Boniye-Suad CegerxwînEz gelekî kêfxweþbûm gava pdf a dîwana nû ya Mamosteyê hêja û dilovan xwediyê peyva resen, hezkirê ziman ê Kurdî Hadî Behlewî (Ristek Janên hûnayî) Di riya nivîskar û helbestevan Dilawer ê Zengi re giha min.
Bi rastî min bihîstibû ku mamoste Hadî Dîwaneke nû amade dike, ji lewma,ez bi coþ û þeydan li bende wê bûm da zanibim ka Helbestevanê me yê qedirgiran di nav taristana rojên xwe yên bi jar û êþên giran hatine doroêçkirin, çi Coreyên nameyan Ji xwendevanên xwe re rêkiriye.
Îro û piþtî ku ev pirtûk gihaye min, ez Karim çend gotinan li ser
van janên giran ku bi janên welat re hatine hûnandin û li ser milê
helbestevanê me yê delal bûne barekî giran ,nema karîbû di bin de rabe ,
êdî di Cihê xwe de rûniþtî maye û ew êþ û azariyên xwe bi tîpên resen
,tîpên hezkirin û dilovaniyê berhevkiriye, hino hino ristiye û di wê
taristanê de kiriye sîmfoniyeke bedew û bi awaz û ritmên dilê xwe re tev
hûnandine û pêþkêþî xwendevanan kiriye.
Tevî ku rewþa tendirustiya
min ne gelek baþ bû lê min helbest bi helbest xwend û bi êþên wî re ez
helekî xemgîn bûm ,êdî bi hesanî ketme nav gulîstana nepeniyê û bi rista
wî re, ya ku bi azariya helbestevanê vîn û evînê û bi dilovaniya rasên
janên wî mijûl bibim.
nemaze gava kû helbestevanê me êþên xwe bi
gewd û bask dike û li kurdistanê bi xwe re digerîn e,êþa bajarên
birîndar tevî êþên xwe dike û vedgere da wan bihevre di þevên xwe yên
tarî û dirêj de, di hembêza dilê xwe yê mestmayî de bikeyîne ,Peyv û
helbestên qeþeng û nazdar li dawî jê derîn e û bi payebilindî di
gulîstana wêjeya kurdî de ji me re biçîn e.
Diwana ( Ristek janên hûnayî) ji 76 rûpela ye û Ji 20 helbestên pabilind û rewan û helbestek bi navê
(Xwendevanên hêja) ji xwendevanên xwe re pêþkêþ dike.
Ev
helbest bi dengê xwe jî tomar kiriye.Bê guman ev dîwana wî ya siyeme,
berî wê du dîwan derxistine bi navê (Sibe wê bê )û (Ji dil).
Helbestevanê
me yê nazdar Hadî Behlewî pirtûka xwe bi diyariyeke bedew surmekiriye û
bi dilovanî û hezkirin sipasnameyek bi rûmet têde bî cî kiriye.
Her û ha pêþgotinek dilsoz bi pênûsa nivîskar û helbestevana hêja Bêwar Ibrahîm Cihê xwe di dîwanê de girtiye.
Diyariya
wî bê guman ji hevjîna wî re ye, hevala êþ û azariyên wî ,sîbera vîn û
daxwazên wî û hevala rojên wî yên xweþ û nexweþ.
Ji Heyhan a delal re ye.
Ew
þêrejina ku bûye kopalê hezkirin û bargiraniyê di jiyana wî de, da
helbestevanê me hêza xwe bide ser û karibe armancên xwe bi serbilindî
bî cî bîne, bela bike û bighîn e xwendevanan.
Ev diyariya wî di cihê xwe de bû ,ez gelek pê kêfxweþ û þeydan bûm.
Belû ye kû helbestevanê me, bi hêza jinan bawere û mafê hevjîna xwe ji hezkirin, rêzgirtin û wefadariyê parastiye.
Hadî
di wîsgeya bîranînên xwe de hinekî radiweste û hevalê xwe yê
bejinbilind nivîskar û helbestevanê nemir Xelîl Sasonî bibîr tîne û
amaje bi pêvajoya hevaltiya 45 salan dike û mizgîniyê dide wî û dibêje:
Mitala neke keko barê min li erdê nemaye, dostekî dêrîn û resen
(Dilawerê zengî)yê ku bi dema xwe û bi hêza Pênûsa xwe ji min re bûye
alîkar û bi saya wî îro ev dîwan ronahî dîtiye.
Hadî bi dildozî
sipasdariyeke pir giran jê dike û Serkeftinê jê re dixwaze,her û ha ew
berdewam dike û spasiya helbestevan û nivîskar a hêja Bêwar Ibrahîm jî
bi coþ dike ,ji bo ku xwesteka wî bi cî aniye û pirtûka wî bi pêþgotina
xwe ya bedew xemilandiye.
Helbestevanê me yê dilovan û hestyar di
gelek pêvajoyan de derbasbûye ,lê ya herî giran û dijwar ew e,dema
kû di nav tariyê de lûs maye û têkçûna bajarên Kurdistanê , Efrîn û
Kobanî û yên din dibhîze.
Bê guman gava ronahî ji çavên wî dûrdikeve erkê çavên xwe davêje ser milê dilê xwe yê birîndar
êdî êþên wî gurtir dibin û birînên wî kûrtir dibin.
Hadî
Behlewî hestên êþên xwe dide alî û li bajarên birîndar diger e Wan
tevan bi peyvên xwe yên evîndar derman dike û bi hêviyên xwe yên germ
xelat dike .Azariya wan bi xwe re tîn e da ristek hûnayî ji wan janan
çêke û pêþkêþî hezkirên xwe bike.
Behlewî di pirtûka xwe de gelek gazînameyên balkêþ ji gelelk dilxwazan re rêkiriye û gelek helbest bi
navê helbestevan ,tekoþer û hunermendên Kurdistanê daniye, têde rave
kiriye kû ew resenên wêjeya kurdî ne,þehsiwarên Kurdistana me ne.Ji wan
tekoþeran û helbestevanan. M Mistefa Berzanî, Mesûd Berzanî Cegerxwîn,
Tîrêj M.Ehmed namî û Xelîl Sasonî, Seîd Gabarî û Dilawer Zengî Her û ha
hevalê xwe yê siyasî Ismaîl omer qet jibîr nekiriye.
Eger mirov
bixwaze bi hûrbînî li ser helbestên Hadî û kar û xebata wî di warê
zimanê kurdî de raweste,bê guman ewê pirtûkekê jê binvîse .Ji ber ku, ji
bilî ku wî di derya ya wêjeya kurdî de baþ melevanî kiriye û pirtûkxana
kurdî bi helbestên xwe xemilandiye, ewî gelek nifþên ciwana bi xwendin
daye , çi bi zimanê Kurdî be yan jî bi zimanê Erebî be.
Ez li vir
naxwazim dirêjtir bikim , min xwest ez kêfxweþiya xwe diyar bikim û
gurzek sipasî ji Kekê xwe Hadî re rêkim.Bi hêvî me ku ezê careke dî li
ser hevaltiya bavê xwe û bavê wî ,biaxivim ku encama wê hevaltiya wan ,
hevaltiya me yê îro ye .
Li dawî ez dixwazim bêjim ku Hadî mînakeke
berbiçav e ji bo wan kesên behremend yên kû dixwazin behreyên xwe
vejînin û pêþve bibin ,çi di ronahiyê de be , yan di tarîstanê de be
tenê ya giring ewe ku daxwaz û pabendî ji dil û can hebe.
Hadî deh salan di vê rewþê de ye, lê her ew di ronahiya wêjeyê de dijî.
Careke
din ez bi navê xwe û bi navê hevjînê xwe(Osman Osman) ji dil û can û bi
kêfxweþî Kekê Hadî Behlewî Pîroz dikim û Serkeftin û serfiraziyê jêre
dixwazin .Em gelekî bi karê wî þadîman û serbilindin ku wî di vê rewþa
ewarte de , di nav taristana jiyanê de û bi hevaltiya êþ û mitalan ,ev
helbestên bedew ,bi zimanê resen ji gele xwe re pêþkêþ kirine.
Em
hêviya tendirustiyeke baþ û temenek dirêj jê re dikin da karibe
armancên xwe bi cî bîne .pir hêjaye û pir pêdikeve ku ew þehsiwarê peyva
resen ya Kurdî be.
Sipas ji hemû kesên ku alîkariya wî kirine da kû ev rist a janên hûnayî derkeve Ronahiyê. Serkeftin û serfirazî ji gelê me re.