê cudabûn, ew alîkariya
însanî ya ku di bin navê Bazaniyê nemir de bû li tev xelkên erdheja 6ê
Sibata 2023an, ji Kurd, Tirk û Ereb hat belavkirin.. Xwedê! Çendî bêhna
te fireh e.. Barzaniyê nemir! Çendî tu mezin bû.. Gelê Kurdistanê! Pîroz
be li me dewleta Kurdistanê li Bažûrê Kurdistanê.
Qamižlo 28.02.2023