Konê Reþ Di roja 15/7/2022an de (71) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe. Bi min xweþ e vê nameyê jê re biþînim!
Erê Mîr Celadet! Bi xêra bapîrê te Mîr Bedirxan serhildana Botanê giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Bi xêra te; ked û westandina te, Hawar û Ronahiya te, deriyê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.
Belê Mîro, bi xêra we; kur û neviyên Mîr Bedirxan, em dikarin roja îro xwe di nav netewên cîhanê de peyebilind bibînin. Erê, bi saya Mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî dest pê kir..
Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamegeriya
kurdî ji me re hat vekirin, bi saya te û Hawara te zimanê me bi alfabeya
latînî hat nivîsandin û em bûn xwedî alfabeyeke xweser.. Zimanê me ji
axaftinê bû zimanê nivîsandinê û roja îro gelek nivîskarên Kurd ji
Bakur, Rojava û piraniya kurdên Ewropa bi wê alfabeya te dixwînin û
dinîvisînin û wek ku te gotiye, ev þîreta te pêk anîne:
"Miletên
bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, bi du qeweta, du çekan
diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek
bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e".
Lê sed mixabin, ji rexekî din ve, hêjî pêdiviya me bi wek van gotinên te heye:
"Malxerabo!
Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi
salane ve xebitîne û îro jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke)
derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, þerme, fihête, an hînî xwendin û
nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî
ji we ra ne romete, ji me ra rûreþîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar
mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û
binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin.." Mîr Celadet Bedirxan,
kovara Hawar, hejmar (27) Þam /1941.
Erê Mîro! Bi xêra herdu
kovarên te; (Hawar û Ronahî) û herdu rojnameyên birayê te Dr. Kamîran
Bedrixan (Stêr û Roja Nû), nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola
afirandin û nivîsandina çanda kurdî de hatin meydanê, wek; Cegerxwîn,
Osman Sebrî, Qedrî Can, Ehmedê Namî.. hwd. Û bi weþana Hawarê re,
helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa te, birayê te Dr. Kamîran û Qedrî Can
xwe eþkere kir.. Herwiha jî, kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr.
Nûredîn Zaza serê xwe bilind kir..
Erê Mîro! Eger mirov li dîroka
malbata te vegere û berpêl bike, wê bibîne ku tevayî neferên malbata te
di sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin û mirin.. Îro ji mafê we ye ku,
em her sal we bibîr bînin û navên we bi tîpên zêrîn di dîroka xwe de
binivîsin. Gelo! Ku em we bibîr neyînin, wê kî we bibîr bîne? Silav li
giyanê we be.
Qamiþlo, 13/07/2022