Lokman Polat
1 - ”PEYALÊN HAWMAYÊ: TA DAWÎYÊ; DAWÎYA SEMAYÊ”
Min di twîter û facebookê de gotibû ku ez ê derbarê van herdu pirtûkên ku bergên wan li jor in gotarekê binivîsim û binirxînim. Pirtûka birêz Ferhad Şîrîn helbest e û pirtûka xanim Keça Kurd ”JI SEMAYA BAWERIYÊ” nirxandin û şîroveya derbarê vê pirtûka helbestan de ye. Bi rastî dema min dît ku nivîskarek li ser pirtûka nivîskarekî din pirtûk nivîsiye û ew şîrove kiriye, gelek keyfa min hat.
Pêşî ez ê bi kurtî behsa pirtûka helbestan bikim û paşê behsa
pirtûka xanim Keça Kurd bikim. Navê pirtûka helbestên Ferhad Şîrîn
”PEYALÊN HAWMAYÊ: TA DAWÎYÊ; DAWÎYA SEMAYÊ” ye. Pirtûk di nav weşanên
”Ava” de li rojavayê Kurdistanê hatiye weşandin. Pirtûk 104 rûpel e.
Bergê pirtûkê bergekî hunerî ye, xweşik e. Tabloya bergî hunermend Zuhêr
Hesîb çêkiriye.
Pirtûka helbesta Ferhad Şîrîn bi ”Yasna” hejmar 9 a
di pirtûka Zerdeştê pêxember ”Avesta” de destpê dike. Hevoka yekemîn
hevokeke gelekî baş û xweş e, bala mirov dikişîne. ”Bîranîna te..min li
dora agirê sozdariyê radike semaya welatparêzî û zanînheziyê.” , ”..bi
germiya kurdîheziyê.” Ji bo peyva ”Hawma” ku navê xwe daye pirtûkê ez
çend gotinan bibêjim. ”Peyalên Hawmayê” gelek xwendevan dê zanibin ku
”peyal” çi ye. Lêbelê piraniya xwendevanan dibe ku nizanibin ”Hawma” çi
ye? Ji xwe kesên ku haya wan ji ola/dînê Zerdeştî tunebe û derbarê vê
olê de zanîna wan tunebe dê nizanibin ku ”Hawma” çi ye? Peyal qedeh e.
Sema dans e, leyistikeke folklorîk a olî û kevn e. Hawma jî çend wateyên
wê hene. Di lîteratura Zerdeştiyê de ”Hawma” navê Xwedê/a ye. Zazakî jê
re ”Homa” dibêjin. Hawma yan jî Homa digel navê Xwedê/a navê gîha û
vexwarinê ye. Navê gîhayekî pîroz e û navê vexwarineke pîroz e ku dema
mirov vedixwe mirov pê serxweş dibe, keyfxweş dibe. ”Hawmager” jî navê
meyxanevan e, sakî ye. ”Meyxane” cihê ku alkol, araq, mey, bîra lê tên
vexwarin. Meyxane peyveke tirkî nîn e, kurdî ye. Ev peyv di klasîkên
kurdî de hatiye bikaranîn. ”Derê meyxaneya işqê seher arif ziyaret kir.” Melayê Cizîrî. Berê
helbest, bi taybetî jî hinek helbestvanên kurd, erab û faris helbest bi
şêweyê ”Arûz” û bi kafiye dinivîsîn. Lêbelê di nav pêvajoya demê de di
helbestê de xwenûhkirin pêk hat, bi şêweyên curbecur helbest hatin
nivîsîn. Di heyama modernîzmî/nûjentiyê de nivîsîna helbesta
serbest/helbesta azad pêş ket. Helbestên helbestvan Ferhad Şîrîn
helbestên ”Arûz” nîn in, bi wezn nîn in, bi kafiye nîn in, helbestên
serbest in, azad in. Ev şêwe helbest (helbesta azad) di berhemên ekola
modernîzmê/nûjentiyê de hatine afirandin. Hevok û kîteyên di helbestê
de, çarînên ku hatine ravekirin, hemû jî xwedî naverokeke girîng in,
watedar in. Divê xwendevan dûr û kûr li ser wan hevokan birame,
bifikire. Wek mînak li vê binêrin; ”Îsotên wekî kizûra bêvila çavnebariyê tûj, di şewata kezebên bêhêvî de pê nexe.” Di
naveroka helbesta dirêj a Ferhad Şîrîn de, cih bi cih naverokeke
kurdîhezî û welatparêziyeke bêhempa hatiye ravekirin. Vebêjê helbestê
hezkirin, evîn û evîndariyê bi peyvên hilçinandî ên hunerî dagirtiye û
pêşwaziyê xwendevanan kiriye. Navê nivîskarê pirtûka helbestê,
helbestvan Ferhad Şîrîn heger nasnav be jî, navekî/nasnavekî gelekî xweş
e. Wî bi vî navê xwe ê xweş cihê xwe di nav eniya wêjeya kurdî de û di
nav helbestvanên kurd ên nûjen de girtiye. Navê wî, navekî evînî ye,
çîroka gelêrî a evîna ”Ferhad û Şîrîn” tîne bîra mirov. Di nav rêzên
helbestê de bi kîteyekê ev evîn weha tê zimên: ”Wekî dilê Ferhadekî dilgerm ji Şîrînê hez dikim. Lê ji dawîyan ditirsim.” Dawiya
evîna evîndaran bi tirs e, drama ye, trajedî ye. Evîna evîndaran naçe
serî, evîndar nagîşin miradê xwe. Drama û trajediya evîndaran ji dîroka
kevn ta îro didome. Dema min ev peyvên ku di nav helbesta dirêj a wek
destanê de hatine rêzkirin, ev peyv, hevok û kîtekîtên evînî xwendin,
min di dilê xwe de, di hiş û mejiyê xwe de got : ”Hezkirin, evîna
rasteqîn, evîna ji nav dil, ev e.” “Bi arê evînê sond dixwim; ku min ji te pê ve ji keseke dî hez nekiriye, û bi kesekê re, di sarbûna van şevan se, raneketime. çi gul ji te pê ve di bin balîfa bêxewiyê de neçiniye. Çi xewn ji te pê ve di xew û xewnerojkên xwe de nedîtiye.” Binêr rûpel: 71-72 Di
pirtûkê de tenê helbesteke dirêj heye, Ev helbesta dirêj weke
dastaneke lîrik û epîk bi naverokeke xurt hatiye ravekirin. Naveroka
helbestê curbecure û ev hemû cureyên cihêreng naveroka wê dewlemend
kiriye. Naverokên ku bi hestên evînî, welatparêzî, civakî
hatine hunandin, bi hunereke wêjeyî hatine xemlandin. Şêweyê hunerî û
wêjeyî ku di afirandina berhemê de hatiye bikaranîn şêweyekî nû ye,
nûjen e. Ev şêweyê nû radeya hunera wêjeyî a helbestê bilind kiriye. Di
helbestê de ravekirina biwêj, hevok û ramanên felsefî û herweha
vekolîna mijarên felsefî naveroka pirtûkê bi nirx kiriye, ew derxistiye
radeya asteke bilind. Bi min, li gor bîr û raya min helbesta
helbestvanê kurd Ferhad Şîrîn helbesteke modern/nûjen e. Di navbera
helbesta klasîk û ya nûjen de bi her awayî, bi taybetî jî ji alî ziman,
form û demê de cudahî heye. Li cîhanê pêşewayê helbesta nûjen Baudelaîre
û Rîmbaud in. Wan wek teşe û naverok helbesta nûjen ji ya klasîk cuda
kirin. Helbestvan Melarmê dibêje: “Helbest ji peyvan pêk tê. Lê, peyv
peyvên watedar in.” Helbestvan Valêry jî dibêje: ”Zimanê helbestê di
nav ziman de zimanekî taybetî ye, cuda ye.” Li cîhanê gelek însanên
helbesthez hene. Ji bo wan xweşî û girîngîya helbestê bêpayan e. Helbest
ji bo wan riya jîyanê ye, aramîya gîyan e, hunera hest û gîyanê însanan
e. Ew derûnîya gîyanê xwe bi saya helbestê ji tenêtiyê xilas dikin û di
hêla gîyanî de şad dibin. Gelek helbest di hêla felsefî û estetîkî de
hîtabê gîyanê mirov dikin. Lewre jî helbest dibe ronahîya hundirîn a
gîyanî. Li rojhilata navîn helbesta klasîk a ereban, farisan û kurdan
xurt e. Helbesta klasîk a tirkan tune. Helbestên ku di dema
Împaratorîya Osmanîyan de hatine nivîsîn bi farisî ne. Lê, helbesta
tirkan a modern xurt e. Ev xurtbûn jî bi saya helbestvanên ku ne tirk
in, lê bi tirkî dinivîsin. Herwekî Nazim Hîkmet bi eslê xwe Polonî ye.
