Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



belavokźn partiyan: Rewža Dijwar ū Gelź Zindī ū Pźdar!


Rozad Elî/Desteya sernivîser*

Babelata pir giran a qeyrana Sûryê, hemî aliyên jiyana welatiyan daye ber xwe. Ji pariyê nên û dilopa avê de bigire û ra bigihê warê ewlehî û jiyana mirov.
Di warê aborî û jiyana mirov de, roja îro li piraniya deverên Sûryê, hertižtek li bazarê li gora buhaya Dolar tê kirîn û firotin. Ango tižtê ku berî qeyranê bi 50 L.s bû, ew niha bûye dora 350L.s. ango tižt heftaq buha bûye.
Li aliyê din, û li ba piraniya pir ji xelkê me, qezenc û dahatî(warêd) jî pir zêde ne bûne. Eger mirov karmendê dewletê be, bûye bêtirî sê salan mihaneya wî zêde ne bûye. Û eger pîžekar be, rewža xirab a kar, û bazara guhêzok û nerawestî jî li ber çava ye û wî dixe bin dijwariyên giran.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Salvegera Yekź ya Babelata žengalź


Rozad Elî/Desteya sernivîser*
Sal: 2014, mihe: 8/Gelawêj, roj: Yekžem, cih: Žengal. Li wê rojê dîsa hêzên hov û rež ên ku bi sexteyî doza Îsalmtiyê dikin, ala wê radikin û di bin navê Xwedê û Pêxember de  ferman û babelateke giran bi ser gelê me yê Kurd de rakirin, êrižeke mezin bi ser Žengala xopan de rakirin. Vê carê ew bêtar û babelat ji para Kurdên Êzdî bû û mîna fermana 74an di dîroka Êzdiyetiyê hate tomarkirin.
Di wê rojê de, terorîstên  Rêxistina Dewleta Îsalamî ku bi DAIŽê tê nasîn, hêrižeke berfere birin ser navça Žengalê, gund û bajarên wê dagîr kirin, û bi deh hezaran ji xelkê Žengalê mal û warên xwe berdan û koç kirin, bi hezaran jî jin, mêr, keç, xor, biçûk û mezin hatine girtin. Ji wan bi sedan hatin kužtin, dor pênc hezar mirov jî ta niha windayî ye û çarenûsa wan ne diyar e. Dor du hezar keç û jinên ciwan jî mîn malxosibiye hatin birin û li bazarên bajarê Mûsilê û Reqayê bi peran hatin firotin.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: ENKSź.. Rexne ū lixweveger!?


Rojnama Newroz *

Li ber bilindbûna dengê tevgerana gelê Sûryê, Encûmena Nižtimanî ya Kurd li Sûryê li dawiya sala 2011ê hate damezrandin. Girêdana kongireke netewî kurdî û avakirina lêvegereke siyasî ji kurdên Sûryê re, daxwaza gelê me ya kevin, rewa û pir pêwîst bû. Em zêde nebêjin, lê ew ji salên nodî de ji sedsala borî, ji Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd re armanceke sereke bû. Loma jî rola PYDKs, ji gava destpêkê de di avakirina ENKSê de çalak û balkêž bû.
Dema ku ENKSê hate avakirin, û hemî partiyên tevgera kurd û pêkhatiyên civakê lê beždar bûn, hêviyên mezin li ba gelê me çê bûn, xelkê me li dora wê civiya û mîna nûnerê xwe yê siyasî pejirand.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Li Sūriyź!.... Ēar Salźn Xwīnī !


Rozad Elî *

Çar sal derbas bûn û gelê Sûryê li pêž çavên civaka navnetewî di xwîna xwe de digevize. Žerê navxweyî ter û hižk daye ber xwe dižewtîne û welêt serûber wêran dike.
Li gora amarên dezgehên navdewletî, di van çar salan de dora 300 hezar mirovên Sûrî hatine kužtin. Jê derdora 225 hezaran kesên sîvîl û çekdarên rikberê ne, û dora 75 hezarî jî ležkerên dewletê û milîsên pê ve girêdayî ne. Amar didin xuyakirin jî ku bêtirî milyonek kes birîndar bûne, û rêjeyek bilind ji wan ketine rewža kêmendamtiyê û pêdviyên taybet jê re gerek in.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Carek din NEWROZ Bi xwendevanźn xwe re ye


Desteya sernivîser/Rêberê Silîvî *
   Ev derdora çar salan e ku welatê me Sûriyê di rewžeke zor taybet û awarte de dijî,  navnîžana wê žer, pevçûn, kužtin û golên xwîna mirovan û wêrankirina gund û bajaran e. Li hêlekê, bi hovîtî û žêweyekî kesnedî, li ber çavên žaristaniya cîhana modern û demokrat, termên zarok, jin, pîr û kalên xelkên Sûriyê bi sedema bombebarankirina top û bermîlên teqîner ên rijêma har a destbixwîn, di bin kavilên wêrankirî de têne vežartin. Li hêla din jî, gelek mirovên bê sûc û bê guneh ên ji vî žêweyê mirinê reha dibin, li ser destê çeteyên terorist rastî recimkirin û serjêkirinê tên!. Ji bilî koçberbûna dora nîvê nižteciyên Sûriyê li hundir û derveyî welêt.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Ka Gelź Xwe Dilniya Bikin ! *


  Diyar Ehmed

Wek tê zanîn gelê kurd ji demeka dûr ve dibin nîrê sitem û zordariya dagîrkerên kurdistanê de hemû rengên derdeserî û ežkenciyan kêžandî ye . evî gelê merd di dîroka jiyana xwe de ne tenê barê sitem û zordariya wan rijêmên dektator û xwînmij hilgirti ye.
lê belê tožî gelek sîyasetên rêbazker yên regezperest û žovînîzim hatî ye û herweha ji xêr û xwežiyên welatê xwe yên zehif û giranbûha bê par ma ye.tucarî di jiyana xwe de pižtrast ne bûye û rojên rehet ne dîtiye, her û her bi tirs û pirsan re serê xwe daniye, ne žav û ne roj dilniya ne bûye.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: ŽOREŽA SŪRIYŹ Ū ASOYŹN LI BENDEWERĪ


SERNIVÎSA (DENG)

Žoreža sûriyê mežîna xwe yê ažtî berdewam dike, û di gel hunartineke mezin de berve armancên xwe nižtimasnî, camewarî yên filaz dere, û her roj girdibe, tevî ku rijîm bi amîrê xwe yê ležkerî û ewlekarî riyeke tekane ji xwe re dibîne û dižopîne di danwistandinê xwe de bi astenga sûriyê re,..ta ku bêtir can û gana bibrçiqîne û kužtinê bike di nav kal û jin û zarokan de û qedexkirina rapervanan bi birînkirin û wîlkirin, û girtin tevlî kužtinê têla qedexkirinê bêtirdibe tivî ku hin piroj û têkdarên ažtiyê li meydanê têne rêxistin,..

Bixwīne...

belavokźn partiyan: DOZA KURDĪ DI NAVBERA DESELATŹ Ū DIJBERŹ DE


  SERNIVÎSA DENG  *

Li çendê salên borî de doza kurdî dima girava hiža žovînizmê, gelê kurd hemî nehameta zora netewî têde dikžand, û hemî žêweyên tinebûnê,..ta mafên xwe yên asayî..weke mirovan berî herî tižtî ( netewî, nižtimanî ), û di derheqa wî de siyaseta erebkirinê hate rahatin, tevlî kižandina nijadiya sûriyê ji pir kesan, yanjî bayaxkirina wan ku rûnižtvanin ji qorê dudiyanin,..herwisa li nik siyasetên awarte hin di jî ..  û hemî zagûn û pirojeyên nijadperestî yên ku ji hendanê wane dadixîn, û rê li pêžiya wan dibire.. li sere wan e bikarhatin, û herwisa jî mina hemi pêkbînên di sûriyê de hatin qedexkirin û kužtin, û ji azadiya gižane qedexîbû…

