Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dema rêveberî ne ji milet be (PKK wek nimûne)

 


D. Ebdulhekîm Beşar

Êdî em nema hewceyî şirovekirinê û anîna belge û nîşanan in ji bo em diyar bikin ku rêveberiya li bakurê rojavayê Sûriyê di bin fermandariya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK de ye, bi riya endamin ku navê Kadro li wan tê kirin. Ew kesên ku kêmtirîn karîna zanistî li rex wan tune ye ku wan bighîne asta rêvebirina dezgeh û saziyên sivîl. Piraniya wan dem û salên dirêj li çiyayên Qendîlê bûrandine û perwerdeya leşkerî ya şerê girîlayî  dîtine, di civakeke edyolojîk û leşkerî ya girtî de, ne guncayî bi giyanê serdema nû re ya li ser bingeha xebata siyasî ya aştyane û danûstandina bi çandên cuda re ava dibe.   


Bi vî mêjiyê edyolojîkirî yê tundûtûj, çanda redkirina nerînên ne wek yên xwe û nezanîyê di civaka kurdî de diçînin. Ji ber ku ev rêxistin ji dema çêbûna xwe de û ta niha jî kar ji bo dûrxistina gêncên kurd ji zanîngeh û dibistanan û hemî dezgehên zanistî dike. Wan davêjin çiyê, mêjiyên wan dişon û li gor çanda dûrketina ji zanînê û civaka sivîl wan perwerde dikin. Û cihê mixabiniyê ye ku îro dezgehên bakurê rojavayê Sûriyê di bin fermandariya van kesan de tên birêvebirin.
Li vê derê pirsek xwe dide pêş, gelo gendelî û bêserûberiya rêvebirinê û tunebûna kesên teknoqrat tenê sedemên bobelata ku xelkê me yên li bakurê rojavayê Sûriyê tê de dijîn in ,an sedemin din ên cewherî hene? Lewra divê mirov zanibe gelo têkiliya PKK bi gelên deverê û bi taybetî gelê kurd re çawa ye? Dema em li kiryar û riftarên wê dinerin, em dibînin ku ew nikare karên hevbeş bi ti alî re bike, her weha ti taybetmeniya kurdî di projeyê wê de tune ye. Duruşm û siloganên dervî çarçoveya dîrokê hildide. Destwerdanê bi awayekî beloq di perçeyên din ên kurdistanê de dike û rêzê li taybetmendiya wan nagire. Dijatiya ala kurdî û sembolên kurdan ên dîrokî dike.
Ev dateyên bûrî, nîşan in ku ev rêxistin dûrî hêvî û armancên gelê kurd e, alavek demikî ye, ne di xeta bercewendiyên kurd de ye, kar û bizavê ji bo şêwandina rewaya kêşa kurdî dike, dijminan ji gelê kurd re çêdike , dihêle xelk di riya tirsandin û gemkirina azadiyê re têkrvin bin siya edyolojiya wê de û di rêya rewşa desfakto re ecindeyên xwe yên taybet pêk tîne. Lewra xwe nabîne beşek ji vî gelî û ji bercewendiya wî re kar nake, ew tenê gelê kurd ji xwe re bikar tîne.
Armanca serke ji rêvebirina PKK ji deverên bakurê rojhilatê Sûriyê re ew e, bikaranîna xelkê deverê ji bercewendiya projeyê xwe yê edyolojîk re, ne ji bo xizmeta gel e. Berovajî vê yekê, ev rêxistina edyolojîk wek hêzeke dagirker a demikî kar dike ji ber ku ew zane hebûna wê ne berdewam e, rola wê bi dawîbûna erkê ku pê hatiye spartin bi dawî dibe. Li ser vê bingehê ew wek veberhênerekî keysbaz e, yê ji bo armanceke demikî dixebite. Mirov kare riftar û kiryarên vê rêxistinê di van xalan xwarê de çarçove bike:
