Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Encamên pêþbirka kurteçîroka kurdî

 


Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêþbirka kurteçîroka kurdî.

Di ahengê de, lîsteyeke kurt ji sêzdeh çîroknivîsên kurd yên ji deverên cuda cuda yên Kurdistanê hate ragihandin, û di nav de sê serkeftiyên pêþîn ku bi xelatên darayî hatin xelatkirin: serkeftiyê yekem Salih Demîcer li ser kurteçîroka xwe (Berxa Kovî), yê duyem Raman Hesê li ser kurteçîroka xwe (Sêdara Spîndarê) û ya sêyem: Mîdiya Berkat li ser kurteçîroka xwe (Maça Dawiyê).


Her deh serkeftiyên din li pey hev hatin: Vejîna Kurd bi kurteçîroka Soz, Merwa Brim bi kurteçîroka MARÎ SÎLÊST, Zehra Ehmed bi kurteçîroka Payiza Bîranînan, Þemis Enter bi kurteçîroka Qewartina dilekî, Osmanê Ehmed bi kurteçîroka Bagera Þeytan, Mihemed Emîn Sadûn bi kurteçîroka Bazirganê Kayê, Ebdirihman Ebdo bi kurteçîroka Hêviyên þewitî, Raperîn Hesen Gulkewî bi Kurteçîroka Ji Ronahiyê Leztir, Bêhzad Qadirî bi kurteçîroka Þeqam û Fehîma îbrahîm bi kurteçîroka Pêlên Mirinê.

Deqên nivîsînê yên hatîn di lîsteya kurt de wisa nîþan dide ku kurteçîroka kurdî bi gavên baþ pêþ dikeve û ev yek mizgîniya asteke hunerî geþ dide.

 Ji ber vê yekê Nûnertî bi kêfxweþî pîrozbahiyê li çîroknivîsên vê lîsteyê û li serkeftiyan dike, herwiha hêjayê gotinê ye ku hindek deqên bihêz yên din hebûn tevî sernekeftina wan, bi hêviya serkeftinê bo wan di derfetên din de dixwazin.

Hêjayê gotinê ye ku ev Pêþbirk ji aliyê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewrupa di 19ê Sermaweza sala borî de hatibû ragihandin, û roj encamanên pêþbirkê di 8ê Hezîranê destnîþan kiribû, di heman demê de, komîteyeke Nirxandinê ji sê nivîskaran (Fewaz Ebdê, Qado Þêrîn, Xemgînê Remo) hate pêkanîn, ku bi destpakî û bêalî karên xwe encamdan û alîkariyek mezin heta roja ahengê jî pêþkêþ kirin û karê xwe, ku kar û keda wan hêjayê spasî û rêzgirtinê ye, herwiha spasiya kesayetî û aliyên piþtevan jî hate kirin, û spasiya Komla Aso jî hate kirin li ser hevkariya wê ya bêsinor.

Aheng bi beþdariya hejmarek ji çîroknivîs, nivîskar, romannivîs, helbestvan, zimanzan û kesayetiyên rewþenbîr hate lidarxistin,  û serkeftiyên lîsteya kurt bi rêzgirtin hatin xelatkirin di nav sê xelatên darayî bi kujmê (300,200, 100) dolar, ku ji aliyê Nûneratiyê hindek nivîskarên navdar hatin spartin bi xelatkirina serkeftiyan,  û navbireke mûzîkî  ji aliyê hunermendê dengxweþ Mesûd Þingalî û grûpa wî hate pêþkêþ kirin, herwiha ji ber sedemeke tekînkî hunermenda dengxweþ Gulistan Sobarî nikarî tevlî ahengê bibe, lewra em ji hunermenda hêja daxwaza lêborînê dikin.

Lîsteya kurt ya kurteçîrokan:

- Salih Demîcer - Berxa Kovî (Rojavayê Kurdistan).
 - Raman Hesê - Sêdara Spîndarê (Rojavayê Kurdistan).
- Mîdiya Berkat - Maça Dawiyê (Rojavayê Kurdistan).
- Vejîna Kurd – Soz (Rojavayê Kurdistan)
- Merwa Brim - MARÎ SÎLÊST,  (Rojavayê Kurdistan).
- Bêhzad Qadirî – Þeqam (Rojhilatê Kurdistan).
- Zehra Ehmed - Payiza Bîranînan, (Rojavayê Kurdistan).
- Þemis Enter - Qewartina dilekî, (Rojavayê Kurdistan).
- Osmanê Ehmed - Bagera Þeytan, (Rojavayê Kurdistan)
 - Fehîma Îbrahîm - Pêlên Mirinê, (Baþûrê Kurdistan)
- Mihemed Emîn Sadûn - Bazirganê Kayê, (Rojavayê Kurdistan).
- Ebdirihman Ebdo - Hêviyên Þewitî, (Rojavayê Kurdistan).
- Raperîn Hesen Gulkewî - Ji Ronahiyê Leztir, (Rojavayê Kurdistan).


09.06.2024

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa







 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark