Dilža Yûsûf –SwêdKovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 žubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî wežand.
Kovar bi sê zimanan wežana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê wežandin.
Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye wežandin.
Her weha gotarek bi sernivîsa ( Rola eksîlê li ser pêžketina
lîteratûra Kurdî ya modern) hatiye wežandin ku ji hêla nivîskar Firat
Cewerî ve hatiye amadekirin.