Ahmed Arif kurd e. Helbesta kurdî ya nûjen li Kurdistana bakur hêj nû
gul vedide û ber bi kemilandinê ve diçe. Helbesta kurdî a klasîk hem li
başûr û hem li bakurê Kurdistanê gelekî xurt e. Lê, li bakur helbesta
nûjen qels e. Ez bi rewşa helbesta kurdên rojhilat baş nizanim. Ez
dizanim ku ya wan a klasîk xurt e, lê ya modern di çi rewşê de ye, di çi
radeyê de ye, ez nizanim, haya min jê tune. Helbesta kurdên Kurdistana
başûr û başûrê rojava –kurdên binxetê - baş in. Ji ya Kurdistana bakur
xurttir in. Li perçeya herî biçûk a Kurdistanê, helbesta kurdî ji
perçeya herî mezin a Kurdistanê xurttir û geştir e. Bi min, divê
nivîskarên kurdên bakur girîngiya afirandina helbestê li ber çav bigirin
û giranî bidin afirandina helbesta kurdî a nûjen li Kurdistana bakur. Di
pirtûka helbestên helbestvan Ferhad Şîrîn de, helbestvan wek qalib ne
tenê rêbazek, çend rêbazên wêjeyî û hunerî bi kar aniye. Di nav rêzên
helbestê de monolog jî cihekî girîng digire. Diyalogên ku tê de ne
rengekî din daye naverok û herweha mijara helbestê. Wek mînak; bav û kur
bi hev re di nav diyalogeke balkêş de ne. Pirsên mijarên felsefî jî di
nav hinek rêzên helbestê de hatine ravekirin. Biwêj û peyvên hilbijartî
ku di helbestê de hatine bikaranîn spehîbûn û dewlemendiya zimanê kurdî ê
wêjeyî dide nîjandan. Bi kurtî, helbest bi hest û ramanên girîng û
balkêş hatiye hunandin û hatiye pêşkêş kirin ji bo xwendevanên kurd. Didome. Têbinî : Ez ê di nivîsa berdewama vê nivîsê de behsa pirtûka Keça Kurd a bi navê ”JI SEMAYA BAWERIYÊ” bikim. ”JI SEMAYA BAWERIYÊ”
Lokman Polat
Min
di parvekirina Twîter û Facebookê de gotibû : ”Hêjayê pesnê ye ku
nivîskareke derbarê pirtûka nivîskarekî din de pirtûkekê dinivîse, wê
dinirxîne, şîrove dike.” Bi rastî jî hêjayê pesnê ye ku Keça Kurd li ser
pirtûka Ferhad Şîrîn lêkolîn kiriye, şerha wê û şîroveya wê kiriye û
derbarê wê de pirtûk nivîsiye. Pirtûka Keça Kurd (ku ew bi xwe
helbestvan e û zimanzan e. Pirtûkên wê ên helbestan û ya li ser ziman
hene) 77 rûpel e. Pirtûk li Almanya di nav weşanên ”Sersera” de
derketiye. Keça kurd di vê pirtûka xwe a lêkolînê de pirtûka helbesta
Ferhad Şîrîn şerh kiriye, nirxandiye, şîrove kiriye û di gelek waran de,
di hêlên curbecur de analîz kiriye. Pirtûk ji 5 beşan pêk tê.