Bikaranîna xelkên deverê û talankirina xêr û bêra welatê wan, ji bo kişandina pereyan ji rojhilatê Ferêt bêyî ku bercewendiyên xelkê li ber çavan bigre. Bêyî were bala wê ku ev siyaseta feqîrkirina xelkê dê ne tenê di warê debara jiyanê de bandorê bike, lê belê ew dê di warê çandî û exlaqî de jî bandoreke xwe ya mezin bihêle, ji ber ku birçîkirina civakê faktera sereke ya nezankirin û paşxistinê ye. PKK qata navîn a ku bingeha pêşketina civakê ye li rojhelatê Ferêt nehiştiye. Du qat tenê mane, yek jê bazirganên cengê yên pêve girêdayî ne û abûriya deverê di dest wan de ye, qata dî jî xelkên hejar û feqîr in, ên ku zarokên wan ji ber hewcedarîya abûrî dûrî xwendin û zanînê dikevin û dibin nêçîr ji PKKê re , ku zarok û gênc nifçê herî sereke ne ên ku ew bazirganiya xwe bi wan dike.
Wan nûciwanên keç û law ji bercewendiya Qendîlê re dike leşker, ji ber ku ti projeyê vê rêxistinê yê sivîl û aram li bajar û bajarokan tune ye. Herdem armanca wê afrandina şer û pevçûnan û bêserûberkirina civakê ye.
Ev yek diyar dike ku ti projeyê wan ê kurdî û nejî niştimanî tune ye. Lewra nikarin wek saziyeke sivîl li bajarên Tirkiyê wek tevaya rêxistinên din ên siyasî yên cîhanê ji bo bercewendiya gel û xizmeta wî kar bikin. Gelek caran derfet bo wan peyda bûne ku karê siyasî li bajaran bikin, lê ji karê di nav xelkê de reviyane, ji ber zanin ku ew nikarin karê siyasî yê xweû dûrî çanda gefxwarin û tundûtûjiyê bikin.
Serdema şerên girîlayî û tundûtûjiyê çûye, êdî karê siyasî yê aştyane yê dîplomatsî bûye nîşana serdema nû, ew alava bidestxistina maf û destkeftên gelan e.
Li gor tiştên bûrî, em dibînin ku têkçûna rewşa xizmetguzarî, sepandina bacên mezin li ser xelkê û kambaxbûna rewşa abûrî ji ber talankirina xêr û bêra deverê, istiratîciyek e , dê ta demeke destnîşankirî bidome û bi mana PKKê û rêveberiya wê re bimîne. Ji ber vê yekê vê rêveberiya qehreman biryara destnîşankirina nirxê genim da bi awayekî ku kêmtir e ji nirxê mesrefa ku lê çûye. Rêveberî wek bazirganekî keysbaz û çavbirçî yê hewcedarbûna xelkê derfet dibîne tevdigere, ku wê bi van kiryaran ziyaneke mezin bighîne xelkê û bihêle ku milet bêhtir penaber û koçber bibe. Lê heye ku ev rêveberî ji encama fişara gel û mangirtinan û diyarkirina nerazîbûnê û ji bo kêmkirina hêrsa milet, ev rêveberî nirxê kirîna genim hinekî bilind bike. Lê wê istiratîciya wê ya sereke her bimîne miştina xêr û bêra deverê mîna bazirganekî keysbaz ên xwe nabîne beşek ji vî miletî, ji bo danhev û komkirina pereyan kar bi her awayî dike, xwe ji koçkirineke ji nişkav e amade dike, wek ku carên berê kadroyên PKK li gelek deveran kirine, piştî dema girêbestên wan ên wek fabrîkeyeke ewlekarî ya ji aliyê kesên wan fînanse dikin ve tên rêvebirin bidawî hatine. Rastiya dîrokê dibêje ku pêşeroja girûpên demkî yên ku xwe li ser miletan bi darê zorê sepandine tune ye, tenê karê bi wan hatiye spartin pêk tînin û bedelê wî karî jî maf û rûmeta milet e (PKK nimûne ye).

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark