Gurgan Elhac
Xewne ev yan ez þiyar im?!
Çûye payiz hat bihar im
Nav binefþ û bin nizar im
Nav bihiþtek av û dar im
Nav gulîstan û parêz im
Nirgiza min li hembêz im
Li ber bejnek xeml û xêz im
Li ber mêrg û dêm hinar im
Navçîmen wek du zarokan
Ser þaxan wek du firokan
Li spihir mina du rokan
Ez û evînê û yar im
Ji nav xaran di piþkivê
Gula evînê dilivê
Ji nav dil ser rexle þivê
Divim sînga xwe lê darim
Çav li geþta di derya ye
Dilê min bi du perya ye
Ji du ezmanan werya ye
Ser pelên ewran siwar im
Ez û vînosê serbest in
Bade noþî nû sermest in
Ji evînê ranawest in
Nû di zanim bextewar im
Nû min kêþa hilma evîn
Nû min çêja tama þîrîn
Nûka da min germa hêlîn
Piþt li kovan û azar im
Nû li min xist ronya firiþt
Nû bi minre kenî siriþt
Kasê lêvan fûrîne miþt
Nû bi felek ez dikar im
Qamiþlo…5/4/2000