Rêber HebûnHemî cengên ku bi ser rojhilata navîn de tên ji dema danîna ferman guhertina ricîmên serkotker bi ricîmên nû , geftugo li ser çawaniya guhertina van ricîman bi ricîmên nû kirin ,li gor xwestekên ew hêzên ên şerên aborî yek dû yekî durist dikirin,taku rojhilata navîn neman bikin, navçeya xewin ji dîrokê ve, û ew xewina serdestan bû ji kevin ve, bi rêya desteserkirinên Islamî û cengên pîroz (xaçparêz) û talankirinên Mexûlî û piştre Osmanî , û ma pêdiviyekê di serdema nûjen de li cem dewletên pêşsazî yên ji bo parvekirina wê ketibûn pêşbirkê ji dema herdû cengan (mêtingeriya Ewropî) û imzekirina peymanan li ser wê mîna Saykis Bîko2, û ji destpêka serdema buhara Erebî1 hewildabûn ku rewş biguhêrin bi rewşek e din bi rêya mizgîndayîna bi cenga azadî û demokratiyê, û guhertina wê bi dawiyê bi şerê giştî a navdewletî li hember terora cîhadî,
û ev hemî ji bo armanca aborî a nediyarkirî û veşartî ê tê naskirin bi
dîtina jêrder û hatinên wek ku timî hebin bi serdestkirina herdû hêzên
aşkere Emerêka û Rosiya û yên bi wan ve girêdayî ji dewletên herêmî ên
sûrî dîtin mîna mêrê nexweş ê li sekretê de, û pêdivî heye ku par têde
bên dabeşkirin ta bibe dawiya Saykis bîko a kevin û destpêka
lihevhatinek e rosî emerêkî, û rewşa dakêşan û avdahatinê ji nêzikbûn û
dûrketina herdû hêzan ji hevdû û her wisa em li pêş dîmena şerekî naye
rawestandin de ne, heta ku ew dan û standin çareser bibe, û ew bermayên
kevin bêne levakirin, û li pêş vê yekê em hijmarekî girs ji pernaberan
dibînin ku berî xwe didin ewropayê ,li dema ku Birîtaniya ji yekîtiya
Ewropayê derikeve, û Raste gelêrî a dijî hatina penaberan radibe, û em
piştgiriyek e Tirkî û Qeterî ji komên cîhadî re dibînin ên biveyên xwe
gîhandibûn e ewropayê.Ev hemî bi encama derketina cenga aborî û gerîna ji bo jêder û
hatinan û deverên desthilatê, ku hemî dewletên li rex sûrî hewil dabûn
tiştekî bi dest xwe in,taku cihê lingekî ji xwe re bigrin, ji ber vê
yekê mirovê rojhilat navînî bû penaber an qurban û pertalek î erzan ji
destikên medyayê re, di dema ku kedxwarî û wêranî bi kirêtirîn riwên xwe
derketibû, ev tişt dihêle ku cîhan berve cengekî ne dûr here,di dema
dikeve li ser hemî dewletên cîhanê sepiyabûna neqşeyên guhirînek ,û
ne dûr e ku pêşbirka çekdarîbûnê destpê bike bi dûbarebûna pêkanîna
artêşan û amedebaşiyê ji bihevketinên mezin û nayên rawestan lê
berdewam berfirehtir bibin, bi berhemdana çekên ne kevinşopî û pêşbirkî
li ser berhemdanên wan. ----------------- 1- Şoreşên Erebî an
buhara Erebî an şoreşên buhara erebî li medyayê, ew tevgerên mehnegirtî
ne aştyane ne girs in li hinek dewletên erebî de destpê bûn dawiya 2010
de û destpêka 2011 de,bi şoreşa Tunisê ve bandor bûn piştî ku Mihemed
Elboizêzî xwe şewitand , û bi xistina serokê tunisê a berê Zên Dîn
Abidîn lawê Elî serketibû. 2- Peymana Saykis Bîko di 1916 de : ew
peymanek e veşartî ye di navbera Ferensa û Ingilîz de bi erêkirina
şahînşahiya Rosiya û Îtaliya yê li ser parvekirina devera heyva nêdar
di navbera Ferensa û Birîtaniya, ji bo diyarkirina deverên desthilatê li
rojavayê Asiya de, û barçekirina dewleta Osmanî yê di cenga cîhanî a
yekem de de serdest bû. https://youtu.be/B-rcZ4ZsO0Y
|