Bixwīne...

belavokźn partiyan: EV ĒI DĪDARĪ YA RAWŹJE YE…??


  sernivîsa DENG *

Tê nasîn ku ji her hevpeyvînekê re wek ku ji her bepirsên civakî re, hin çand e û têgehî û derbestên xwe hane, û pižt re hin armancên bingehî yên bežgeke di navbera hevpeyvînan de, mebest jê ku pêgînin wan armancan yan jî bi cihbînin di riya dadmenkara zimanê vac û hižê, dûrî xêlibûn û zorkariyê, pêkanîna hin armancan ciyê vehesiyê be ji gižan re, û tebatiyê bide di riya bîrbaweriyan re, mebest jê rahêja dudiliyê û netebatiyê ji dilê hemiyan, ji ber ku mebest û armanc yeke sebareta civaka sûriyê re..

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Sūda ēźkirinź ēiye? ger ji vacak sitimkariyź de peyda dibe..?


Sernivîsa DENG

Ji nîvê avdara borîde û ta nuha, meydana sûriyê rewžek ji kelek gelêrî dîtyarî dibîne, li dirêjiya robara welêt beladibe, ji ( derayê ) ta parizgeha hesekê( cizîrê kurda ) derbasdibe di piraniya gund û bajaran re,..dernewên wê ažkere dibin di žêweyên mehnedanên žarewanî û raperînên ažtî yên ku hemî zagûn û rîdar wan e diparêzin, ta rîdarê welêt..wek ku mafek millîye ji rûnižtvanan re.. ev mehnedanên yên ku derdibin ji nehametên gelêrî,

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Xwendinek li dor būyerźn Tūnis ū Misrź


  Dîmoqratî kurdî – hejmar 29

Di 1/12/2010 an de , û berî bûeyrên Tûnis û Misrê , Rojnama ( Dîmoqratî ) nameya vekirî ya ku Mamoste Hemîd Derwîž ji bo serok komar re žandibû belav kir , di wê nameyê de rewža karesetî ya ku herêmên kurda gihažtiyê de bi sedema siyasetên žovînî û pilanên nejadperstî û ziwahiyê .. û wê nameyê xwest ku destpêžek ji serok bê da sînorekê ji vê rewžê re deynê û çareseriyekî ji dozên welat re bên dîtin ..

Bixwīne...

belavokźn partiyan: ji kongira ēavdźr ya partiya baes ya deselat. ēi jź tź bīnīn..??


   sernivîsa (DENG) *

Nas e ku partiya baes ya deselat di derheqa hin kareyên- kirdarîža ye  yên girîngtirîne ji bo ku kongira xwe ya alîkî ya yazdemîn di heyvên hindik de li darxe, ya divebû ku di meha cehzeran ya berê de biba,..ji ber ku bêtirî pênc sal û nîv di ser kongira dihan re diborin li gor rijîma hundir ya wî, û derengiya wê tê – li gor goteka serpêžiyên wê- ji bo tewakariya wî ji hemî aliyan de ta serkeftin mebesta wî be bi hemî pîfaran çi siyasî û çi rêxistinî bin,.ta jî gorînên rêzanî yên bezok di derdora herêmî de, û ya jê dûrtir,..bide ber çav, ta serenavin di yên mezin jî …

Bixwīne...

belavokźn partiyan: dawīna jimarź…ū hźviyźn millī


sernivîsa DENG *

Nas dibe ku dem di pêwendiyek herdemîdaye, ji ber ku her dumekek hatî di berê de werdibe, çimkî ewa ne endazgira demê ye ya zanyariye, ema pežk û nivbir bi xwe ji çêkirinê ademîzada ne, di piraniya caran de alikariya bîrê dikin di pend û fêran de, yan jî wan nivbirên çêkirî dikin estûnên vehesiyê, yan jî dawîneya jimarê..yan jî bibin sedemek ji siknandinê li ser girêkên žasitiyê, mebest jê rasteqîniya wan û ta rast e kûrbibin, û bên çespandin, yan jî hin hêvî û armanc bên damezrandin û bên cihkirin, û ji vê derperînê de tê dîtin ku em di di estûnek nuhda ne,..salek xatirê xwe ji me dixweze, û salek bi aldaran tê tevlî çareseriyan, û li vir dawîna jimarê ji 2010 an re tê, û hêvî dicivin bi gežbûn li pêžwaziya 2011an de.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Li aliyź rasteqīn


Dimuqrati *

Dema ku teqezkirî be ku siyaseta zordariya netewî a ku bingeha wê ji ramanê regezperest derketiye ku li ser newekheviya netewî avabûbe, ya teqeztir jî ew e ku mež bi aliyê wekhevî û dijîtiya newekheviyê di navbera welatiyan de li ser bîrûbaweriya mafên hemwelatî ên wekhev, û bicihanîna çareseriyan ji dozen nižtimanî re, divê ku ew jî bi helwest û raman û siyasteke rasteqîn destpê bike.
Û ji vê giringiya daxuyaniyên ku berêz serokê komarê dabûn tê, ew daxuyaniyên ku têde dozeke giring rakiribû, ew jî doza kurdî ye, ji ber wê partiya me yekser daxuyaniyek belav kir têde pižtgirî xwe dide vê helwesta nižtimanperwer û wêrek û ketwar.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: ĒAREYA DOZA KURDĪ DI KIDERŹDA YE..?


  Sernivisa DENG *
  
nasîn ku gelê kurd di sûriyê de hatiye girêdan bi hemî pêkbînên civaka sûrî, çi netewî, olî, rêzanî, dibe..û beždariyek dikovanî( dilpakî) kir di hunertina rewža jiyandin, û kirdara(tîžana) bi hev re di destpêka sed saliya borî de, û bi taybet pižtî ku sînora nav welatî hate nîgarkirin di hermê de, riya peymana seykês-bîko desala 1916an de, û di encama ev kirîdarê han de hevîrek žarazanî pêdabû, di riya hin qonaxên têkožîn çarenûsî re..

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Ramanź regezperest di riyek girtī de ye


  Dîmoqratî kurdî – hejmar 22

Tevî xurtbûna siyasetên žovînî û bizavên awarte di derheqa miletê kurd de, ev siyasetên ku dibin bandora ramanê newekhev û regezperest de ava bûbûn, armanca wan lidij hebûna netewa kurd bû û rakirina taybetmendiyên wê, di riya bikaranîna siyaseteke zordar û girtina mafên mirovane û medenî… lê tevî wê jî van siyasetan nikarîbûn armancên xwe bighînin serî, û tevî wê jî miletê kurd ma xwedî hebûn û xwedî nasnameya xwe ya netewî, û hestê netewî xurt bû, û bi xêra rola tevgera siyasî a kurdî û asta siyasî a bilind li cem civaka kurdî, weke xuya dibe îro roj ku hemû bizavên tunekirinê negihižtin serî, û dibin siya pêžketinên navdewletî û herêmî û nižtimanî de di roja îro de ne mumkine ku ev siyaset berdewam bibin.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Di bīranīna 53 saliya damezrandina partiya me de


  Sernivîsa Dîmoqratî *

Di salên pêncî ji çerxa bûrî de, partiya me bi destê nifžekî bijare û zana û bîrewer û hate damezrandin, ev nifžê xwedî bîr û baweriyên siyasî ne tenê li ser asta miletê kurd belê li ser asta tevaya welat, ev nifžê ku bingeha programa siyasî a partîyê danîn pižtî xwendin û lêkolîneke berfireh  ji rewža welêt re.
Li ser vê bingehê serkirdayetiya partiyê programa xwe siyasî bi hûrbînî û derekî (Medûî) danîn, dûrî pêwindiyan û hestên netewî ê teng, û li ber çav danîbûn berjewdiyên miletê Sûrya bi tevaya pêkhatiyên wê ê netewî û olî û siyasî, ev mletê ku doza jiyaneke dîmoqratî rasteqînî dike ku têde azadiya nerîn û derbirînê hebe.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: bila ev siyaseta zordar dijī lawźn civaka sūriyź raweste (bisekne )


  Sernivîsa Deng *

Ji xwendinek tenahî ji rahatên"têkarên" rijîma qedexkar re, û nemaze di salên dawiyê de di derheqa civaka sûriyê de, bi hemî reng û ževengên (kesoyên) rêzanî, çandî, û civakî( bêyî kesên ku li ser wan têne hejmartin) tevî siyasetên regezperestî di derheqa gelê kurd de yên ku ta niha û ji dehê salan de berdewamin,..ažkereye ku rijîm ev rewža han bêtir berve astengiyê dajo,. carekê girkirina pêkbînên netewî dijî hev,.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Roja 22 ī nīsana 2010 an roja bi dawībūna /15/ salan ji jiyana rojnama NEWROZź ye *


  Memê Alan

    Bi boneya roja rojnemevaniya kurdî, Rojnama Newroz û Yekîtî ževbuhêrkek, bi beždariya gelek rojnemevan, nivîskar, rewženbîr û zimanhezan li dar xist. ževbuhêrk bi kêlîkek bêdeng li ser giyana canfîdayên rojnamegeriya kurdî û peyva azad dest pê bû, pižtre gotinên herdu rojnaman hatin xwendin, û pažê jî, nirxandinên devkî û nivîskî yên beždaran ji rewža rojnemevaniya Kurd re  li Sûriyê, û herweha pêžinyar û têbînên wan ji herdu rojnaman re, ew žev dewlemend kirin. Vaye emê li jêr gotina Newrozê pêžkêž bikin.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Tevgera kurdī di navbera bźdengī ū xemsariyź de *


Zagros cizîrî

   Di van çend salên bûrî de û bi taybetî di van salên dawîyê de ,hindek aliyên tevgera kurdî li Sûryayê ,bi hindek bizav û çalakiyên berfireh rabûn bo çalakkirina doza kurdî li rojavayê kurdistanê ,û bi vê çendê tevgera kurdî, bû jimareyek û  yarîkerekî bi hêz di terazûyên siyasî de û serhildana 12 adarê bû fakterê bi hêzbûna pêge milletê kurd û tevgera kurdî , lê eve bêhtir ji salekîye û roj bi roj tevgera kurdî li rojavayî kurdistanê ya di pažgeziyê deye û rewža  wê ya kambaxtir û lawaz  dibê ,û di çendîn buyer û pêžhatan de ya xuya dibû ku tevger hêžta ne amadeye û nejî di astekî deye ,ku bi rola xweye berê bilehîzê û rabibê

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Careke din Newroz bi xwīnź tźte avdan *


  Ismaîl Hemê

Komkujiya bi destê hêzên sayižê di Newrozê de li dijî millet me li parêzgeha Reqa çêbûye, û di encamê de du xort žehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, ne bûyerek awarte ye di dîroka pêvajoya tund û tîjiya rêjîma Be`is de. ev ne cara yekemîne ku žahiyên newrozê bi xwîna xortên kurd rengîn dibe, û tewankarî bê lê pirsîn û lêkolîn derbas dibe, û raya cîhanî ya gižtî li hember wê tewan kariyê ker û lal dimîne.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Bźyī darxistina kongira nižtimanī nabe!!


