Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara Ronahî di çand û bizava çapemeniya Kurdî de (Xelek 11) (hejmarên 20.21.22)

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di van hejmarên jorîn de;em  dikanin van çîrokên gelêrî bixwînin:1-weyna rovî li rovî(çîrokbêj),2-jin û mêr û çîroka marekî Fêris(wergerandin ji Êngilîzî)(?),3-Conî û Cimêma(wergerandin ji Êngilîzî(?)4-Diz û dûvê kerê wergerandin ji Êngilîzî(?). 5-Fermana gur (Sibhiyê Diyabekirî)(hej.20).
Em  di  hejmara (20 )ê de  dixwazin tenê li ser du çîrokên gelêrî rawestin:
Çêrokbêj di çêroka(weyna rovî li rovî) de weha dinivîse:Gundek xerap hebû;tê de dîkek û tajîk hebûn,carekê dîk çû ser dîwarekî û li wir bang da,lê roviyek nêzîkî wî jî hebû û ewî dengê dîk bihîst û bi dîkê re got:Muxtar! Were min qonax bike!Dîk ji rovî re got:Hema li pişt dîwêr gizîr heye,ewê te qonaxî bike,rovî kêf kir,ewî got:Belkî li pişt dîwêr mirîşk hene,lê ya rastîn li pişt dîwêr tajî razaye,gava rovî giha cem tajiyê,ewî dît ko melekmot li wir paldaye,rovî bazda û ew kete qulekê,ewî dît ku roviyek din di wê qolê de heye,lê roviyê ku di qolê de bi wî re got:Ha bira çi bêhnefişk li te ketiye?


Ewî got:Destbirakê min heye,ewî ez ezimandim (vexwandim)lê ewî henek li min kirin,ez ji wî aciz(bêhnteng)bûm;lewra ez hatim û ez ketim vê qulê,ta ku ez bihnekê rehetiya xwe bistînim,lê roviyê qulê got:Tu destora min bide ku ez dêla(dewsa)te ve herim û tu li vir bêhna xwe vede, li dawiyê û bi kurtasî tajîyê li rovîyê xist,rovî li erdê  dirêj kir û kete ser zikê wî,heta ku rovî temam bû,lê rovî  hîn digot:Heneka me ke Lo!
Em ji vê kurteçîroka zargotinî pir tiştên matmayî dibînin;rovî bi dîk re dibêje:Muxtar! Lê wek em zanin ku herdem rovî xapînok in,lê em di vir de dibînin ku rovî ji aliyê dîk de hatiye xopandin;dîk rabû û rovî bi derew dişîne pişt dîwêr,rovî  texmîn dikir ku li pişt dîwêr mirîşk hene,lê ewî  li pişt dîwêr dewsa mirîşkan, tajî dît, ew pir tirsiya û reviya û xwe di kurtekê de veşart,lê ewî li wir roviyek din dît ku  xwe veşartiye li dawiyê; tajiyê li rovîyê xist û  ew perçe,perçe kir,lê dîsan ew naxwaze  bawer bike û xwe jar û qels bide xûyakirin,tajiyê ew perçe,perçe kiriye û ew hîn bi tajiyê re dibêje:Heneka neke !  
Sibhiyê Diyabekirî di çîroka  (fermana gur) de dinivîse:Carekê gurek hebû, ew di çiyan de rûnîştîbû,ew pir perîşan û jar bû, ew ji birçîbûna re hindik mabû bimra,lê rojek hate bîra wî ku ew ji çiyê bête xwarê û ew dakete deştê,ewî li wir gurek qelew dît,gurê qelew bi gurê jar re got:Te xêre birayê gur,tu di vê belengaziyê de yî?Gurê jar got:Tu mepirse bira!Ez ji bêxêriyê çiyê,hindik maye ku ez bimrim,lê tu çawa yî ?Gurê deştê got:Kêf kêfa min e,ev rezên li ber çavên te hemû li ser hesabê min in,xwediyê rêz
rêdan dayê min û fermanek bi dest min de heye ku ez her wextê kanim herim nav rêz û zikê xwe têr bikim.
