Me weke rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê li rojên 29-30ê nîsanê
festîvaleka mezin a Semayê li bajarê Dihokê heye. Ev festîval dê bi
pişikdariya kesayetîyên mezin ên kulturî û 10 komên sema û govendê li
hemî parçeyên Kurdistanê û du panelên zanistî li ser rehendên cida cida
yên sema û govenda kurdî bi pişikdarîya çend rewşenhizrên kurd, ji bo
vejandina ferhanga kurdî karê xwe destpê bike. Em wek rêkxistîya Semayê
ya Kurdistanê, bi fermi we yên rêzdar vedixwînin vê festîvalê li Dihokê.
Hîvîdarin bi berhevbûna xwe me şerefmend bikin).
Min daxwaznameya
wan bi şahî pejiriand û a dinî rojê forma derbasbûna Basûrê Kurdistanê
dagirt û ji wan re şand.. Piştî ku derbasbûna min bi erênî hat
qebûlkirin, di sibeha roja 28ê Nîsanê/2024 de, di rêka Sêmalka û Cemê
Dicle de derbasî başûrê Kurdistanê, bajarê Duhokê bûm. Li hotêla Jiyan
ya ku ji mêvanan re hatibû terxankirin, ez çav bi hin nivîskar,
hunermend, dengbêj û dîrokzanên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê
hatibûn, ketim.. Tev wek min ji bo sema û govenda şahiya Kurdistanê
hatibûn..!
Xweş bû ku Festîvala Duhokê ya Semayê di roja 29 Nîsanê
roja Cîhanî ya Semayê de de dest bi programê xwe kir.. Herdû rojên
Festîvalê (29-30 Nîsanê 2024), bi 13 komên semayê û 3 komên muzîkê ji 4
parçeyên Kurdistanê hatin xemilandin.. Digel hejmarek ji kesayetiyên
akademî, nivîskar, helbestvan, herdu roj bi du panêlan ciwaniya kultura
Kurdistanê bi zanîn û gotinên xwe xweş û zelal kirin..
Di roja pêşî
de, min jî wek van hunermend û nivîskaran: Dr. Dişad Saîd, Nasir Rezaî,
Ciwan Haco, Hesen Şerîf û yên mayî ku, her yekî ji wan komek muzîk û
govendê pêşkêşî ser sehnê dikir, min jî koma muzîka Payîzê ya Silêmaniyê
pêşkêşî ser dikê kir.. Belê, berî ku ez pêşkêş bikim min ev gotin got:
(..
Xwe di xewneke rast dibînim..! Erê xewneke rast e.. Dema ku ez xwe di
nav nivîskar, hunermend, dengbêjên ji her çar perçeyên Kurdistanê ku
hatine Duhokê dibînim..! Ji Mehabad, Diyarbekir, Silêmanî, Qamişlo.. ku
di Festivala Semayê de bistirên, biraqisin, bikenin û govend û dîlanê
bigerînin..! Di baweriya min de, ev festîvala yekemîne di dîroka
Kurdistanê de, berî û piştî 200 salî, dikarim bibêjim ji Cenga
Çaldêranê/ 1514 ve, Kurdistanî wiha ji bo sema, şahî û govendê li hev
kom nebûne.. Ev yekemîn car e. Her û her Kurdistan perçe bûye.. di her
perçeyekî Kurdistanê de, ziman û stranên Kurdî hatine qedexe kirin..
Kurdistaniya jî liberxwe daye û gelek xwîn rijandiye.. di encam de,
Kurdistan toşî zilm û zorê, kuştin, sirgunkirin, enfan û Helebçe bûye..
Îro 29ê Nîsana2024an, dema ku ez çav bi van tîmên muzîk û semayê,
nivîskar û hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê li Duhokê, di bin
banê zankoya wê de dikevim, da ku bi hev re govend û dîlanê bigerînin,
wek xewnek rast dibînim! Nîşana azadî û serxwebûna Kurdistanê dibînim..
Dikarim bibêjim ku ev festival dîrokî ye.. dergehekî nû ye ji avakirina
Kurdistanê re.. Di dîroka kurdan de, ev yekemîn şahiya Kurdistaniya ye,
piştî Cenga Çaldêranê di sala 1514an de.. Piştî temenê 70 salî, berî
mirinê dilşad û kêfxweş im ku min ev roj dît.. Ev roja ku bav û kalên me
me bihisreta dîtina wê bûn.. Bi hêvî me ku wek vê festîvalê her sal, bi
rengekî berfirehtir were lidarxistin.. Spas ji komîta Festîvala Semayê
re, spas ji bajarê Duhokê re û spas ji beşdarên her çar perçeyên
Kurdistanê re…).
Û di dawiya gotina xwe de, min tîma Payîzê a muzîka Silêmaniyê pêşkêşî ser sehnê kir..
Herdu rojên festîvalê bi govend û dîlan û du panelên têr û tije li dor
muzîk û semayê ku ji rex nivîskar, dîrokzan û muzîkjena ve hatin gengeşe
kirin, bi sûd û şahî derbasbûn..
Dawî, bi min xweş e bêjim ku
beşekî mezin ji hebûna me kurdan di stran û muzîka me de ye.. Çendî em
biparêzin, em hebûna xwe diparîzin.. Jixwe li gor rewşa Kurdistanê ya
perçekirî û ciyopoîtîkiyê, ta niha stran û mûzîka me, em wek Kurd
parastine.. Û Kurd hiştine.. Pêwîste ji îro û pê ve, em stran û
dengbêjên xwe ji berê bêtir biparêzin.. Xwezî di salên hatî de komên
muzîkê ji Xurasan, Ermenstan û Israîl jî vexwendninî Festîvala Semayê li
Duhokê bibin.. Dubare dikim ku Festivala Semayê li Duhokê, yekemîn
şahiya Kurdistaniya ye, piştî Cenga Çaldêranê/ 1514.
Jixwe, Mijara
min, di Festîvala Semayê de li Duhokê bi navê: (Rola stranbêj û
dengbêjan di hestê netewî û parastina Zimanê Kurdî de li Rojavayê
Kurdistanê) bû.
Konê Reş/ Qamişlo 5.5.2024