  Nerîna Dîmoqratî

Di dawiya sala bûrî di 20/11/2009 encûmena gižtî a Hevbendiya Dîmoqratî kurd li Sûrya civîneke berfireh li darxist, bi amadebûna kesayetiyên nižtimanperwer û serbixwe, û di vê civînê de pirojeya xwe ji bona avakirina lêvegerek kurdî li Sûrya ragihand.
Ev pirojeya ku gelek guftûgo li ser çêbûn di hersê salên dawî de, û em dibînin ku giringtirîn babet têde ew bû ku lidarxistina kongirek nižtimanî kurdî bi tevlêbûna kesên serbixwe û nûnerên partiyên kurdî tevda, û di riya vê civînê re bingehên li darxistina vê kongirê hate ravekirin û çawabûna bi pêkanîna wî.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Kongirź žežemīn yź partiya me hate girźdan


  Ismail Hemê

Cara yekemîne di dîroka tevgera kurd di Sûrî de, kongirê partiyekê di be cihê balkêžiyê û lê pirsînê wek ku kongirê žežemîn ê partiya me partiya Yekîtî ya kurd li Sûrî, ku pir piropagenda û nivîsandin û guftûgo li ser çêdibe, çi ji hêla pesindanê, û çi hêla rexnê û ne razîbûnê de. Eger ev nîžana tižtekî be ew bê guman nîžana giranî û giringiya vê partiyê ye. û gerek ev rastiyeke ronak be ji hemû çavdêr û kesayetiyên ku pêvajoya vê partiyê di žopînin re.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: ti nare nīn e ji van rijīman re bźyī ( bźvī ) ēareseriyek demoqrati, ū dadayī ji doza vī gelī re


Sernivîsa deng *

Bê guman û li gor vacaya hiž ya ku tê nasîn, ku nakokî (dijberî ) ji berê de û ta nuha jî, û di herdemiya xwe de, pareke ji sirûžtiya têkiliya di nav bere civaka da ye, yan jî dibû û dibe ji bingeha pêvejok û pêžketina civakî û ramyarî, lê ya xwe kužtinî, û lêdana birakujî di nav gelan de, û nemaze ya hundirî dimîne ji wan kareyên ku kiryara pêvejokî ji gelan re kudike, yan tevirê ku welatan hildiwežîne, nemaze ku ew nakokiyên han bên zorgan ji aliyê hin hêzên derve, û vêre jî pir dîmenên ne xwež derdikevin meydanê çi karkiz dibe û çi têror dibe, destpêdike û dawiyê xwe jî ne bêliyê,

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Avakirina lźvegereke kurdī.. giring e ū mumkin e


  Despêka rojnama Dîmoqratî kurdî 14

Li ser vexwendina encûmena gižtî a Hevbendiya kurd li Sûrya, civînek di 20/11/2009de li darket, bi beždarbûna kesên serbixwe û nûnerên bizavên civakî ji gelek deveran, û têde projeya encûmena gižtî li ser avakirina lêvegereke kurdî di riya kongreke nižtimanî hate ragihandin.
Û tižtê giring ê ku di vî karî de diyar dibû hezkirina bêhempa li bal beždaran di beždarbûnê de ji bona bikaranîna vî erkê netewî ê mezin, û ev yek rastiya ku beždarkirina kesên serbixwe di nava Hevbendiyê teqez dike û bi serketî bû, û ew bizav dibe ku pêžbikeve û tevlêbûna kesên serbixwe di nava wê de ne zehmete.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: EV SIYSETA HAN…NE BI DIRŹJIYE


  sernivîsa DENG (109)

 Bê goman ku her rijîmekî siyasî, sirûžt û ramyariyek xwe heye, û žêweyek danustandinê,yan riyek têkariyê teve derdorên siyasî heye, lewra jî siyaseta rijîmê di welatê me de sûriyê, maxakan û taybetmendiyek xwe heye, têde lez û bezek mezin heye ji ber ku herdem di gewrînê daye di žêweya xwe de ya dan û wistandinê bi piraniya dozan re, çi di hundir dabe, û çi di derva da be, yan tevlî aliyên siyasî, yan olî yan netewî be, çi ereb dibe, çi kurd dibe, yan hinek din dibe..h w, ti cuda tê tineye bi qaserî ku ev ton žêweya têkeve xuzmeta rijîm û arastên wî, xuya dibe ku ( rijîm ) ti têkana yekber li ser helwestekê yan nêrînekê malkan nake,

Bixwīne...

belavokźn partiyan: ew bi xwe žažtiya deselatźne?..lź ewane siyaseta rijīme ne..?


