Qado Žêrîn
Pižtî kêr giha hestî,
zikêžên demuqratî û mafê mirovan serî hildan.
Hemû welatên li der û
dora Sûriyê, ne tenê Israîl, dixwazin Sûriyê lawaz be, eger ne wiha ba, wê
xwedî li êž û azarên gelê Sûrî derketina.
Sê sal in, welatên der
û dor, Europa û Emerîka jî li bende bûn ku hemû terrorist, ji hemû welatan li
Sûrî kom bibin. Daxwaza Tirkiye jî ew bû ku gerîlayên pkk ji bakur û Qendîlê
dakevin û biçin li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bi cih bibin, belkû wê wextê êrîž
bê kirin. Me berê wiha gotibû, û waye wiha li ser xakê diqewime.
Žermek mezin e Daiž du
welatan dagîr bike, žerme ewqase sivîlan bikuje, û di dûv re Emerîka û Europa li
dij derkevin.(pižtî tirrê, kezî kurê), (pižtî baranê, ser ga cil kir).
Pižtî çar salan ji kužtina
rojane bi bermîlên rêjîmê yên teqîner, žek têde nîne ku Emerîka û Europa naxwazin
rêjîma Bežar birûxînin.
Ta rêjîma Bežar neyê
rûxandin, wê terror neyê tune kirin. Du sedemên tije dadmend hene ku rêjîm bê
rûxandin, alîkariya rêjîmê bi Daiž re, û kužtina sivîlan bi bermîlên mirinê û
çekên kîmawî.
Hin caran žek bi mirov
re peyda dibe ku Emerîka û Europa ne li dijî terorê ne, ew žek ne ji xwe ve hatiye.
Eger mirov li serkeftinên Daižê temaže bike, û çilo rojane li pêž çavên Emerîka
û Europa bi pêž ve diçe. Nimûne; ketin û pêžveçûna Daiž di ser Kobanî de, žeka
mirov mezintir dike.
Mafê mirovan û
demuqratî jî bihane ne ji bo rûspîkirin û bêtir parastina berjewendiyên
welatan. Daiž li dijî demuqratî û mafê
mirovan e, çimkî kî ne pêre be serî tê jêkirin, û mafên mirovan bi hovane tê
binpê kirin.
Eger Emerîka û Europa
rast dixwazin rêjîma Bežar birûxînin, ewê di 24 katjimêran de dawiyê lê bînin,
lê hîn Israîl lempeya kest vênexistiye.
Wiha diyar e ku wê
aramî qet neyê Rojhilata Navîn, jixwe ne di berjewendiya welatên mezin deye, taku
hemû pirsgirêkên herêmê yên dîrokî neyên çareser kirin, wek mînak pirsgirêka
gelê kurd û hemû pêkhatiyên din.
Li gor berjewendiyên
dagîrkeran û peymanên dîrokî herêm perçe-werçe bûye, û taku her kes negihê mafê
xwe wê herêm tije žer û kužtin be. Wiha diyar e ku rêjîmên herêmê jî sûdê ji
rewža heyî digrin, û kilîta çareseriyan ne di destê wan de ye, bêtir di destê
welatên mezin deye, û ew jî sûdê ji wan pirsgirêkan digrin.
Ya ku mirov matmayî
dihêle ew e ku, kurd ji nav hemû pêkhatiyên Rojhilata Navîn žerê Daiž dikin,
kurd bi tenê li ser xakê žer dikin û Hevpeymaniya Navdewletî li asmanan žer
dike. Çimkî kurd bê dewlet in.
Sedbare, taku gelên
herêmê bê biryar bin, desthilata xwe azad nebijêrin, wê herêm tije Daiž be.
06/10/2014
http://www.qadoserin.com/
|