Konê Reþ
Berî pêlekê bi helkeftina 63 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedrxan, min ronahî berda dor pêþgotina ku mîr Celadet Bedrxan ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn (Pirîsk û Pêt), re nivîsandiye. Hingê helbestvanê hêja Edib Çelkî li min vegerand û got: Rehmetiyê Qedrî Can pêþgotin ji vê dîwana Cegerxwîn re nivîsandiye.. Hingî ez mam heyirî, ji ber ev pêþgotin ji çapên nû yên vê dîwana seyda hatiye hilanîn û wiha ez li dîwana Seydayê Cegexwîn a orjînal geriyam, ta ku îro bi ser vebûm.
Min dît ku kekê min Edib Chalki rast dibêje. Pêþgotina sereke a vê dîwana seydayê Cegerxwîn Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsandiye û di rûpelê di pey re, di bin vê maþetê de Qedrî Can jî ev çend gotin nivîsandiye. fermo wek ku hatiye nivîsandin bixwînin:
CEGERXWÎN Û DÎWANA WÎ
Ji mêj ve, dîwana Cezerî û Mem û Zîna seydayê Xanî, ji meydanê kêm bû bûn. Heweskarên þeîr û edebeiyata kurmancî li wan digeriyan û bi dest wan ne diketin. Vê car me dî, ji niþkave, dîwana Cegerxwîn bi çapeke pir qenc kete meydanê. Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn dewsa ku Mem û Zîn û dîwana Cezerî vala hiþtine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de ziman û rûhê cenabê Xanî ê xurt û nezma dîwana Cezerî a ahengdar bibînin.
Cegerxwîn, pirsên biyanî jê pir ne xistine nav þihrên xwe, bi zimaneke sade û selis nivîsîne.
Qîmeta þehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zimanekî þêrîn û þe`bî tewþ bûn û zerera wan nîþan kiriye.
Ez ji þairê me î þe`bî re pêþveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baþ hêvî dikim.