Mizgîn HeskoBêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin û bi min û dubare li vir jî li qelem didim, ew tête bi wateya xwe a herî xweþ: nirxandina wêjeyî.
Nirxandina wêjeyî...?! Bi wateya tewîlkirin, jihevxistin û hevaxaftin û hwd. Wiha jî û proseya gumanê/ texmînkirinê/ xwedan deriyekî vekirî ye û qet bi dawî nabe.
Nirxandin û rexnekirin, ku ji beþên teoriyê ne û li gor hin normên
naskirî û wiha jî li gor hin feylesofên edebiyatê û hizirvanên cîhanî ku
ew dane ber hin pîvanan û ber wê ve bi xwendinên dirêj hatine, da ku di
dawiyê de wê bêhtir pênase bikin û ji hezkiriyên deqên wêjeyî re, xalê
hinekî zelalir bikin.
Beriya sêsed salî û tekez bêhtir...Seydayê
E. Xanî û di bilindgoya xwe a netewî de, mebesta min ji xwe her berhema
Kurdî a herî giranbuha ye ku Mem û Zîn e. Belê Seyda û di nav rûpelên ev
ê dastanê de, dibêje:
Ava rûyê þaîrî nerêjin
Ger mumkin e, yekê qenc bibêjin
Sehu û xeletan nekin te’ecub
Teîwîl bikin ji bo me te’ssub.
Di
van malikên jorîn de, gelo Seydayê Xanî çi ji xwînerên þahesresra xwe a
( Mem û Zîn ) dixwaze?Tekez nemûneyên wiha û di berhemê de pir in, lê
hema min ev beyt hilbijartin û dixwazim hinekî wan vekolim...!
Seydayê
Xanî ji xwînerên xwe dixwaze ku þaþî, lekeyên heyî û kêmasiyên wêjeyî
serrast bikin û ev yek dûrî „ t’ssubê „ ji Erebî û tê bi wateya
peydakirina zoriyan.
Seyda wiha jî tikayê ji Kurdan dike ku ava rûyê
helbestvan nerêjin. Wî riswa nekin, wî kêm nebînin û sivikatiyê li xêzên
Mem û Zînê nekin .
Ew ji wan dixwaze ku sehu û þaþiyên peyda
çareser bikin û baþiyên heyî hiþkere bibêjin. Bi wateya ku qenciyên
berhem û berhemdar bînin zimên.
Tekez û sebaret bi heman beytan, Kurd
û xwînerên zimanê Kurdî û têkstên wêjeyî, dikarin bi çavên rexneyê,
berhemê Tewîl bikin û ev hemî dûrî peydakirina astengiyan û çêkirina
zoriyê.
Dibe ku beriya Xanî jî, ev rexne hebû û di bazara
edebiyatê de dihat xebitandin, lê tekez ne bi vê þêweya ku îro wiha
naskirî û di meydana wêjeyî de berbelav e.
Bi her halî, ez yek ji
wan helbestvan û nivîskarên ku bi riya çnda devkî û nemaze stran û
kilamên Kurdî ketim bin bandora helbestvanên mîna Seydayê Cigerxwîn û
Seydayê tîrêj, ku berhemên wan î nivîskî nedihatin dîtin û sedem ji xwe
belî ne. Ango bi þêweyeke ne direkt.
Hîn xweþ tê bîra min ku ( Pîra
Torê) yekemîn rista Seydayê Cigerxîn bû û ku min bi riya stranê ew
naskir û paþê bi giþtî jî ezber kir. Wiha jî rista duyem ( Ji yarê re çi
rêkim diyarî) ku wan serdemên ciwaniya min û nifþên nûhatî, ev stran
wekû agirê di nav pûþî de gur bibe, wiha û di demek herî kurt de, cî di
dilên me de girt û pir berbelav û navdar bû.
Me wiha jî yara Seydayê Cigerxwîn naskir bû ku Kurdistan bixwe bû û ne hema keçeke normal û ji rêzê bû.
Dêmek
bandora cigerxwîn û rola wî û di wan serdemên serteyaî de, pir xurt û
bihêz bû û eger em bixwazin, hîn jî belgeyên tomarkirî hene ku Seyda
bixwe, zor û tendûtûjiya ku lê hat kirin tîne zimên.
Ev zorî û
nerehtiya ku bû sedemê bingihîn û ew êdî ji welatê xwe dûr ket û tekez
berhem û dîwanên wî govanê afrêneriya wî di meydana wêjeyî de ne.
Seydayê
Cigerxwîn û di wan serdemên alûz û metirsîdar de, li ser rêçika
Kilasîkên Kurdan ma û riya hunerê û afrêneriyê berneda. Seyda pir
kakilkên heyî û ên teng þikandin û hin ji zincîr û qeydên wêjeyî û bi
hin þêweyên nûjentir derbaskirin û wekî civaknasekî jî rêberiya nifþê
xwe kir. Bi azadiya derbirînên xwe, xwest ku civak bixwe rabe ser piyan û
serkêþiya xwe bike.Seydayê nemir Cigerxwîn hilgirê alaya aþtî û
wekheviyê bû, mirovekî pir toleranz û her piþtevanê riya azadîxawaz Kurd
û Kurdistanê bû.
1. Gulana 2024.