Gurê jar ji gurê qelew re got:Birayê dilovan!Tu min bike hevalê xwe û ez  jî bi te re herim nav rêz,ew herdu çûn nav rêz,lê xwediyê rêz ji wî gurî dilreş bibû,lewra ewî du seg li ber holika xwe girêdabûn,lê gava segan  ew herdu gur dîtin,ew har bûn,gurê deştê bazda û yê çiyê,yê birçî û qels nikanîbû mîna hevalê xwe bireviya,lê herdu seg gihane roviyê çiyê û  li wî xistin,gurê jar  gazî  hevalê xwe dikir û digot:Hevalo ez di helaketê de me,tu zû were û zû fermana rêdana xwe aşkere bike û wê şanî çavdêrên rezan bike !
Lê gurê xurt pir dibezî û bi gurê jar re  digot:Tu bide dû min,ev hukumeta  bi zimanê  fermana rêdana ji min re nizane.Hej.20
Em di vir de dibînin çawa gurê qelew xwe li pêş gurê jar dipesine û giraniyekê dide xwe û nabêje ez jî mîna pir dizan bi nehênî derim nav rezan,lê li aliyê din helwesta wî li hember havalê xwe yê jar pir erênî  û dilsozane bû,ewî dixwast  hevalê xwe jî têr xwarin bike,lê derewê wî pir zû aşkere bû,belkî ewî dixwast bi derewa xwe,hevalê xwe ji xwediyê rêz netirsîne ta ku ew  jî  wêribe bi wî re here  nava rêz û mîna wî  têr tirî  bixwe û ew ji mirinê rizgar bibe,mirov di vê çîrokê de hest dike ku gur ji hevalê xwe re ji pir lawiran dilsoztir e.
Di hejmara (21) ê de ev çîrokên jêrîn hene:1-Ciho û kurê têcir.2-Hirç û Şivan (Jandar Mîrzengo),) 3-Osman Sebrî nivîsareke dirêj mîna çîrokeke wêjeyî di bin navnîşana (şîna jinekê li ser gora  Birho) diweşîne.4-Çîroka tarîxî:Keça Klêopatrê (Bişarê Segman).
Çêrokbêj di çîroka (Ciho û kurê têcir) de  weha dirêse:Bazirganek pîr hebû, ewî bi lawê  xwe re got:Ezê bimrim û piştî ez mirim,divê tu herî cem wî bazirganî Ciho,ew nasê min e,ewê te fêrî bazirganiyê bike,kurê bazirgan
çû cem Ciho û bi wî re got:Ez lawê dostê te me,ewî şîret li min kiriye ku ez  werim cem te,ta ku  tu  şîretan bidî min ku çawa ez bazirganiyê bikim?
Bazirgan bi wî re got:Tu here bi hemû perên xwe dûvên roviyan bikire û  wan bibe bajarê Cizîrê û tuyê sudek mezin ji wan bibînî.Lawik çû  û Ciho  kêfxwaş bû  ji ber ku ewî dixwast  lawê dostê xwe bixapîne  û perên wî  bê sud winda bibin,lawik çû û bi hemû perên xwe dûvên roviyan kirîn û ew çû bajarê Cizîrê û ew di xaniyekê de danîn,lê tu kesî dûvên roviyan ne kirîn û lawik bê pere dimîne û nikane kirê malê jî bide,lawik derket derve û li ber dîwarekî rûnişt û dagrî,hakim di ber re derbazbû,ewî dît ku lawik dîdegrî,ewî ji lêwik pirsî; ji bo çi tu digrî?Ewî got:Rewşa min dijwar e û  hîn got:Ciho şîretek li min kiriye û ez li gor şîreta wî  ketime belayê .