Sernavên beşan ev in: 1 - peyva pêşî, 2 - pêlpêlokên dengvedanê, 3 -
rênivîs û rêzimana pirtûkê, 4 - pirs û bersiv, 5 - peyva dawî. Keça
kurd di peyva pêşî de sedemên nirxandin û şîroveya pirtûka helbestan a
Ferhat Şîrîn rave dike. Min pêşî pirtûka Ferhad Şîrîn xwend, derbarê wê
de gotara xwe nivîsî, dîtin û ramanên xwe anî zimên û paşê min dest bi
xwendina pirtûka keça kurd kir. Min dît ku di navlêkirin û şîroveya
pirtûka Ferhad Şîrîn de em bi gelemperî weke hev fikirîne. Min gotibû
helbesta Ferhad Şîrîn helbesta serbest/azad e. Keça Kurd jî heman tiştî
destnîşan dike. ”Nemaze helbesta azad ya ku îro ji nav hiş û sewdanê
nifşê nû rêca xwe diqelêşe, her yek jî bi hevrîşmê bîr û baweriyên xwe û
awayê ku ew dixwaze dihûne.” Rûpel - 5. Belê, ji xwe helbesta azad ev
bi xwe ye. Keça Kurd di analîza pirtûka F. Şîrîn de bal dikişîne ser
welatparêziya kurd û dibêje : ”Bêguman mirovê kurd î welatparêz, ji
rengê êş û jana bindestî peyvên xwe debax dike, wêneyek ji pirsgirêkên
vê serdemê li tevna helbesta xwe diçine…” Rûpel / 5. Keça Kurd behsa
dirêjbûnî û şêweya nivîsîna nûjeniya helbestê dike û wek rexne ”Mixabin”
dibêje; ”divê ez vê rastiyê jî bêjim ku di vê nivîsîna Ferhadî de,
rengê pexşanî, serdest bûye.” Di derbarê mijara zimên de, ew bi heq
pesnê F. Şîrîn dide û dibêje; ”Ew dilovanê zimanê kurdî ye.” Keça
Kurd di şîroveya xwe de welatparêzî û kurdewariya Ferhad Şîrîn aniye
zimên. Ji bo navê pirtûka Ferhad Şîrîn jî Keça Kurd dibêje : ”Ji pirtûka
Avestayê ev navê ha ”Peyalên Hawmayê” li pirtûka xwe kiriye. Keça
Kurd hevok, malîk ji helbesta dirêj werdigre û şîroveya wê dike. Ew di
şîroveya xwe de tîne zimên ku helbestvan bi van gotinên xwe ên helbestkî
xwestiye çi bibêje ango wateya naverokê diyar dike. Keça Kurd dibêje :
”Bêguman divê em ji bîr jî nekin ku, naveroka vê helbestê, naverokeke
welatparêzî ye û gelek mijaran ji pirgala civaka kurdî û rewşa bindestî
dipelîne.” Rûpel - 9. Ji bo hezkirina Ferhad Şîrîn ji welatê xwe re jî,
Keça Kurd dibêje : ”Perestgeha Ferhad, welatê wî Kurdistan e.” Keça
Kurd di pirtûka xwe de gelek baş û xweş şîroveya malîkên helbesta
F.Şîrîn kiriye. Mirov ji xwendina şîroveyên wê hîn baştir ji mijar û
wateya naveroka helbestê hayidar dibe, têdigihişe. Keça Kurd digel
şîroveyên malîkên helbestê di derbarê rastnivîs/gramer, rênivîs û
rêzimana pirtûkê de dîtinên xwe diyar dike û şîroveya peyvan dike. Ew
mînaka tîpa ”ê” ku hinek ji cînavan dûr û hinek pê ve dinivîsin mînak
dide. Ew li ser koka hinek peyvan disekine, li ser nêrtî û mêtîya peyvan
dîtinên xwe pêşkêş dike. Di derbarê/derheqê rastnivîsîn/gramerê de jî
dîtin û ramanên xwe tîne zimên. Keça kurd dibêje Ferhat tîpa ”ê” ji cînavan dûr nivîsiye. Mînak: ”..ez ê misoger bizanim… Rast : ezê misoger bizanim..(ezê) Di
nav nivîskarên kurd de, di tekstên nivîsîn de tîpa ”ê” bi du awayên li
jor ku keça kurd mînak daye tê nivîsîn. Mînakekê ez bidim. Ez ê biçim Ezê biçim. Bi
van herdu teşeyan têne nivîsîn. Li gor rastnivîsî, gramerî di zemanê
bê de tim ”dê” , ”yê”, ”ê” û ”wê”” cuda tê nivîsîn. Ez weha zanim. Ez
zimanzan, zimannas nînim, dibe ku ez şaş bim. Di pirtûka helbesta F.
Şîrîn de hinek peyvên kurdî ên kevn ku berê dihatin bi kar anîn lêbelê
niha di nav gel de nayên bi kar anîn hene. Ev peyvên kurdî ên kevn di
dema me de, di axaftina rojane de nayêne bi kar anîn jî, di klasîkên
kurdî de ev peyv hene û hatine bi kar anîn. Keça Kurd wek mînak peyva
”Fitrak” nîşan dide û dibêje : ”Fitrak: davik, dav û dam e. Li hin
deveran xefik jî dibêjin.” Melayê Cizîrî jî vê peyvê bikar aniye. ”Dizanim şehsiwara min xezalek wê di fitrakê bi cayê seydê seydê(nêçîr) ez bûma di wê fitrak û bendê de Çi hedî sed hezar can bin di fitraka hebîbî min Ku sed Cemşîd û Keyxustro xulam in ser de ê rê de dizane ku binî di bin vî binbanî de kûr û bilind nabe.” Rûpel 30. Hêla
pirtûka Keça Kurd a herî bi nirx û giranbiha hêla wê a ku li ser
yekoyek peyvan disekine, wan şîrove dike û derbarê peyvan de agahdariyên
girîng raveyê xwendevanan dike. Dema mirov şîroveya van peyvan dixwîne,
careke din dibîne ku zimanê kurdî zimanekî çiqas dewlemend e. Hinek
peyvên ku koka peyvê, orîjînala wê û di bikaranîna wê de ahengek cuda û
rengek cuda hevoksaziyê dewlemend dike, aheng û dewlemendiya zimanê
kurdî dide nîşandan. Wek mînak; ji xwe re li dengvedana van herdu peyvan
di nav hevoksaziyê de binêrin: ”Zengil” û ”Şûr”. Keça Kurd dibêje : ”Di
zimanê me de, ji dengê zengil re, zingezing dibêjin, ji dengê şûran re
şingênî û şingeşing dibêjin.” Rûpel - 34. Di mijara nêrtî û mêtîya
"zarok" de, Keça Kurd rexneyek neheq li Ferhad Şîrîn girtiye. Wê gotiye
”Çima Ferhad zarok kiriye nêr û mê. ” Çima neke! Zarok dibe nêr be û
dibe mê be. Zarok peyveke gelemperî ye û dikare nêr yan mê be. Zarokek
dikare keç yan kur/law be. Zarokên nêr jî û mê jî, keç û kurik jî hene.
Min ev rexne û şîroveya Keça Kurd rast nedît. Rexneyek şaş e û herweha
neheq e. Keça Kurd dibêje: ”Carekê nêr û yekê jî mê, şaş e. Di zimanê me
de nêrbûn ji xurtbûnê hatiye. Vêca ji ber ku zarok piçûk e; ew ne xurt
e, zayenda zarokê mê ye.” Rûpel - 40. Nêrbûn û mêbûn ne ji ber
xurtbûnê/xurtbûna zarok, ji ber zayendê ye. Ji bilî zayenda însanan, ji
bo tiştan, eşyan, tiştên xwezayî, dar û ber, ajal/heywan û gelek tiştên
din jî bi kar anîna cudabûyiyên nêr û mê hene. tişt, dar, ajal û gelek
tiştên din ji bo ku xurt in yan ne xurt in nêrbûn û mêbûna wan diyar
nabe. Navlêkirina wan a nêr û mê ne ji xurtbûnê ye. Xurtbûna ”derî”
tune, lê derî nêr e. Di beşê pirs û bersîv de pirs û bersîvên girîng
hene. Mijar û naveroka pirs û bersîvan hêjayê xwendinê ye. Peyva ”ol”
bala min jî dikşîne ku çima di şûna peyva ”dîn” de vê peyvê bi kar tîn
in. Gelo ”ol” peyveke kurdî ye yan ji zimanek din hatiye ketiye nav
kurdî. Di navçeya me de (Li Licê) min qet ev peyv nebihîstiye û nedîtiye
ku kesekî bi kar aniye. Lêbelê di kurdiya nivîskî de dihat û tê
bikaranîn. Ferhad Şîrîn di pirsek xwe de ku ji Keça Kurd pirsiye, dibêje
: ”hin dibêjin ku misilmanan peyva ”dîn” (a ku di erebî de tê wateya
”ol”) ji navê Diyana /ku navekî di Avesta de ye/ û kurdan jî peyva ”ol”
ji ”yol:rê” a tirkî birine.” rûpel - 65. Keça Kurd jî li ser pirsa
Ferhad Şîrîn bersîv dide û ew jî di bersîva xwe de dibêje : ”Peyva dîn,
peyveke kurdî ye. Devera Behdînan û Badînan, dibêjin ku peyrewên Zerdeşt
li wê deverê gelek hebûne û peyv jî ango bidînan (mirovên bi dîn).
Gelek şûnwar li wê deverê hene. Ku tê de rêbaza dînê Zerdeşt diyar
dikin. Eger em bi kurdiya îroyî wê peyvê ravekin, em dikarin bêjin ku
peyva dîn ji dîtinê hatiye, ango rast dîtine. Peyva înan jî, ango bawerî
pêanîn. Peyva (ol) ji tirkî tevlî zimanê me bûye…” Rûpel - 66 Bi min
jî divê di şûna peyva ”ol” de mirov peyva ”dîn” bi kar bîne. Pirsên
girêdayê tewandinê de jî di nav beşa pirs û bersîvan de heye. Wek tê
zanîn pirsa tewandinê jî pirsgirêkeke ku li ser gotûbêj tê kirin û
dîtinên curbecur ji hevûdu gelek cuda têne parastin. Di derbarê peyva
”zimanê zikmakî” de jî Keça Kurd dîtinên balkêş tîne zimên.
Di
beşê dawî a pirtûka Keça Kurd de wek peyva dawî di derbarê helbestvanê
ciwan Ferhad Şîrîn de gotinên watedar dibêje û pesnê xebata wî,
helbestnivîsîna wî dide. Keça Kurd dibêje : ”Zimanê ku Ferhad ev helbest
pê nivîsiye, zaravayê kurmanciya jorîn e. Û di asteke gelek xurt û
bilind, dûr ji têkelbûna peyvên biyanî (Erebî, Tirkî û Farisî)…bi
zimanekî xwerû û paqij…hatiye nivîsîn.” Ez behsa tevahiya şîroveyên
ku di pirtûka Keça Kurd de hatine ravekirin bikim dê nivîsa min gelek
dirêj bibe. Baştir e ku xwendevanên kurd van herdu pirtûkên hêja bikirin
û bi dor li peyhevûdu bixwînin. Min herdu pirtûkan jî xwendin, hûn jî
bixwînin.
|