  (DENG) *

nasîn ku deselat li her welatekî, deselatek bikaranîna yeksere, û lê tê hildan erk û xemxur û pirsiyarên yên ku berjewandiya rûnižtvanan perwerdedike, û dikare ji bo jînkirina hêzin mirovane, û dahatên aborî, mebest jê pêvajok û pêžxistina welêt be, û sirûžte ku her deselatek taybetmendî û riyek xwe hebe.. ta karên xwe pêkbîne di hemo çalak û karan de, û di hemo rewž û bergan de, û bi xwe pirsiyare ji ber žažbûnên xwe de, û ji ber her kêmkasiyekê de li pêž alî û dezgehên ku pêve tên girêdan, û her wihajî ku pîvanok tewrî pêwîst yê karê her deselatekê pê tê nirxandin,
ewe ku karibûna xwe ji pêkanîna pirogramê xwe re yek bi yek, û karibûna din berve livjîneke ortbira aborî de

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Malperźn kurdī ū navźn sexte


  Dimuqratî kurdî 11*

Weke zanistên rojava di gotin ku dunya dibe gundekî biçûk, wisa diyare ku bi rastî jî di riya têkiliyên internêt û telefonên bê têl dunya dibe hemû bajarokekî biçûk, ku her kes dikare zû bi zû binase çi li dunyayê çêdibe û li ku û kengî. Wisa ev zanista han çaxê xwe bera piraniya deverên dunyayê da, û îro ro welatê rojhilata navîn jî vê zanistê bi kar tînin.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Tevgera kurdī..bi binyade ū bi roleke dīrokī radibe


  Dîmoqratî *

Her û her žovonist dimînin li ser bikaranîna žêweyê xweyî  naskirî di bi karanîna siyaseta  kevneperestî û nijadperestî li dijî doza kurd, ji ber wê ew berdewame di žerê xwe de li dijî tevgera kurd, di riya tawankirina wê bi tawanên neheq û da wêneyek xerab li ser vê tevgerê pêžkêžî  raya gižtî  bike.. û ji dehê salan de tevgera kurdî aramanc bû ji bizavên berdewam da wê lawaz bikin û tevliheviyê û per çebûnê di nava wê bi cih bikin, û gotin belav dikirin bê rawestan ku tevgera kurd ji hev ketiyê û perçebûyî ye ...ta gihižte di vê dema dawiyê de gotinin derdikevin holê  ku tevgera kurdî divê tune û bi dawî bibe..! ê ku bi dû hinek nivîsên hinek ji nivîskarokê kurd  keve, wê vedenga van gotinan jê derbixîne.

Bixwīne...

belavokźn partiyan: Ristikek ji 52gulan pźkhatī Di stuyź tevgera kurdī li Sūriyź de!


  Rêberê Silîvî
 

   Bi hatina roja 14ê Hizêranê, 52 sal ji temenê tevgera me ya Kurd li Sûriyê kuta dibin û ew derbasî pêncî û sê saliya xwe dibe. Bêgomane ku demezirandina Partî Demokratî Kurdistan li ser destê hin kurdperwer, rewženbîr û xemxurên gel û welat di wê roja bi nîžan ji sala 1957an de, ji ber gelek sedeman, gavake dîrokî, giring û Pîroz bûye. Gelê me yê Kurd li seranserî heremên xwe yên dîrokî, çi li Çiyayê Kurmênc, Kobanê yan jî li Cizîrê, rêxistina xwe ya nûhatî hembêz dike, di dil û çavên xwe de wê diparêze û hemî egerên jiyan û pêžveçûnê jê re amade û pêžkêž dike.

Bixwīne...

X

Helbest