Hakim çû mala xwe û kesek şand pêy wî, lêwik û bi wî re got:Dûvê ku te bi çerxekê kiriye tuyê her yekê ji wan bi 5 çerxan bifroşî!Di sibeha din de hakim rabû û delalek berda nav bajêr û got:Hemû Cihoyên ku li bajêr hene, divê pênc dûvên roviyan bi xwe ve bikin û yê ku bi xwe ve neke, paşê Mîr serê wî jêke.Ciho tevda rabûn û çûn cem lawê bazirgan û hemû dûvên roviyan kirîn,lê ewî sond xwar ku ew careke din bi Cihuyan ne şêwire .
Em dîsan kanin hin rastiyan di çîroka borî de sercil bikin;Bazirganê Kurd
hevalê xwe yê Ciho di pêvajoka bazirganiyê de baş nasnekiribû,yan jî bazirganê Ciho kanibû baş rastîya hindirê dilê xwe veşarta û bi rûyeke din bi hevalê xwe yê Kurd re bazarganî bikira,lê li aliyê din jî; jarbûn û kêmhişmendiyê bazarganê Kurd jî tête diyarkirin,lewra ew lawê xwe pêşda şîret dike ku ew bi  hevalê wî yê Ciho re bide û bistîne, ewê riya rast di bazirganiyê de destnîşanî wî bike,lê vaye  me dît,nirîna bazirganê Kurd pir şaş bû,yanê eger hakimê bajêr fermana kirîna dûvên roviyan ji aliyên Cihoyan de dernexista,bazirganê Kurd wê  ji birçîbûna re bimra,lê li aliyê din jî mirov têdighîne ku hakimê bajêr jî pir bi wijdan bûye û ew bazirganê biçûk ji  mirin û belengaziyê rizgar  dike.
Lê em  di hejmara (22) an de dikanin  van çêrokên jêrîn bixwînin: 1-Çûk û pêrî(çêrokbêj.)2-Sewîlê Sofî.(?)3-Cebraîl Nemrûd û dexsok(Qadirê Ferman).4-Merik î dîn e(Xelîlê Genco).5-Jina kêmxwarin.(Pirbêj).
Çêrokbêj di çîroka (çûk û perî) de weha dinivîse:pîrek hebû  çû ser  tenurê ku nên bipêje,lê agir bi wê re vêneket,di wê demê de çûkek hat û bi pîrê re got:Striyek di lingê min de heye,tu wê derxe û wê deyne ser çavê êgir û wê  agirê te vêkeve,pîrê strî ji lingê çûkê derxist û ewa danî ser êgir û agir vêket,pîrê nanê xwe lêxist,çûk ber bi wê ve hat û bi pîrê re got:Ez striyê xwe dixwazim,pîrê gote çûkê:Ezê ji te re piştek Strî û Qirş hûnim.Çûkê got:Na!Ez ji  dewsa striya xwe heft nanan ji te dixwazim,pîrê  heft nan dane
çûkê û ewê nanên xwe bir û çû,ewê dît kodek şîr  li ber şivên e û ew şîr bê nan dixwe,li vir çûkê gote Şivên:Kuro! Bi min re heft nan hene  û tu cirnekê paqij bike û emê vî nanî  tê de hûr bikin  û şîr  têxin  ser û emê  bi hev re bixwin.Şivên bi ya çûkê kir û ew herduyan bi hev re xwarin.
Di pişt re çûkê bi şivên re got:Ez heqê nanê xwe ji te dixwazim,şivên ji çûkê pirs kir,tu çi divê ?Çûkê got:Ez heft beran û berxekê ji te dixwazim,ev  heqê nanên min in,li dawiyê şivên heft beran û berxek dane  çûkê,çûkê ew birin  û çû gundekî din,lê li wir dewatek hebû,li wir dîk û mirîşk diqewirandin,çûkê gote wan:Ezê heft beran û berxekê bidim we, ew rabûn heft beran û berxek gurandin û paşê çûkê got:Ez heqê van ji we dixwazim,lê wan jî bi çûkê re  gotin: Te ew  dane me ta ku em wan ji dewatê re biqewrînin,vêca emê ji bo çi heqên wan bidin te ?Li dawiyê çûkê bûk ji nav wan revand û ew bi çolê de çû,lê li wir şivanek dît û bî wî re got:Tu bilûra xwe nadî min?Ezê vê bûkê bidim te,şivên got:Belê û bilûra xwe dayê,çûkê rahêjte bilûrê  û çû  ser latekî û got: Çirt,mirt,min strîk  daye  bi heft nanan û qurşek daye bi heft beranan û berxekî û min heft beran  û berxek daye bi bûkekê û min bûk  dayê bi bilûrekê û li dawiyê ez li ser latekî û kes  nîne  serê min  hûr bike!Şivên rahişte kevirekî  û li çûkê xist,çûk mir û şivên bilûra xwe vegerand.
Lê çîroknivîs Pirbêj di çîroka xwe ya hunerî(jina kêmxwarin)de dinivîse:Mirovek ne dewlemend hebû,lê têr nan  ne dixwar,ew pir çikûz û destgirtî bû,ewî dixwast jinekê hûne,lê ewî xema lêçûna malê û jinikê dixwar,ewî digot:Ez dixwazim bizewicim,lê ez belengaz im, ji min re  jineke kêmxwarin pêwîst e.Di wî bajarî de keçkek şehreza hebû,ewê  bi bavê  xwe re got:Eger ew min bixwaze,ezê bêjim erê!Lê tu tenê razî be bavo!
Bi ser vê de jî keçikê hin şîret li bavê xwe kirin ta ku ew bizanibe çawa li mêrkê  xwezgêncî  vegerîne .
Rojekê mirovê çikûz çû mala keçkê û rewşa xwe ji bavê keçkê re got,lê bavê keçkê got:Keçkên min tev kêmxwarin in û nemaze ya mezin,ew bi hewayê (bê) dijît,mêrik dilxweş bû û keçik mehir kir û wan herduyan berên xwe dane bajarekî din û li wir xwestin meha hingivîn derbaz bikin,jin û mêrê xwe li odekê peya bûn,lê di demên taştê û şîvê de;mêrik diçû derve û bi perên hindik nan dixwar û li jina xwe  jî ne dipirsî,lê eger mêrê wê diçû  bazarê,ewê bang li lawikê hotêlê dikir û ewî ji wê re  xwerinên bijarte û giranbuha dihanîn,lê piştî çend rojan; ewan biryar istandin  ku  ew vegerin  mala xwe,lewra mêrik hesab ji hotêlê xwest, ji wî re hesab anîn,lê ew pir bû,mêrik li kaxezê nêhrî û pirs kir,ev çî ye û got:Min kînga di odê de xweriye !!? Hotêlcî got:Belê te ne xweriye,lê xanima te xweriye,mêrik çû cem jina xwe ji wê pirsî û got: Ev çi bazar e? Jinikê got:Belê ez di mala bavê xwe de bi bê dijîm,lê ji roja ku ez hatim cem te,ez qul bûme,hewa nema di min de disekine,lewra ez girarê dixwim.
Mêrik ji jinikê hezkiribû,ewî hinekî çekir mala êqil  û deng ne kir  lê wî bi rêve dev ji nemerdiyê berda.
Gelo mirov  dikane çi ji vê çîrokê têbighîne û çi sud û waneyên civakî di vir de hene ?! Eger em bixwazin gelek bi kurtî baweriya xwe bêjin,em dibînin bavê keçê kanîbû bi derewek servekirî mirovê çikuzî bixapîne û keça xwe pêşkeşî wî bike,li aliyê din jî keç jîr û bi qaserî xwe bû,ewê yekser bi  mirovê çikuz razî bû,lê ewê li hotêlê waneyek mezin daye mêrê xwe,lêçûnên mezin li hotêlê kir û her xwarinên xweş û buha xwarin û bi mêrê xwe re digot:Ez nema kanim hewayê bixwim,ewa nema di zikê min de disekine, mêrê çikuz neçarbû hemû lêçûnên hotêlê bide,lê me dît tevî ku keçikê mêrê xwe  rind xopand, lê dîsan mirovê çikuz ji jina xwe hez kir û ew nema miqrisiyê dike.

Dumahîk heye
Efrîn,29.05.2024


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark