Ebdûlazîz Qasim Di van çend rojên borî de, carek din rûyê rasteqîn yê cîhana Rojavayî û Ewropî bi zelalî hate xuyakirin û dubare aşkere dibe ku ew prensîbên bang ji bo mafên mirovan û demokrasî dikin ti nirxek nîne di trazûyên berjewendiyande, zêdetir ku heta sextekarî di rastiya bûyeran dibe û dîrok tê berovajîkirin, ev yek nedihat pêşbînîkirin ku heta ragihandina Ewropî bi taybetî ya Fransî rabe bi berojavkirina rastiyan ku ji aliyê ajansa FAP reportek li ser serdana wezîrê derve yê Îranê bo Sûriyê hatiye weşandin û di dengê Amerika de bi herdu zaravên kurmancî û Soranî li roja şemiyê 2’ê Tîrmehê hatiye weşandin û têde hatiye ku “ Tirkiyê ji sala 2016an ve dest bi hejmareke êrîşan li Sûriyê kiriye ku çekdarên Kurd û herwiha çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) û hêzên ser bi serokê Sûriyê Beşar el-Esed dikin armanc”.
Tevî hemû dizanin ku hêzên artêşa Sûriyê yên “Bişar Esed” ji
aliyê Tirkiyê ve bi awayekî berfiref nehatine armanckirin, wekî dizanin
ku di Sibata 2022’an de li Idlibê 37 leşkerên Tirkiyê ji aliyê hêzên
rêjîma Sûriyê ve hatin kuştin û bi dihat hatin birîndarkirin bêyî ku
heta Tirkiyê bersivê bide?!
Wekî din hemû dizanin rola Tirkiyê ya
ji bo piştgiriya grûpên terorîst li Idlibê, Efrîn, Ceblîs û Serêkaniyê,
ku gelek rêberên rêxistina DAIŞ li navçeyên dagîrkeriya Tirkiyê de ji
aliyê hêzên Amerikî hatine kuştin ji wan rêberê DAIŞ Ebû Bekir ElBexdadî
di 17.10.2019’an de li nêzîk serbazgeheke Tirkiyê li Idlibê, herwisa
rêberê rêxistina DAIŞ yê binav Ebû Qirşî “Ebdulla Qerdaş” li Idlibê di
Sibata 2022’an de, û tevî desteserkirina pisporê teqemeniyan û waliyê
Reqayê yê rêxistina DAIŞ li Cerablisê di 17.06.2022’an de, li vê dawiyê
êrîşa “Heyat Tahrîr el-Şam” li ser Efrînê di 18.06.2022’an de, bêyê
bersivek ji aliyê hêzên dagîrker ve ku “HTŞ” bi xwe beşek ji El-Qaîde
ye.
Pir aşkere ye ku Tirkiye “pkk” wekî hêncet bikar tîne ji bo
dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê û qirkirin û tinekirina miletê
kurd li Sûriyê, û dagîrkeriya wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê
kêmtir nîne ji êrîşa niha ya Rûsya li ser Ukraiyna, zêdebarî ku bi xwe
piştgiriyê û destekê dide rêxistinên terorîst yên herî metirsîdar yên
girêdayî El Qaîde, Cebhet ElNusra û DAIŞ’ê, û tişta herî seyr û ecêb û
dûr ji rastiyê ku çawa Tirkiye di çapemeniya Fransa û Amerîkayê de
yekser piştî îmzekirina rêkeftina sêalî di navbera Tirkiyê-Filand-Siwêdê
de, di şev û rojekê de dibe qehreman li DAIŞ’ê?!.
Mixabin di vê
raporê de ya hatî bi navê “Wezîrê Derve yê Îranê ji bo aramkirina
Tirkiyê serdana Sûriyê dike”, piştrast dibe ku qedera kurdên Rojavayê
kurdistanê ketiye di destê Tirkiyê û Îranê de, zêdebarî ku Enqereyê ji
Fînlanda û Swêdê, herwisa ji NATOyê bi tevayî tiştê ku dixwest bi dest
xistiye û destkeftiyên xwe heta radeyekê xurt bicih kirine, tevî ku
Koşka Spî diyar kiriye ku Washington ji bo razîbûna bi tevlîbûna Swêd û
Fînlandayê di nav NATOyê de ti îmtiyazat nedaye Enqereyê.