Abdullah ÎMAM
baveroni@yahoo.com
Piþtî bîst û sê salan ji koçberbûnê, nave navdarê kurd Yulmaz GUNEYÎ hîn li ser zimanan e, û stêra wî di asimanê Kurdistanê û Cîhanê de hîn þewqa xwe dide rêya nifþên ayîndeyî .
Di vê gotara kurt de min xwezt Yulmaz Guneyî bînime bîra xwendevanên hêja , çimkî koçberbûna wî dikeve vê meha Êlûnê berî 23 salan .
Yulmaz ji dayika xwe bû di yekemîn roj de ji meha Nîsanê , sala 1937 z . di malbateke xizan de , li Bakurê Kurdistanê , devera Edenê , gundê Yenicê , û bavê wî yê ku karkerekî çandinîyê bû , ji eþîra Zazan a ku li devera Mûþê cih digire . Malbata wî ji Mûþê hatibû bidûrxistin piþtî þerê desaleta Turkiyê li dijî kurdan , di dema seroketiya Mustefa Kemalê Ataturk de .
Piþtî ku temenê wî bû 16 sal , Yulmazî dest bi naskirina rewþa milletê xwe kir , û hêdî - hêdî têgihêjtina wî ya polîtîkî bilindtir bû , dema ku dest bi nivîsandinê û xwendina giþtî kir û bala xwe kiþande Sînemayê .
Piþtî sala nozdemîn ji temenê wî , Yulmamzî navê xwe kir « Guneyî » li þûna «Boton » , û ev navê nû yê ku bi zimanê kurdî bi wateya belengazî dihe, nîþana jiyana wî ya xerab û bêþahî bû .
Sala 1960 î , xwendina zankoyê bi dawî kir û bekeloryosa zanyariya aborî û polîtikî hilgirt , paþê jî lîse ji kulîja mafan hilgirt .
Girtin û zindan bûne beþekî di jiyana Guneyî de ji sala 1961ê de , û wî nivîsandina xwe berdewamkir di hundirê girtîgeh û zindanan de .. di wan salan de bû ciwanê yekemîn di perdeya sînemaya turk de , ji ber piraniya wênegirtin û leyiztikvaniya wî di fîlmên sînemayî de . Û di sala 1965 ê de dev ji sînemaya bazirganî berda , û berê xwe da sînemaya ciddî .
Sala 1968 ê , dest bi derhênana sînemayî kir , û di sala 1970 de jî hate girtin û çar salan di zindanê de ma , û bi neamadebûna wî bihtirî sed sal zindan jê re hate pejirandin ji dadgehê de . Û di sala 1981 ê de ji zindana « Sparta » yê reviya û derkete derveyî Turkiyê . Û li Parîsê ( paytexta Fransayê ) karekî giring kir , ew jî damezrandina instutiya kurdî. Di gel çend hevalên din.
Di sala 1983 de , deselata Fransayê daxwaza Turkiyê erênekir, û bi vî rengî Yulmaz li Fransayê ma û nehate spartin bo deselata Turkiyê.
Koçberbûna wî ya dawîn di nehê meha Êlûnê Sebtemberê sala 1984 ê de bû , li nexweþxaneyeke Parîsê , û hate binaxkirin di goristana ( Gewreyan – Mezinan ) de , çimkî hukûmeta Franþî lê niherî wek lehengekî þoreþa Cîhanê û wek xebatkarekî ji bo azadîyê û li dijî sitemê.
Guneyî lehengê bihtirî þêst filmî bû di navbêna salên 1959 – 1973 , û beþdarbû di nivîsandina sînaryo û derhênanê û leyiztikvaniyê di bihtirî pênce filmî de .. û wî 18 xelatên cîhanî hilgirtin di leyiztikavaniyê û derhênanê û sînaryoyê de .
Bi mirina Yulmaz Guneyî gelê Kurd , û gelên Cîhanê bi tevayî , mirovekî mezin û xebatkarekî dilsoz biderdan. Loma navê wî kete lîsteya nemiran , û cihê wî bû ferehtirîn buhiþt .