Rêber Hebûn Nexweşî ew nîşana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweştên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî bimije, ji çaxê zaroktiyê ve , ji ber ku zarok pêsîra diya xwe dimêtê û tiliyê xwe jî pişt re û bes nake, lê bi hizr û hestê xwe ve bi derbasbûna mezinbûna ramanê xwe dimije, ji ber vê yekê em keda afrênerî dibînin bi rehjenên mirov û berketiyên wî re bi heman demê derbas dibe, ji bo vegirtina nirxa herî baş di rûbirûbûnê de , û diyarbûna rastiya wê a daxwaza jiyaneke bêhtir dadmendî û xweşî dike,
bi piştrastina li ser hinira a ku bê cudabûn an armanc hewildide tiştekî
bi serxîne lê bi dawî xizmeta desthilatdarî û armancên wê dike, û wisa
em wateya ji gera mirovê zanyar di nav hebûnê de dibînin pêşî ji
erdnîgariya xwe yê ku di xwe de , di kiryar, helwest û çanda xwe de
radike, û ev yeka me dihêle ku em li pêş rastiya xwestekên bê hampa
rawestin , ji bo dîtina jiyaneke baştir bê koletî û serdestbûn û herdû
ji encamê mêtina nezaniyê derdikevin, û herwiha ji komek reweştên
desthilatî ji perestiya cemaweran ji bizdana cîgir re yê ,di jiyana û
saziyên wê de cihgirtî, û dema em têkevin di nîşanbûna tirsê bi derbekê
dikevin di xefka pirsên vekirî de li ser gelek egeran rodanan li ser
maseya dem û cih a bi hevdû ve qemitî pelge dikin, û dibe ku tirs
nûnertiya bîngeha girtinheviyê di nav mirovan de bike, û herwiha
serdestbûna cîgir a ku bi rengekî neyînî bandora xwe li ser jiyan û
civakê bi heman pîvan û nirxên xwe dike, û çawa ku tirs li ser hizr bê
vegirtin , nirx têne guhertin bi rêya bandora bizdana ku li ser hemiyan
hatiye sepandin, û tirs nûnertiya destpêka girêdana bi rewrewkê dike, û
civakên talanbûyî yên ji hiş û azadiya xwe bê par mane hest dibin ku
tirs tiştekî divê hebe, û hebûna wî bi xwedayekî ve girêdayî ye, divê ew
xweda bê perestkirin û qurbanên mirovî ji bo wî bên e danîn, û herwiha
guhdana fermandar ji guhdana wî ye, û çi tiştê diqewime ji gendelî û
bobelat ewa xwesteka ew xwedayê zorbaz e, ji ber vê em tirsê dibînin
mîna ricîmekê ye ji berhema gana xwestekên desthilatdar bi tiştê dibin e
sedem ji hebûna wî re mîna fermandarekî bi deqekî pîroz, kesên sana wê
radikin bi hênikiyekê û zordariyeke bi rêk û pêk ve. Tirs xwe bi
cih, dem, perwerde û zanînê ve qemitand û ev tişt şagirt li dibistanan
werdigrin, hîştibû gewrî dagirtî ahîn û dilzarî bibe bi ketina tirsê bi
awayekî husteyî di henasan de, û ta çanda gelêrî a ji şaxên perwerde û
hînkirinê hatibû wergirtin bibû riwekî ji xuristiya civakê re, ji ber
vê wêrekî di roparta rojhilatnavînî de tenê destikeke ji xwekirina
demborîneke ji derew û pêrawestina sawêrî tewşbûyî û mirov nikare bextê
xwe bidêkî ji bo avakirina wêrekiyeke ji rewşa tarî hatibûye wergirtin,
ango bi dema niha a ku bi bend û baskên desthilatê û kiryarên wê yên
zorbed ve li hember civak û takeksan dorpêçkirî ye û li pêş vê fişara
dîrokî û bermayê desthilatî civakan xwe dibînin di rewşeke ji koçberiyê
ji henasên xwe re û bi awayekî bêcan,piştpêbestin û bi tirs ji siberojê
ve dijîn , û tirs bi awayên ramanî naye berhelistin, ji ber
nediyarbûna ramanê, û xweradestbûna ji rastiya tiştê rodayî , û nav lê
dibe bêdestî li gor têgeha olî a amadebûyî ji bo pêşwazkirina tirsê, û
çavê ku ji tirsa xwedê digrî ew eynê wê li gor derbirîna olî çavê yê ku
digrî ji ber zorkariya fermandar û xwediyê malbatê û mamosteyê
dibistanê, û nabe di rastiyê de veqetandina bermayê olî ji ya desthilatî
ji ber ku herdû du alavên kûr ji têkbirina ronakbîriya civakî ne , ji
ber vê yekê komên tirsê di xwepêşandina a ku banga bi jiyana serokê
nemir dike tije dibin, lawê xwedê li erdê, yê ku xwedayê padîşah
serweriyê dabûyêkî bi bêdestî û vîna wî, ji ber vê divê xelk bang bi
jiyana wî bikin, û tirsê xwe dirajin mîna navdariyên dikevin kûrahî û
hizrên wan, û herwisa wê kilîtên tirsê bi hêsanî neşkin, berhinde
kolan dibin talîzok û serdav têde laperînekên ademî derbas dibin, û
rewiştên komî tenê dibin pîvanên ji cotbûna fermandar û fermanber ve li
ser rêça afrêner û aferandek hatiye wergirtin , ji ber vê hişmendî vala
dibin jibilî ji hinek tewî û gotinên yên kesên hênik wana nifş dû
nifşekî vediguhêzînin, ji bo xemilandina jiyana wanî weke henekeke reş, û
ev dibe nîşana jiyana wan û nepeniya sertbûn û reşbîniya wan, ta
xewinên demukrasî û vebûna li ser civakê tenê çîrok bin ,giyanên vala
danagrin, tenê ji hinek xewinên yên bi windabûn û koçberiya giran ve
dorpêçbûyî dimînin. Vexwarina takekes ji tirs re wekî dûrketina
wî ji henas re, û veşartina dîmenên aştîbûnê ligel hemî tiştên yên
taybet in bi navdariyên afrandina takekesî ve li heyînê , ji ber vê
desthilatdar li ser têrbûna civakê ji tirsa ji wan dixebitin , ta ku
jiyana civakî bihêlin di çarçoveya dîmenên pabendbûnê ji xwediyê parî û
serokê hemdemî re be û bang jêre û cangoriya wî bi rewanê xwe û tiştê
girêdayî bi van sloganan, û zarok rastî vê cureyê ji gunokirina ramanî û
zanyarî tê ji destpêka çûna xwe li dibistanê û rakirina wî ji dîmenên
serokê xwe yî cangorî re. Ricîmên totelîter takekes hîştibû bibe
duriwekî çavşikestî , heznake bibe rexnegir, lê tenê mirovekî rewşa xwe
dipejirîne, ji çi kêliyeke tirsê re giravkirî, xwe dike hînckarekî genî
di rewşên herî hêsantir, tiştê ku li ser maseya wî bê danîn
dipejirîne, bi bandora tirs , serkotkirin û xewkirineke rêbazkirî, ta
bibe tenê karkerekî an peymanderekî li kargeha milkeçî ji fermanan re û
bixwegirtinên bêreng yên ji reftarên tiyoqratî olî hatibûn e wergirtin ,
li gor hişmendiya partî û bîrdoziya xwe hatibû guhertin , ji bo bibe
olekî giştî bi tirs û rajêrbûna kotekar ve cîtengbûye, û tirs ji hêzên
ewlehiyê dewsa dilrehetiyê ji hebûna wê, ji ber ku dezgeha ewlehî çekekî
dirêjkirî ye li ser cemaweran taku bitirsin, û xwestina wê ji jiyaneke
baştir sînordar be, cîhaneke têde çanda nakokî, û azadbûna derbirînê
cîgir dibe, û rastiya peyketinê bi dû serhildan û raperînê mirov dehf
dide lêpirsînê li ser nepeniya çûna xwe li erdnîgariya tirsê yê ji
cîhanên dilzarî û sertiyê pêktê, û herdû jî henas diwestînin, berhinde
ti vîneke azad bin saya metirsiyê nîne , û mirov tiştekî nahilînê ji
ferehiya berketinê beranberî dûrkirinê ji jiyana xuristî re , berhinde
tirs dihêle mirov bêhiş be di derbarê rewanî û hizrî de, berhinede
berketin tune dibe bi nediyarbûna azadî û derbirîna li ser nerînê, û
berketin û raberiyên zanyar têkdiçin , û xwe di nav dorpêçkirineke tam
de dibîne, berhinde rewrewk û reweştên têkçûyî di henasên takekesan de
berz dibin. Tirs bi encamê zordarî û êşandina henas e, bi sedema
bêhêvî û êşên kombûyî, tirs cenga navxweyî derdixîne, û takekesan tirsa
xwe ji desthilatê aşkere dikin bi rêya pevçûn û tîjanê wana li hember
hevdû ve, berhinde birçî dibin û ji bilî sertiyê ti destikê nabînin ji
valakirina hinira tirsa heyî di hundirê wan de, wisa em dibînin ku ev
hemî dihêlin mirov bi rastiya desthilatê birame a ku bi şev û roj
civakê xwe girêdide bi awayên hûnîjandin û kirtankirina zanyarî, û
peywendiyek heye di navbera zordar û mêrê ewlehiyê a zorkar de ji ber
herdû bin siha serokê xweda dixebitin , yê bi dû wî ve keriyek mirovî
tirsnak dikeve, navdariyên wî sexte dike li gor xwesteka rêxistina
serkotkirinê, yê mayîna wî rewa kir û serperestiya ji gelên ku timî xwe
bi rengekî bêcan û piştpêbest ditewînin, berhinde ji tirs re nîşanek
mezin heye bandora xwe gewre ye li ser civakê û qonaxên takekesên wê, ew
bîngeha çi vebuhujîneke giyanî an ramanî ye, û dibe jî ew pencereyeke
vekirî be ji aşkerekirina çi tiştê heyî ji hevgarî û bobelatan ve, ji
ber ji zikê tirsê ve ew pankirin derdikeve a ku bû ji lajeyên netewên
bêdestiyê, ew civakên yên fêrî stuxwariyê ,çanda keriyê û zimandana
solên serok ,hemdest û oldaran xwediyên qenciyê bûn e , û ji wêjeyên
serokê xêvzana vexwarin, yê dewsa pir kesên stûxwar dirame, ji ber vê
yekê rasayî ye jinavbirina ev kula deronî yê cîgir bû û deqên pîroz
alîkarbû bi cîgirkirin û bicihkirina wê bi rengekî kûr, ji ber ku pîrozî
bandorekî xwe deronî heye li ser çêja takekes û li ser bîngeha
rabûna desthilata serkotker a gendel û ava dibe, dema gede bi mêjî re
mijol dibe bi gerê ji bo pariya jiyanê her roj, di hizrê kesê peyketî de
tiştekî diyar nabe tenê razîbûna kesê yê di destê wî de kilîtin her
tiştî heye û ew li ser her tiştî dikare, ev ji aliyekî , û ji aliyê
beranber ve desthilatekî heye ked û xebatê wî desteser dike û yê bi dû
ketî pêdiviye ku dîmenên derewîkirin û bêdengiyê diyar bike ta jê re
sînora herî jêrîn ji jiyana baş hêsan bibe, û di vir de yekem bîngehên
tirsê saz dibe. Û dibe ku dilheyîna me ji jevkirinê re û
vegerandina sedeman ji çavkaniyên wêna re ewa dilheyîna me ji çêkirina
rêyên rûkirina wergirtinê berve baştirînê be, ji bo aşkerekirina çi
tiştê hatibûye veşartin bin navên nimûnî sexte, û mebest ji vê
nimûnekirina nîşanên erênî bi ser tirs û desthilatê ve, hewildana
bergiriyê ji yek xwedayî re, yê dîmenên wî li her derê belav dibin, û
xelk derdikevin dîmenên wî radikin ji bo hezkirina xwe yê sloganî jêre
diyar bikin. Çi kesê hewil dide ku van reweştên totelîter û
efsanî di zikmakê xwe de senger bike, dixwaze mehnedanê bide tirs û
pîrozbûnê, û ciwankirina wan bi awayekî aşkere û bêreng û çênabe
avakirina felsefeyekê li ser tehtên xêzeke pîroz pala xwe dide li ser
mildan û xweradestbûnê ji ramanê rêberê bîrnas re,û qet çênabe
desthilatdar bîrnasekî serkeftî be, an bîrnas desthilatdarekî rastîn be,
û hîn valahiyeke rastîn heye di navbera nerînên bîrnasan û xwediyên
desthilat û tewrîvanan di derbarê vê yekê de, û tewriyên wan ji
mehnedanên xapînok derbas nekirin , armanca wan nûkirina çanda kerî , û
sînordarkirina berzbûna mirovê zanyar a serkeftî, berhinde tirs çêbû di
hembêzê nezaniyê de ,û bibû pêkhatiyeke rastîn ji pêkhatiyên belavkirina
zorbedî û pîrozbûna a bi xwînê têrbûyî, ji bo bi riwê xwe yê xalîrengî
pepûkiya xwe yê ketiye heyînê xêz bike, wisa ji mirov re diyar bû ku
efsan beşekî ji jiyana wî ye, û divê rêza wê bigre , ji ber ku beşeke ji
ola wî ye yê ku pê bawer dibe,û erk e li ser wî ku bawerî pê bîne û
pêre bide û bistîne mîna nivîştê , ji bo ser û pariyê xwe bin siha
rêxistinekê pêre her tiştî parve dike biparêze . Ligel tirsê
cihgirtin tune dibe, û pêdivî ji bo tebatê tiştekî misoger dibe bin siha
