Þêrîn EbdoRamanek di malzaroka romanekê de ducanî dibe, ji ducaniya xwe de
êþ, talankirin, komkujî û bobalatên mezin dirêsîne wek teþiyekê giloka tunekirin û qirkirina miletê Ermenî li hev dipêçîne..
Li bin sîwana navûnîþana man û nemanê de zincîra janên Ermeniyan bi hev dikevin û zayîna “Zabêl ez Ermenî me!” bi pênûs û hizira nivîskarê hêja Ezîz Xemcivîn pîroz û îmze dibe..
Wek xwendevan piþtî ko min romana “Zabêl ez Ermenî me” xwend, ez dixwazim bibêjim: Ku nivîskar di berhema xwe de erkekî giran û mezin hildide ser milê xameya xwe ko tiþtên di romanê de hatine ziman bi pelgeh, pêzanîn û dîrok ve dewlemend be..
Ev xal di romana "Zabêl ez Ermenî me" cihê xwe girtiye..Nivîskar
Ezîz Xemcivîn di hundir romana xwe de doza miletê Ermenî vedijîne û
bobalatên ko Osmaniyan û çeteyên wan bi ser miletê Ermenî de anîne bi
þêweyekî pir zelal þirove dike..
Bal kêþandiye ser mirinê, ko çawa
evî miletî hemî cure, þêwe û rengên mirinê dîtiye û çawa Osmanî û
çeteyên xwe hemû cure li wan ezmûne kirine..
Di romanê de zincîra
jiyana Serkîsê Kêvo ji piçûkaniya wî de heta roja koçkirinê hatiye
nivîsandin û pir giring e ev roman bi zimanê Ermenî bête wergerandin..
Ez
di evê gotarê de nerîna xwe weke xwendevanekê didim, roman bi zimanekî
zelal û têgêhêþtî hatiye ristin mîna teneyên tirî lib bi lib hevok bala
mera dikêþînin û mera dixwaze zanibe ku her hevokek çi li pey xwe
dihîne..
Di romanê de êþ û xemgînî hinava mirov dilerizîne û di
piraniya cihan de çavan ji rondikan miþt dike ji ber ko stemkariya ko
Osmaniyan tev li çeteyên xwe li miletê Ermenî kirine nayê pesindan û
kujtina wan ji xwe re kiribûn pêþbirk ji bo çûna wan ji buhiþtê re dabîn
bibe..
Li dawiyê dixwazim bibêjim ne pesin e, lê rastiyek e ji ber
ko romanê mafê xwe standiye, bi rengekî sazkirî û pelgekirî dîroka evî
miletî hatiye nivîsandin.
Her wiha rol û helwesta Kurdên dilsoz û bi taybetî Kurdên êzdî jî tê de hatiye xuyakirin..
Di
evê romanê de di hundirê romanê de romaneke nû hatiye avakirin û her
wiha nivîskarê hêja ne tenê di nivîsandina helbestan de jîrek, þaraza û
pêþketî ye, na di nivîsandina romanê de li pêþ e û piþtî romana xwe ya
bi navê Zêro ko ew jî ne kêmtirî evê romanê yê berhemên hêja li
pirtûkxaneya kurdî zêde dibe û em jî wek xwendevan divê em sûdemend bin
ji evan berhemên bi nirx û wate..
Þêrîn Ebdo
25.05.2024