jiyaneke hejiyayî, takekes di nav de li pey tiştekî wî dilniya bike
dikeve, berhinde alîgirên efsanê tenaziya xwe bi raberî û berketiyên
zanyaran dikin, û girtinheviya têkçûyî di nav wana de gewretir dibe, ta
bibe dirêjiyeke dîrokî ji pevçûnên dihû re,ne ji bo desteserkirina li
ser erdnîgariyê tenê lêbelê ji bo rewakirina ricîma a bi hêz ji ber ew
hêjayî mayînê ye beranberî jimara kesê lawaz yê ku têne jêbirin û
tunekirin. Em dilheyî berfirehkirina danasînan dibin li ser gelek
têgehên yên em pê bawer dibin ligel pirbûna dûbarekirina ezberkirin û
bernanên wêna, ji ber ku mirov bi awayekî qayîm dilheyî tiştê xwe yî
ramanî û hizrî dibe, ji ber vê yekê sinorkirin wekî dorpêçkirinê ye, û
ev dorpêçkirin mîna pêdiviyekê ye bi rengekî bê wate girtinheviya
zimanî di navbera du koman de diyar dike, yek ji wan dibêje ku ew baş
fêrî raman û wateyan bûye ji nêz ve bervajî yê li beranberî xwe. Em
ne bi darjêgekirin û bêcanîkirinê re ne di çarçoveya komek bawerî de, û
ev tişt bû sedema harbûna dirindîtiyê li cem mirovê rojhilatnavînî de,
bi rêya ayîndariya xwe yê olî û partîtî , ew dimêtê û bi koratî bawer
dibe, bê ku zanibe ku her giravkirinekê li ser darjêgekirina ramaneke pê
bawer mîna serseriyeke kawikî ye, ji ber vê yekê em berdikevin
zanîna yê me weke zanyaran li pey dikevin ew bi xwe jî nivîşka
ronakbîrî û rizgariyê ye ji baskê bedenketiya ramanî û dûzbûna bîrdozî
ve , ji bo nuhvekirina nîşaneyên bawerî û rabûnê li hember qonaxên tirsê
yê ku rêxistina bavanî bi herdû baskên xwe malbatî û desthilatî wêna
çîgir kiribû. Berhinde ku her nivîsekî liyangirtî ye û bîrdozî
wekî danasînekê komek raman in em pê bawer dibin ,yan em ji pêşiyên xwe
werdigrin an em wêna bi rêya nehestbûnê digrin, û ji me qut nabin, tevî
gumaniya me ku em dikarin xwe jê rizgar bikin, lê şopên wêna li ser
rewiştê diyar in , tevî girtinên ramanên nû, ji ber vê yekê doza
azadbûnê ji her tiştî rêjeyî ye û tenê wekî xwestekekê dimîne ,û em bi
çi tiştê ku di hundirê xwe de cîgir em pê re didin û distînin, ji bo
çêkirina peywendiyeke baş di derbarê raman û şîretan de, ji ber ku raman
ji nişkêve dibin e alî , lê oldarîbûn û bêcanî li biniyên xwe de ne, û
ew kêşeyek rawestiyayî ne, mîna kelemekê ne li pêş rêya rabûna zanyaran
de, û tirs me dihêle em bi lêpirsînên mirov di derbarê ezmûna jiyanê
yên ku têde dijî biramin ji qonaxa canîbûnê ta qonaxa gehîbûn û pişt re
kalbûnê, ji ber ku tirs ne tenê di çarçoveya têkiliya di navbera
desthilat û cemawer de ye lê wê derbas dike û jiyana takekes nîşan
dike, û metirsiya wî ji pêşerojê, û ev nediyarbûna yê ku xuristiya
jiyan û kirdeyan dorpêç dike, li cem mirov rewşeke ji dudilî û ramanbûna
ji nediyariyê peyda dike, ji ber ku tiştekî li paş tunebûnê nîne,
berhinde felsefa saxleman dema jîndar dimre li cem wî qut dibe, û ji
rêza jiyana tevgerî derdikeve, ta genî û rizî bibe û vegere axê, û bibe
tiştekî din û tevlî heyînê bibe bi rengekî yekgirtî bi hemî dinokên
jiyanê û jêderên wê ve. Ramandina bi heyînê divê pêşî ji dergeha
metirsiyê derbas bibe, çima mirov bin siha hebûna şaxdayî a berve
bedenketîbûn û tunebûnê diçe ditirse?! Û çima mirovan kelemên zêde di rêya hevdû de datînin?! Ji
bo bi xweşiya jiyanê şad nebin, li rex tunebûnê yê ew çarenûsa hemî
jîndaran e, mirov di riwê kesê beranberî xwe de bê berhelistiyeke
zanyarî disekine , lê li ser têkbirina ya din cîgir e, ji bo pêşdebirina
henasê. Rijandina xwînê wekî lezbûnekê ye ji hatina tunebûnê
re, ji bo destê xwe li ser çi tiştekî bi lebat deyne, û dibe ku ew
awanteya a ji zorbaziyê encamdayî tiştê bêhtir mirov ditirsîne, di nav
cîhanekî mirin têde bê bend e di heman aliyên jiyanê de, ji ber ku
serkotkirin û kuştina evînê û wêrankirina peywendiyên xuristî, û
gemarkirina sirûştê bi rêya cengê ev hemî hîştin ku tirs bêhtir nêzî
mirov û jîndaran be, berhinde bedewbûna berzbûyî di mirov de rizî dibe û
dibe leylan û doman, bi encamê têkbirinên mezin bi destê mirovê çavkar û
ezez , û danîna mehnedanên pîroz û vala li ser xuristiya cenga wî li
hember kesên din. ------------- 1- Nîkolay Eliksenderofêliş Bîrdîv bi Ferensî: Nicolas Berdiaev 18.03.1874- 24.03.1948 Bîrnasekî Olî, siyasî Rosî ye Zehmetiyên
gelek di rû civakên ku hewil didin azad bibin derdikevin, di nav gelek
qedexeyan ên tevgerên wêna bi sedema zorbedî û bêdadiyê hatibûn
têkbirin û ev di nav kesê bindest de şoreşek girseyî avakiribû, li
hember wek neman û mirinê, berhinde Nîkolas Bîrdîv 1 dibêje: ( Mirin ew
rastiya kûrtir e û bêhtir di jiyanê de bi nîşan e, ji ber mirov bi ser
diyardeyên jiyana xwe yê rojan e û serveyî tê û ev tek tiştê yê ku me
dihêle em bi wateyê jiyanê biramin, û jiyan ji derveyî nîşana mirinê
bê wateye. ) warên ku di talîzoka xewin û hêviyên namiçiqin de
dijîn, ji ber timî di rewşeke ji rûbirûbûn û pêdagirtinê de ne li
hember zorkariya dîrokî ya gelê kurdistanî li parçeyên welatê xwe yê
dagirkirî dijî, bergirî û rikberî mîna serkeftinekê ye li ser asta raman
û hêviyan, û dibe mîna derbasbûnekî ji jiyana gîreyî re yê ku mirovê
kurdistanî wêna dijî, berhinde welat ew wateya jiyana serkeftî ye li ser
têgehên mirin û nemanê, berhinde pêgirtina mirov û pêdiviya xwe bi
girtina kokê encameke xuristî ye ji hestbûna wî bi zorbedî û mafxwarî û
herwiha ew pêdivî mîna naverokeke qayim e ,mirovê zanyar armanca wê
dike, di dema ceng û dûrkariya sepandîbûyî û berdewambûna ricîmên
serkotker û kirdeyê xwe li hember gelên xwe mîna mirina pirreng e , tê
kirin ji bo zêdetir tîjan, hilweşîn û awanteya qerpol û dema jiyan
bibe meydanekê ji kirina mirinê re, berketin û raberiyên kêferatkirî ji
bo xurtkirina peywendiyên xuristî xeradibin, sazî û ricîm dibin çekekî
li hember gelan, û rûdana demî û cihî bi cûreyên qirkirinên rewşenbîrî û
civakî cîteng dibin, û jiyan mîna mirinekî sirûştî dibe,dimîne
metirsiyekî, ji hûrgiliyên jiyan û nerehetiya me qut nabe, li pey wê
ragihandina yê êş ,sertî û xwînê belav dike ta jiyan bibe dîmenên
mirinê, li her cihekê ji cihên jiyanê cîgir dibe û xwe bi wêneyên
totelîterî, dûrkarî ,serkotkirina kêmnetewan , cengên olî û jihevketina
civakî diyar dibe, û divê di vê derbarê de nasîna riwên mirina pîroz di
têgeha ricîmên sitemkar a serkotker, yên zorbediyê bi awayekî bi rêk û
pêk sepa dikin ji derveyî heyîna reştariya tirsa hebûnî li cem mirov,
berhinde tirsekî siyasî, deronî û civakî peyda dibe, û dikeve hûrgiliyên
jiyanê, mirov nikare xwe li ser helbeze an wêna paşguh bike di siha ew
kedxwariya sepabûyî de, û ev dûrbûna di nav komên yên ji her
girtinheviyeke xwînî re amade dibin,û tirs mîna gîhayekî baş bi destê
ricîman dibînin, û tê pikaranîn ji bo xwarindina keriya mirovî a
nemabûyî bi derbasbûna qonaxên jiyan û hatina nifşên wê. Ew
tirsa a ku maye mîna metirsiyekî girs û di hiş û dilan de cîgir dibe û
navdariyên xelkê , reweşt û reftarên wê zeft dike, û jiyan û rêya nifşên
wê rêxistin dike, û mirin destê xwe danî li ser çareyên wê ji bo azadî û
serxwebûnê, berhinde mirin dikeve dewsa jiyana tirsê, mirin dibe mîna
şahiya xewinê ji bo gihîştina jiyana baştir, wisa pêşeroj nepenî û
nediyar dibe bin siha wêraniya a ku berfereh û şaxdayî dibe bêhtir bi
nediyarbûna awayên hezkirin û dostaniya civakî. Ev lîstina yên
ricîmên zordar bi rêve dibin ji dîtina wê yên teng ve dibişkivin, ji
nezaniya bi hevjiyanê û berhemên wê yên erênî tên, û bi tirsê re didin û
distînîn mîna pêwîstiyekê divê hebe ji bo kedîkirina hêrsa cemawer û
xwestekên takekesên wêna ji bo jiyana xweşî û pirrengiyê . Ew ricîm li rojhilata navîn bi şerfiroşî û zorkariyan ve dagirtî ne. Turkiya
ya Osmanî a li pey wê bermayek giran heye ji desthilatî , bêdadî
,qirkirina gelan û pişaftina wan di xwe de, Îrana Farisî ya dildarê
şehnaziyên demborîna tije desthilatî û mirin û Sûrî û Îraqa Bassî yên li
paş wana Erebûnekî Islamî bi xwînê li ser çand û gelan xwe sepandibû, û
mora xwe yê Erebî Islamî li ser wan danîbû, û ev ricîmên sitemkar xwe
bi bermaya belavkirina tirs û mirinê ,ta dema îro xwebicî kiribûn, wekî
dirêjiyekê ji çax û serdemên berê, û Kurdistan ya dagirkirî ji van
ricîman ew nîşanekî ronakbîrî ye ji vegerandina çanda netewekê re û
hişyariya gellekî ji çepelên pişaftin û qirkirinê, û nîşana berxwedanekî
piştrast dike, hebûna netewên yên kêferata azadiya xwe dikin bi xwîn û
hesin diyar dibe, û tirs ji yek dîmenê xwe ve têkiliya xwe bi mafxwarî û
bêdadiyê re xuyakirin dide, bi talankirin û diziya erdên Kurdistanî li
Sûrî bi navê çaksaziya çandinî, û ev yeka mîna pepûkiyekê ji aliyê
dewleta şofînizma a serkotker ve hatibû sepandin, bi palpişta xwe li ser
pişaftin û helandina hemî pêkhatiyên netewî di nav darêjga xwe yê Erebî
de, û ev lîstina bi maf û destdayîna li ser semyan û jiyana civakî mîna
mezintirîn rewşeke zorbaziyê ye li Rojavayê Kurdistanê li gel wê
Erebkirina gund û bajarên Kurdî bi navên Erebî , qewitandina kurdan ji
navçeyên wan ve ji bo berjewendiya bicihkirina Ereban şûna wan û wisa jî
dijberiya Sûrî bi piştgiriya Turkiya vê siyasetê li Girê Sipî, Serê
Kaniyê û bi taybet li Efrînê bi rêk û pêk bicihanîbû, û pirojeyên
nijadperestî mirovê rojhilatnavînî yê Kurd şaşkiribû, û ev bawerî bi
sazî,dewlet û yase têkbiribû, û jiyan kiribû holekî ji neyîniya dagirtî
tîjandin û bêdadiya bi rêk û pêk. Tirs ne tenê bûyereke, lê
nîşaneke rastîn e bi jiyan,xuristî û rûgeyên wê ve têkildar e, û bû
rengekî naskirî di jiyana civakê de a ku bi ricîma bavanî maskirî û
mirin têkiliya xwe pê re heye, metirsiya nemanê, nemana ewlehiyê, û
metirsiya desthilatdar ji kesên ku daxwazên azadiyê dikin ,ew tirsa ji
nemana serdestbûn û cih e , ji ber vê hemî ji bo girtinheviyê hewil
didin ta reştariya tirsê qasî tê xwestin dûrbixin, berhinde bîrnasê
Elmanî Haydger bawer dibe : divê mirin nebe ew metirsiya a ku nivîna me
bihejîne. Lê ew bi xwe metirsiyek rastîn e nivîna takekesên yên
civakê bi alavên serkotkirin û tirsê kontirol dikin dihejîne , û ewa jî
jiyaneke jiyanbûyî ye li cem gelekan yên ku nikarin mafên xwe yên
sirûştî bi dest xwe bixin û çalakirina yaseya binpêbûyî a pala xwe dide
li ser dadmendiyê û diyarkirina nirxê piraliyê siyasî û aborî û çendîn
di xwe de encamên erênî berz dike li ser dewlet û civakan bi giştî ve,
berhinde desthilatên sitemkar rê nadin ku hişên takekesên wê ji derveyî
kêmanî û binpêbûnên wê biramin, ji ber reftar û karê mirovê bindest tenê
birame bi serkotkirin û pepûkiyê ve yê ku di jiyan û qonaxên xwe yên
cuda de wêna dijî, û rojeva axaftinan dibe tenê li ser binpêkirin û
xweziyên nediyar û yên nayên pêkanîn, û wisa em dibînin çendîn peywendî
di nav gotara olî û desthilatî de heye . Ev koçberiya rastîn
hîştibû jiyan raweste, û berhem tenê kedekî bê beranber be,tê
pêşkêşkirin ji xwediyên berîkên fereh û yên jiyan û saziyên wê di
destê wan de ye , desthilatiya serkotker kiryarên xwe di hizrên gelên
xwe de bicî kiribûn, ji bo gel li hember wê raperînê lidarnexîne, û gel
bi vî awayî bi pir hijmarên xwe dibû alav bi destê wê desthilatê wê
berdide hevdû û gel bi rêve dibe çawa bixwaze û kengî bixwaze, û di
demekê ew kerî ji nav hevşiyên xwe rabûn , di baweriya xwe de wê karibin
li ser serkotkirinê serbikevin, lê qurşînên wê bervajî wê hatin, û bi
xwe zemînekê ji desthilatiyeke tarîtir re ava kirin mebesta min bê
guman serhildana yê tê naskirin bi gelê Sûrî yê ku Mark Sayksê Ingilîzî
û Cûrc Bîkoyê Ferensî sînorê wê danîbûn, û ew berve demborînekê ve diçe
li gor xwestekên wan desthilatan bi hişmendî û nehestbûna xwe ve,
berhinde ku desthilata dûrkar êdî piştrastbû ku berdewambûn û hebûna wê
girêdayî ye bi çendîn serkeftina cîgirkirina ricîma xwe yê desthilatdar
ve di hiş û dilên civakên yên wê kontrol dike,û bi vî awayî guman kir wê
ji bergê gelê bindest ji aliyê hiş û giyanê derkeve û xwe nû dike mîna
dema mar an xemgurî eyarê xwe diguhêre, û derketina Daiş û berî wê
Elqaîde û Elixwan û van komên pêşîn ji van bijardeyên yên rastî
nezaniyeke bi rêk û pêk hatibûn û hişbirinekî giştî ji aliyê mêrên ol û
desthilatê ve, civakê hîştibûn bibe zinarekî teqemenî û mayînên bi hev
ve girêdayî, li ku biteqe wê hemî ferehiyê bigre, û ev ji me re
piştrast dike ku desthilat bi hevkariya xwe bi mêrên ol û bi palpiştbûn
li ser deqên pîroz giştî serketin di dagirtina cemawer de li gorî
armancên xwe, û bi girtina zanyaran bi serketibûn, kuştin an dûrkirina
wan ji derveyê vê bixêrîkê. Wêrankirina hatinên heyînê û
sînordankirina rengirtina jiyan û mirov çêdibe li gel kiryarên
serkotkirin û nûjenkirina koletiyê bi heman awayên wê ji bo cengên nû, û
qelişên bi dû hevdû ve , buhayê wê tenê sawîlkan didin, berhinde
alozkirina cureyê jiyanê ji reng û kiryarê desthilatê û serdestbûna wê
derdikeve, mîna dezgehekî tirsê di nav bijardeyên cemawerên ciwan de,
lêbelê dijminatiya aşkere bi sirûştê xwe riwê xwe aşkere dike li hember
çi dengekî bi bandor bernama guhertin û serhildanê di hizrê xwe de
danîbû û kiribû pêşî hizrê xwe ve, berhinde zanyar mirin û serkotkirinê
bi riwekî bi ken pêşwaz dikin, bergiriyê li hember hêzên nezanîkirin û
serkotkirinê nîşan didin , li ser pabendîbûnê xwe bi naveroka bedewbûn,
dadmendî û nirxê xweşiyê di jiyanê de derbirîn dikin, dema hatin û
hinirên xelkê bi awayekê ji awayan hêviyên wê di guhertina demukratî de
wêzim dikin. Nimûna mirina sepandîbûyî li ser van civakan
serkotkirineke bê dawî ye, û cîgirkirina wê mîna binemake olî pîroz ji
xwedê hatiye sepandin û bi rêya pasvanên wî li erdê, ev bû tiştekî li
ser guftogo nabe, û tenê ronakbîr dibe jêre qurban, yê li gemiyê
rizgariyê digere ji bo mirovên yên bi lehiyê ve bar dikin, û ev yeka
hevgariya Suqrat tîne bîra me, dema koça jiyanê bi rûkenî kiribû û ji
şagirtê xwe re digot: ( divê mirov mirinê bi geşbînî û şadî pêşwaz bike
ji ber vê divê hûn aram û hevseng bin.) Mirina gewdehî jêra ne
meraq bû lê tirsa wî li ser takekes û xelkê bû, ku li şikeftên nezanî û
tirsa ji serkotkirin û malgirtina desthilatî ji her tiştekî bedew re koç
bikin , metirsiya wî bi asta tiştê ku ji raman û pirsê radikir, ji ber
vê ricîma fermandariya totelîter hêza xwe ji qirkirina zanyaran û
zanînên ku mêjî dilivînin wergirtibû, û cemaweran dihêlin ku ji aloziyên
xwe yên ramanî bi awayekî taybet ve li çareyan bigerin, ji ber ku tirs
dihêle şoreşger milhûr be û wêjevan hînckarekî hov be û civak peykerên
wêrankirî be, ev diyarbûneke ji dijminatiya jiyana nû re ye, an rizgarî
ji serdestbûna efsaniya ya ku zordarî ji kunên destpêktiyê anîbû,û
tiştê ku civak hîştibû awanteyê bijî sertiya desthilatiyê ye û zorkariya
wê li hember civakê, ji ber ku êş,derd û windabûn bûn e binema civaka
barketî bin siha ricîmekî serkotker, dadmendî û dadperwerî rakiribû, û
pêşeroj li gor vê yekê nediyar bû, ev dojeha ezmanî rewş dagirtî ye, û
mirin yek ji bedtirîn riwê wî ye, û serdestbûna koletiyê mîna ricîmekî
ewlehî li ser movikên jiyanê, mirovan hîştibûn di rewşeke ji tirsekî
berdewam de bimînin, sedema wê ezeziya malgirtîkaran ji hatinan re û
nediyarbûna rengên bîraweriya bi hevjiyana aştiyan e ve , li rex
serdestbûna ramana olî li ser bijardeyên civakê li gor têgeha Islama
siyasî yê ricîma serkotker biserket ku ew raman bibe bîrdozî, berhinde
wêjeyên partiya Baas ya fermandar pişta xwe dabû li ser dîtina Islamî
olî ji fermandariyê, û Erebûnê dîtibû bîngehekî ji ol re, û li gor wê
fermandariya xwe ji civakê re û serkotkirina xwe ji kêmnetewan re rewa
kiribû, yên ew jî xwe li paş maf û taybetmendiyên xwe yên netewî
veşartibûn mîna bersivekê ji paşguhkirin û dûrkariyê rêbazbûyî re, li
gel wê bi dijwarî li pêş xwesteka guhertin û hevberînê tê rawestandin û
herdû beşek in ji tevgera dîrok û jiyanê bi giştî ve, û li pêş nebûn û
mehfbûna a ew binema her jîndarekî saxlem e derbasî qonaxên cuda dibe
ta bedenketîbûn û nexweşiyê têgehên fêzbûn û mirinê rawestîne ,em ricîma
serkotker dibînin bi aliyê mirinê bêhtirî jiyanê ve diçe, ji ber
desthilatdaran helkelkî bi dû guhertina jiyanê dikevin ji bo bibe
meydana azarbûn û kuştinê, ji ber ku ji gel ditirsin,û cemawer jiyana
xwe diqedînin di razaneke veguhêz ji tirsekî ta hêrsekê, û ji encamê wê
bi lez kiryarek dijwar encam dide bi bayên hingemeya bê dawî re, li gel
wê civakan di zîndanên xwe yên mezin de dijîn li ser dirêjî pîneya warên
xwe, û rewşeke ji koçberiya hundirî dijîn, û ji bilî penaberiyê
çareyekî tal nabînin bi dawî neçar dibin bipejirînin, ji ber vê yekê
mirina di navbera erdnîgarî û bazdanê de tirsekî berdewam e ji
pêşerojeke nepenî re, zêdetir derd û dilzariya reş pêşbînî dike, li gel
wê henasan li piştrastiyeke windayî digerin bi sedema serkotkirina bi
rêk û pêk yê ew dijîn bin siha ricîmên fermandar yê çi axaftineke
sawîrî nahilînê ji bo kedîkirin û mêtina hêrsa cemawer, li gel wê civak,
kom û rêxistinên ji hevdû re dijhev tên e dabeşkirin. Hevxistina
Baasî wek nimûne li ser bîngeha dijminatiya ji bilî Ereban li Sûrî an
Îraqê pêktê û li wan dinêrin ku ew şaneyên razayî ne dibe ku dijminên
li derve wana dema ew bixwazin bikarbînin, ji ber vê yekê pêdiviye li
wan bê tengavkirin, ev ji derveyî tirsa desthilatê ji gel ve bi giştî,
ji ber ku zîndanvan ji zîndaniyan ditirse tevî ku li zîndanê ne, li gel
wê berdewam kelem di navbera netewan têne çandin, û di navbera rageh û
ragehekî de, di navbera qatan de jî, aliyê bi ricîmê re û aliyê bi
dijberiyê re, û zoreng di navbera vîna guhertin û tirs bibû feraqekî di
nav de nirx û têgehên rojhilata navîn ya ku bi xwe ji wê girtinheviyê
hatibû cîgirkirin, û têgihiştina me jêre pala xwe dide li ser derbasbûna
me bi sirûştiya têkiliya nişteciyê derveyî bi erdnîgariya wê deverê û
xwedîkirina wê bi dîmenên hewesdarî bi desthilat û sitemkariyê ji bo
hebûnê, û mîtingerî hatibû kirin bi rêya tirs û serkotkirinê, û bi rêya
herdûkan ve rolên afrênerê azad hatibû têkbirin, û li şûna wê lîstoka
desthilatê cihê xwe girt bi qutîkirin û reşkirina her sirûştiyekê û
rewşeke cîgir hewil dide tiştekî ava bike ku karibe vê wêraniya a ku
peywendiyên civakî wêran kiribûn jêbibe , bi rêya çandina tovên
tîjandinê yê bi sirûştiya xwe tevgera civak û takekes sînordar dike, û
şiyana berzbûna tevgera ronakbîrî ya bi armanc li paş dixe , ji bo
jêbirina mayînên desthilatî ya li dor mêjî, û paşêxistina tevgera civakê
yek ji erkên desthilata serkotker e, ji bo rûbirûbûna maf û xwe
şimitandina ji erk beranberî gel, tirs namîne cîgir di demeke dirêj de,
û bi lez belav û pûç dibe , di serhildanekê her tirsekê hildikşîne,wekî
dema bajarên Kurdistanî li Sûrî rabûn taku sozê bi gel,xwîna şehîdên
xwe û xwediyên xwe yên aram li Qamişlo nûkirin, û herwiha em tirsê
dibînin bi hêrs û hebûna vînê neman dibe , ji ber vê her çare li pêş
komê gelê westiyayî dima ew bergirî di rû bêhêvî û piştsariyê, berve
vejînkirina şiyarbûna mirov, cenga wî ji bo azadî û dadmendiyê, li gel
wê gel ew kelevajiya sexte bi navê welatîbûnê danezanîkirin bin siha
desthilatiyeke ji wan re ti soz an peyman nedabû, û ev rabûna gelerî
derbirînek bû ji yekîtiya gelê Kurdistanî re li hemî bajar û gundên
wêna, û hewildanek bû ji bo binaxkirina tirsê heta dawiyê, tevî sertiya
sitemkar û şêweyên serkotkirina wî lê vîna gelan saweke dikarê wana bin
guhê hevdû bixe, tirs dibe destmaya desthilatdar yê pala xwe dide li
ser ji bo li desthilatê bimîne û qezenc û hatina xwe zêde bike , û
herwiha nanê civakên oldar û tîjandî ye bi awayê siyasî, ricîmên
sitemkar li ser binema tirsê wek şêweyeke gerentor ji serdestbûna wê re
dijîn, ricîma tirsê damezrandin li ser binema gefa bi dojehê wekî
encamekê serpêçî bi xwedê re û şîretên yê di deqên pîroz de hatî, ev
yeka cureyekî ji hevkariya bed di navbera mêrên ol û desthilatê de
çêkiribû, wekî du pêkhatiyên çalak ji bo têkbirina çavkaniyên şoreşa
hişmendî a hatibû cîgirkirina li ser pêşdebirina dan û standina ramanî, û
rê li pêşiya gotûbêjê bi siyaset, ol û zayend ve hate girtin, û bûn
efyon li paş perdan tê duristkirin, ji bo mijolkirina xortan, û
razandina wan demeke dirêj, û belavkirina bêkariyê û rêbaza xwendinê a
hişk û vala ji hînkirina naverokî tenê nezanîkirin û mijolkirina xortên
zanîngehan ku tenê bi dawîkirina xwendinê û kardîtinê piştî qedandinê
biramin bi siha tenêbûneke aborî xenqoyî, û gendeliyeke giştî perîşan û
hilweşîneke paş perdeyê tê kirin, û bişanhildana diravê yê rê ji mirov
re vedike ji bo dizî û tembelîkirinê, ev hemî tê birêvebirin ji bo tek
encamê û ewa berşûnbûna rewiştî û paşxistina deronî ya henasî û
têkbirina qezencên xelkê, li gel wê ricîmên sitemkar li ser çandina
gumaniyê di nav bijardeyên civakê de dixebitin, ji bo bawerî di nav
xelkê de tune bibe, û awante bibe pergalê giştî ji hemî nakokiyên sert
yên dikarin stonên saziyan hemî hilweşînin, û ev zorenga har di navbera
alîgirên guhertina zanyarî û sertiya desthilatdarî kevin e kevinê
dîrokê, kevinê têkiliya reşepêş di navbera fermandar û cemawer de, di
navbera mêrê ol û cemawer de, di navbera bav û kuran de, ji ber vê
berdewam pirsên gelek berdide , û ji ber vê tê veqetandin di kêliya hêrs
de ji çi tiştê ku hatibû cîgirkirin di jiyaneke pala xwe dide li ser
sertî û neçariyê, û ev raperîn qonaxên bê nîşan didan nerîna gel û
gotina wî têde li pêş be li jor ricîma sertbûn û zorê, ji bo sînorekî bê
danîn ji wan lîstina yê giyanên sawîlke têkbiribû, û civakê hîştibû
rizî bibe, ev qelşandin bicî dibe û kelemekî kûr durist dike, ji ber vê
em desthilata serkotker dibînin ku ew jî di gezencê de ne ji dûrketina
xelkê ji bîraweriya ronakbîrî û felsefeyê ve bi rêya belavkirina wê ji
raman û efsanan re bi rêya dezgehên ragihandina wê û herwiha bi rêya
rêbaza olî, ji bilî ramanên tek netewê û bicîkirina têkelbûna bi zorê
re, ji ber vê ew girtinheviya di navbera netewan de hatibû belavkirin,
netewa herî bi hêz û bi zimanê olî xwe bi çek dike û jêre desthilat û
serdestbûna li ser çand û şaristaniyan vedigere , ew şaristanî û çandên
yên taybetmendiyên xwe diparêzin û têkoşînê dikin li hember hewildanên
setimandin û qirkirina rewşenbîrî, li gel wê Baas bi bîrdoziya xwe yê
reş baş nûnertiya qirkirina rewşenbîrî kiribû , û armancên wê ji bo
erebkirina navçeya kurdistanî li rojavayê kurdistanê derbirîneke ji
sertbûna rewşenbîrî re û nediyarkirina nasnameyên gelên deverê ji bo
bicîkirina dûrkarî û ne aramiyê ji bo hemî pêkhatiyan ligel pêkhatiya
fermandar yê ew jî zorkarî û gendeliyê dibîne ji aliyê wê desthilata yê
ku ti destik nehiland û bikaranî li hember qezen,ewlehî û azadiya gelê
xwe, ew bawer kiribû ku bi rêya tewriya pilanê û dijminê derveyî
(Israil), wê bihane bide ji bo bimîne destpak li ser xewinên netewî
lawaz li dor eywanên rewrew û xapandina cemaweran dizîvire ( herdû
Baasên li Sûrî û Îraqê) ji bo dûrxistina wê ji xuristiya dema niha û
hewildana netewên demukratîk û guhertina naverokî ji desthilat û ricîma
fermandariyê, li gel wê mijûlkirina mêjiyên wê bi navê şerê dijminê li
derve, hîştibû xelk xwe radestî lîstin û binpêkirinên ku li dijî wê
hatibûn e kirin bibe, û deverê hemî hîştibû dagirtî girtinheviyên aşkere
û hundirî bibe, û wisa em dikarin bêjin ku ew bi duristkirina hingemeyê
heta demekî dûr bi serketibû. Çanda dûrxistinê ji berhema
şaştiyên desthilatî ne, û civakan di rewşeke ji girtinheviya giştî û bê
dawî hîştibûn, di baweriya xwe de wê bi vî rengî cihên hebûn û
serdestbûna xwe li ser hatinan biparêze, li gel wê her awanteyekê bi
karên derveyî ve girêdayî ye ji bo rewakirina hebûna xwe,li gel wê
tekçand pala xwe dabû hêzê û pişaftina pêkhateyên din di xwe de mîna
pêdiviyeke desthilatî didît, bîrdoziyeke dîrokî sertî û pizbûn
piştgiriya wê dike, ta bibe asteng li pêş afirandin û dostaniya civakî
ya şaristanî , taku mirovahî hemî buhayên gendeliya desthilatê û
xwarbûna wê bide. Ev hemî jiyan hîştibû di windabûn û jevketina
giyanî û ramanî de bîzivire, û ji girawbirinê re hewşekî fereh dîtibû ji
bo xistina çi ramanekî azad an pêşveçûnekî sozdar, li gel wê sepandina
çand û reftarên ku ji ol dertên ji çawaniya hîştina xelkê ku bi rêya
bijandin û tirsandinê ve di eynî demê de bandor bibin, û ev rêyeke
baştir e ji bo çewsandina rengên civakî û kireberîkirina wê bi yek reng,
çand û tek zimanî ve û pişt re erdnîgariyekî têde yek fermandarî
cîgir dibe, desthilatiya xwe ji serdestbûna ola Islamî werdigre, û rêya
ku xwediyên belavbûna wê ji talankirina hemî deverên din bikaranîn û
sepandina ol bi rengekî zordar li ser gel û çandan ji bo pişaftina û
helandina wan di pergalê zimanê Erebî de, û berdêla amade wekî ku di van
lêpirsînên rewa û vekirî de ye ewa di pêşkêşkirina berdêla berzbûyî di
pêgirtina bi kok , çand û zimên ve taku neman û bi dawî nebe, li gel
wê nemana vê êrîşa rewşenbîrî ya siyasî mîna destpêka hevjiyanê ye di
nav gelan de , bi nemana navê kêmnetew û pirnetew ji bo jiyanek bêhtir
cûrebûn û lihevhatin, û dibe ku talana rewşenbîrî li hember nasname û
çandên din hingemeyê kiribû zimanê rewşa wê, herwiha navendîbûna olî û
netewî bi zor û pizbûna xwe ve li ser bijardeyan her tiştî
derbaskiribûn. Ew bijarde taliya girtinheviyê xwar, û di xwe de
kesayetek nizim derxistibû bi taybetmendiyên nefretê ji serwerî û
desthilatiya hêztirîn ve hatibû naskirin, yê ku zorê dikir bin balkêşeya
pîrozbûna bîrdozî an olî. Û li gel wê Ewrûpî zorkariya xwe li
ser Efrîqiyan kirin, ev dîtina dûrkar ji bo çewsandina nîşanên
şaristaniyên mirovî ji gelên Efrîqiyayê, wek dema Ereb bi rêya ola
Islamî zorkariyê berdewam kirin bi bihaneya cîhanîbûna ol û li zimanê
Erebî dûriyekî olî pîroz danîbûn, wekî kiryarê yekîtiya Sofiyêt û
hewildana wî ji sepandina zimanê Rosî li ser gelê din yên li ser wan
serweriyê kiribûn, ji ber vê ziman hatibûn weşandin bi kuştin û
mêtingeriyê û pişaftina gelan ,hinek ziman dewsa gelek zimanan girtin,
piştî ew gel zimanê xwe jibîrakiribûn û dev ji ziman û nasnameyê xwe
berdabûn, dema rastî işkence û azariyê hatin, û ev yeka rengekî
berdarbûyî ji qirkirina rewşenbîrî ye. Wisa serkotkirina siyasî
rex li rex li gel alavên pişaftin û helandinê dixebite, û ev yeka şerên
girtinheviya navxweyî durist kiribû, û ol siwareyekî dîrokî û bîngehîn
bû li ser bîngeha wê helandin di pergalê netewî a fermandar de hatibû
pêkanîn, mîna gotûbêja Islam û Erebûnê , bi rêya wê sitemkariyên netewî
di hundirê erdên xwe de karîbûn şerê gelên resen bikin , ev yeka di
ramana Elqayîde1 û Elixwan2 de şaxdayî û berz bû, alavên cengê xwe ji
dîrok û talanên Islamî wergirtibûn, ji ber vê em dibînin ku cenga
desthilatî gelek xalên hevbeş di navbera gelan de jinavbirin, û her
kargêrekî şaristanî bi destê mirovê zanyar ji kevin ve hatibû pêkanîn, û
ev tişt gotinê Ishaq Niyotin 3 1727 tîne bîra me : ( Em gelek dîwar ava
dikin lê em têr piran ava nakin.) û ev wêrankirina bi rêk û pêk
ji peywendiyên hevjiyan û dostaniyê ye, di navbera gelan de tirsê
hîştibû xwedayekî fermandar li ser erdê û di kesayeta rêber û peykerên
yên ku li her goşeyê de ava bûn e xuya dibe. ----------------------- 1-
Elqaîda : an rêxistina Elqaîde an bingeha tekoşînê : ew rêxistin û
tevgerekî pir regeznamî ye, di dema Tebaxa 1988 û dawiya 1989 de hatibû
damezrandin, banga tekoşîna navdewletî dike. 2- Elixwan Elmuslîmon: komeleyeke Islamî ye û ew tevgera dijberiyeke siyasî ye li gelek dewletên Erebî. 3-
Esêr Ishaq Niyotin 25 Berçele 1642- 20 Adarê 1727, zanisvanekî Ingilîzî
ye , yek ji navdartirîn zanistvanên Fîzîk û bîrkarî ye bi derbasbûna
serdeman û yek ji nîşanên şoreşa zanistî ne. Li
gel wê berzbûna vîna çanda sade ya ku mayîna li ser kenarê , pişaftin û
destdayînê napejirîne ,bi berhelistbûna tirsê ve a ku peyker nûnertiya
wê dike diyar dibe, û berxwdaniya li hember qirkirina rêbazbûyî yê
jiyana civakî û siyasî li xwe digre, li gel wê li gelên yên bi nasnameya
xwe ve girêdayî tê nêrandin wekî metirsiyekê ferehbûna û serdestbûna
wê li ser movikên dewletê bi sazîyên wê bi awayekê giştî asteng dike,
li gel wê wêrankirina peyker nîşaneke ji şikestina sihwa tirsê û
serkotkirina desthilatî, û şopandina zorengê û tiştê wekî nirx di
çarçoveyê wê de di girêdana azadîxwazan bi jiyanê ve tê kurtaskirin li
hember hêzên yên ku li ser wêrankirina çi avakirin an destketiyê ve
dijîn, û erka wê piştrast bû li ser hilweşînê û weşandina bizdanê di nav
henasan de. Zanîn wekî rewşekî ronakbîrî diyar bû , metirsî û
bedkariyên kiryarên desthilata serkotker celew dike ji ber ziyanê
dighîne jiyan û pêşeroja gelan û pêkvejiyana wan bi hevdû re, herwiha
bandora xwe bi awayekî neyînî li ser başiya ramandina wê dike û ji ber
vê pêdivî çêdibe ji bo li hember wê bê rawestandin li ser bîngeha
bicîkirina têgeha raperîna cemawerî, ew nîşana zengila dawîbûna wê
desthilat û alîgirên wê ye. Tiştê ku desthilat ji vekirina
peywendiyên sirûştî di navbera civakên serkotbûyî kiribû bi rêya
çandina tirsê wekî efyonê , hêza dij xwe li hember amade dike bi rêya
civandina bijardeyê ciwan yê dikare jiyanek nû bide û dikare li hember
binpêkirin û aşkerekirina wê bi gelek şêweyan raweste, dibe ku xebata
çekdarî jêre çareyekî dawî be, berî wê bîraweriyek cemawerî bi jiyana
rêxistinî pêşde tê ,bîngeha wê xebatê beşadarîbûnê ne dûrkarî ye, û
navendiya netewî a olî di pergalê xwe yê desthilatî de tenahiya civakê
durist dike û wêna ji her bihinberdanekî ve durxistibû, taku ramanên
erênî dernekevin , yên ji kiryarekî afrênerî dertên, gelek berketî û
raberî hembêz dike û nûnertiya rewana civak û bedewbûna wê di heyînê de
dike, li gel wê mijolbûna gelên serkotbûyî wek nimûne gelê Kurdistanî
bi parastina nasnameyê û di berdewambûna zorengê ji bo parastina
ramandina wê , li gel wê bin siha serkotkirinê mirov nikare bi tiştekî
cuda û nû birame , berhinde naverokên desthilata serkotker a totelîter
bi derbasbûna demê ve û ji hundirê ve genî dibin, û destên çavkar
dikevin pêşbirkê ji bo bêhtir destê xwe li ser movikên serdestbûn û
fermandariyê deynin, ta bihevkevin û ji hev dûr bikevin û qerbalixiyeke
rastîn biqewime bi wê û civakê ve bibin e heldêrê, li gel wê hişmendiya
gelemperatî di amûrîtiya xwe ya bijardî de ji fermandariyê re
metirsiyekî li ser hebûna mirovî û aştiya xuristî çêkiribû, herwiha jî
dibû bîngehekî ji cengên bê re, sirûştê wêran dike, ji ber ku dema
nefret belav dibe tîjandin jî di navbera civakê de belav dibe, kesayeta
takekes pelixî dibe, ev girtinhevî û zoreng çêdibe , armanca wê pevçûnê:
têkbirina çi rabûnekî hişmendî ye , ji yekîtiya zanyar û xwediyên
raberiyan çêdibe , yên ku hewil didin bi rolên xwe lihevhatinekê ji bo
siberoja gelan û demûkrasîbûna wê çêbikin, ta zêdetir ewle ,aram û di
xweşiyê de bin. Bêkariya xortan û tengavkirina wan û herwiha
sînordarkirina raberî û berketiyên nêdar a gelên barketî ji aliyê
milhûriyên wê ve jiyanekî gelek metirsîdar aşkere dike , bi rêya wê ceng
û aloziyên yên şîn û işk çinî dikin bêhtir dibe, parçebûna sawdar ji
gelên rojhilata navîn netewî , olî û ragehî perdeyê aşkere kiribû ji
komek ceng
|